Çima Mitlig bendê 140 î, na pejirênê ???.

  Selah Beyro

Ji destpêka rizgarkirina îraqê li sala 2003 yan ji yekemîn rijêmên diktatorî û regezperist li seran serî cîhan û roj hilata nave rast li ser destê hêzên hev peyman , paşve mayên rijêma  xwînewî  karekî  bi gemar dijî gelê kurd dikin û bi tundî şerê bendê 140 î, ji destûra îraqê ya ji bal hemî netewe û ayîn û kesayetîyên civakî û rewşenbîr ve hatî pejirandin bi dengdana cemawerî  ku bihtirî 80% deng  bi dest ve anîn dikin.
Îro peya û paşve mayên rijêmê dixwazin astengîyan jêre çêkin bi piştgirîya  rijêmên kûrdistan bi dihê salan dagikirin, û bi hewildan ji erebên çewt û regezperist yên ku li ser çanda bese efleqî perwerde biwin mîna hovên dirinde û destê xwe li ser saman û arzî yên  welatîyan danîn û çarenûsa xwe bi çarenûsa xwînrêjê bingorkirî û parastinên desthilatên li dorûberê îraqê ve girêdane,ew jî ji bo îraq bimînê çarçîyeke bazirganî û mefayên abûrî  li pêşerojê jê wergirn. Ev kesên me destnîşankirin bûne beydeq di destê wan kesên paşve mayî ku ber bi komarên ser sînor ve revîn bi fereman pêkanîna armanca wanî kevne perist ya bi yek partîyê û bi yek serokî ta mirinê.
mixabin bi destê wan paş ve mayan saman û mozxanên komara îraqê li çarçîyên wan welatan hatine firotin û bi wan dirvan Careke dî tirolîsta sînor birîn ji bo kuştina  mêr û afret û zarok û welatîyan bi mebesta meyîn û berdewamîya wan çespandinên şoreşa be,es li kurdistanê yên bûne sedemê mezaxtina hezarê hezarê milyonê diravên îraqî  li ser dema wê desthilata ruxayî.
Îro rijêmên dorûberê îraqê karê xwe ji layekî ve kirine peydakirina nakokîyan di nêv bera kurê gelê îraqê de, ji kurd û ereb û turkûman û kiristînîyan bi hemî corên nakokîyên netewî û ayînî û nijadî,û ji layekî din ve hinek ji wan rijêman bi çekdarî û diyar û hinek bi nehênî  û siyasî bi rêya yên mîna Salih Al mitlig û Meşhedanî şerê kurdistanê dikin,bi mebesta dirêjkirina temenê desthilatdarîya xwe, bê goman Mitlig ji palpiştên xwe re sozda bû ku bervanîyê li wan avahî û arzî û firoşgih û pirojên ku li kerkûkê û xanqîn û şêxana û şingalê û hinek deverên dinî ji bal diktatorê xwîn rêj û ser birî  ve li ser wan erbên regez perist hatibûn dapeşkirin  bikê.
Li avdara sala 2003 yan medyaên cihanî ragihandin :
erebên li deverên kerkûk û xanqîn û şêxana û şingalê niştecîdibûn ber bi sînora û  deverên erebî ve direvin ,heger gotina Mitlig raste ev deverên me destnîşankirin cihê erebaye ,karê bêjê çima ji wan deveran bê qeyd û merc direvîn??.
Ji dema danîna bendê (58)an,ji yasayê kargêrîya komarê, adgarên wan mendel kirina ji vî  bendî û deverên rizgarkirî ji herêma kûrdistanê ye weke nerîna siyastmedaran ji pîtolîya wan bi arîkarîya komarên herêmê li ser paşxistina bendê 140 î.ji destûra bingihî, ji wê rojê ta roja îro yên weke Mitlig bi fermana wan rijêmên dorûber çanda kînê û nagokîyê dibin siha perlemanê îraqê de belav dikin ,û ne baştirîn rol û reftar di şopînin, dîse em dibêjin :
heger Mitlig û hevalên xwe ne peyayê wan rijêmên nav hatîbin wê ewjî yek ji yên daxwazkirî bin ji bal fermangeha asayişa giştî ve li îraqa fidral.
Bi tenê em karin bêjine Mitlig û yên di kiştîya wî de bi paşxistina bendê 140 î ,û  hilbijartinên li kerkûkê û devrên dorûber xwesteka wan bikarbirinî ye û sûde ji wan nîne û ne berdare .

Kerkûk wê bimînê şarek û beşekî giring ji erdnîgara herêma kurdistanê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…