DERGEHÊ DAWÎ

Ciwan Nebî
ciwannebi@hotmail.com

Dipirtikîne stranên
                           vêketî
û bi eniya xweyî lal
zimanê qîjan dibirre
deriyê min e
ku nema tu kesî

ji pêvî min nas dike
tu kesê xwe
                 ji omîdan cuda bike*
û bi teq
         reqa wî re awazan
li pişta bayê
ku di odê de efinî ye
                            siwar bike.
Tu kesê bi min re bigirî,
lo sixêfekê bike min.
Tu kesê ku bi min re hilkişe
                            himbêza xwedê
û deriyê minî
ku hemî rê
li hev herbilî
li cem nimêj dikin………
………………………………….
Rê?
Rê destên min
li ser laşê te

              libîra min tînin.
*Dantî, dergehê dojehê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...