Careke din kêşa kerkûkê

  Selah beyro

di  van kawdanên nazik û hestyar de ,yên ku rojhilata naverast  têre derbas dibe, û li vê serdema  ku  rijêmên diktatorî yek li pey yekî li pêşîya hêzên dîmuqratî têne ruxandin, û li pêşîya dadgihên nêv dewletî li ser kiryarê  destên wanî reş têne tûjer kirin,û ev serê çend roja ne peyamê kêşa kerkûkê  nuh dibe  û tête ragihandin li kûrdistan û cîhanê nemaze piştî serokê civaka perlemanê îraqa fidral MEŞHEDANÎ karkir ku yasayekî biyanî bi nehênî derbaskê dibin hijmara (24) bi mebesta paşxistina hilbijartinên li parêzgiha kerkûkê, bê ku guh bide boçûnên fidrasîyona hevpeymanên kurdistanî
lewra civata perleman bi cî hiştin yên ku hijmara endamên wan di civaka perlemanê îraqa fidral de””””55””””””””endama ne û beşekî giringin di guncûnîyên rexên siyasî de yên ku civaka vî perlemanî bi şêweyekî dîmuqratî damezrand ,piştî demeke dirêj ji desthilatdarîya diktatorîyet û tund û tûjîyê.
Birastî ev beryar ji bal hineka ji xudanê vê beryara çewt û regezperist ve ne hate pejrandin ,çimku dûrî pîvanên dewlî yên derbarî mîna van kêşên, ku pêdivîye bêne bikaranîn li hemî parêzgihên ku komara îraqa fidral jê tête pêkhatin,û dabeşkirina kerkûkê bo çar herêmên dengdanê li gor rêje  netewên lê niştecîdibin bi destnîşankirina 32% kurd û ereb û turkûmanan û 4% ji kiristiyan re yên dûrin ji hemî bendên ku destûra welat li ser hatîye avakirin piştî sê dardana sedamê diktator,vê beryarê  rê li azadîya hilbijartin û  hilbijêran digre.
Pirsa ji bal xwe ve tê kirin û dibêje :
 ma kê dîtîye bajarek bête dabeşkirin li gor netewên li wî bajarî niştecîdibin.
Birastî çi kesên vê beryarê bi xwênê wê bêje helbet ev beryareke regezperiste û ji ramanên kesine bi qirêj û keyse bazin, û ti serkeftin li paşe rojê jêre nîne,û armanc ji vê eydîyolocîyê  çewt ewe ku guhertinên dîmografî encam  bide,lewra xwe pêşindanên ne razîbûnê li seran serê kurdistanê hatine li dar xistin,û diyare ku sazimanê wan  nameyeke hişk û dijwar arasteyî MEŞHEDANÎ dikirin û dibêje:
 Şopandina te li ser rêbaza sedamê bin gor kirî , û belavkirina te ji çanda wî re xil û xave û berû ba diçe û bendê tey/24/ nikarê  bendê destûrê yê /140/î ,zindî gor bike.
Her li ser vê pirs girêk kom civîna parêzgiha kerkûkê kurdistanîyeta wê pesend dike û bi şêwekî fermî ji perlemanê kurdistanê xwest kerkûk vegerê  li ser herêma kurdistanê ,
Ev beryara MEŞHEDANÎ beryareke  xeternake ji hemî kurdistanîyên li herêma kurdistanê niştecîdibin tê  xwestin dijî wê derkevin û şermezar û pirotestobikin ,û civaka perlemanê fidral vexwendî kom civînekê  bikin bi mebesta  dengdaneke ragihandî  li ser beryara nehênî ya hijmar /24/ ya hatî sitandin û girêdayî  bi kêşa kerkûkê ve, çimku di destûra îraqa fidral de hatîye :
çi beryar nayêne sitandin  bê dengdan li ser wê lê piştî  bête pejrandin ji bal serokayetîyê ve,dîse li vêdê pêdivîye hemî guncûnîyên siyasî û kesayetîyên  niştîman perwer  piştgirîya  serokê herêma kurdistanê rêzdar: MESÛD BERZANÎ bikin û li peymanên xweyên ku li ser wan komara fidral hatî  damezrandin  xudî  derkevin û bêne  cî  be cî kirin  nemaze hemî bendên destûrê yên taybet  bi çare serîya kêşa kerkûkê  ve .
Li vêdê em hêdîka di guhê MEŞHEDANÎ de  dibêjin:

BERZANÎYÊ bav  bi hezaran pêşmerge û şoreşa  êlûnê kirine  qurbana xaka kerkûkê ,û bila baş zanibê  îro kurdistanî amade ne  ji bo qurbanîyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…