PIRS Û GELŞÊN ZIMAN PIRSEKE REWŞENBÎRÎ YE -1-

Goran Candan

Li ser Gelşên Zimanê Kurdî û Guftûgoyên Heman Mijarî

Kurd ku ji van doman û qonaxên serûbinbûnî ya civakî derbas bûne, dîsan zimanê xwe winda ne kirine. Her çend ku li warê serbestiya bi karhanîna zimên, em kurd ji tevaya gel û milletên dinê, bi çendî çar-pênc nifş jî li pey mane, dîsan zimanê me, zimanê kurdî jiyaye. Em dikarin her wisan bibêjin, ku ta zimanê kurdî ber bi pêş ve jî çûye. Zimanê Înternet`ê ya kurdî ji bo vê nimûneyek balkêş û berçavî ye.
Ango heger em bi kurtî bihênin ser zimên; di warê zimanî de, em kurd, me tiştek winda ne kiriye. Tiştê ku me winda kiriye, çend qonax û derfetên bi karhanîna zimanî ya çend deh salan bûne û hew. Ev jî, bi tundî li bakurê welêt, li vî perçeyê ku tirk li ser desthilatdar bûne, rû daye.
Her kes dizane ku heger kêm û bi sînor be jî, hem li rohilata Kurdistanê (Îran) û hem jî li başûrê Kurdistanê (Iraq) serbestiya zimanê zikmakî ya perwerdeyî, her û her hebûye. Her çend li perçeyê roavayê Kurdistanê (Sûrî) wek li bakurê Kurdistanê ev maf tune bû jî, dîsan zext û zora dewleta Beesî ya li ser kurdên roavê, ne wek zext û zora tund û bi sîstematîkî ya wek li ser kurdên bakurê welêt gran bû.
Encama van gotinan ev e, ku ji bilî bakurê Kurdistanê, li deverên mayî yên Kurdistanê, kurd ji binî mafê bi karhanîna zimanê xwe ji dest ne dane. Sivikkirina tawanên dagîrkerên Kurdistanê ne mebesta me ye, lê heger kesek ji me heye, ku li hevberî van gotinan derdikeve, bila biferme were ber bi pêş ve. Ma ne welê bû ku Seddamê dîktator jî, rê dida derxistina govar, rojname û weşandina radyoya kurdî? Ma ne welê bû ku wan melleyên orangûtan ên ku Îranê bi rê ve dibirin, rê didan heman serbestiyê û li roavayê Kurdistanê jî serbestiyek bi karhanîna zimanê rojane ya kurdî li wir hebû?
Vêca me naskirina serencama vê biwarê gerek e. Ev jî bi kurtî ew e ku bizava rewşenbîriya kurdî rola xwe tam cî bi cî ne kiriye. Bêguman sedemên vê jî astengên ramyarî bûn. Mirov dikare rûber û muqayesekirinek welê bike. Heger lokomotîf ne be, vagonên trênê bi rê na kevin ji xwe ber. Derfet ji serkêşî û birêvebirinek bi zanetî re çi car ne hatiye dayin. Ji lew re ev gelş û pirsên ku em tê de ne pirr suruştî û normal in.
Ji ber ku van sih (30) salên dawî, bizava rewşenbîriya kurdî, bi tundî li nav liv û tevgerê ye, loma î roj em li ser pirsên zimanê kurdî hûr bûne û em li ser mijarê guftûgoyên tund dikin.
Pêşemîn gelş û pirsên zimanê kurdî, ku î roj ji hêla ronakbîriya kurdî ve dihêne destnîşankirinê ev in:
A – Pirsa bi Karhanîna alfabeyekê
B – Pirsa Zaravayên kurdî
C – Pirsa Yekkirina zimanê kurdî

Bi ya me ev her sê xal jî tek û yek xal e: ango pirsa Pêşveçûna Zimanê Kurdî ye.
Her bi çi awayî dibe bila bibe, gava ku li ser van xalên A,B,C pêşketin hat dîtin, hingê zimanê kurdî jî bi şêweyek ji xwe ber (otomatîkî) hildipişke ber bi pêş ve.
Pêşketina zimanê kurdî jî bi şêweyek suruştî çareserkirina pirsgirêkên li pêş pêşketina zimanê kurdî yên wek li jêr (A,B,C) nimandî ye. Loma ev çareserî bi riya xebatên rewşenbîrî dibin.
Loma ji ber vê yekê pirsa zimanê kurdî pirsek rewşenbîrî ye. Çi hêz ni kare rê li ber zimanê kurdî bigire, heger em bi xwe riya pêşveçûna zimanê xwe dûr û dirêj û bi asteng ne kin!
Heger em bi şêweyek aşkere û vekirî bibêjin, rastî ev e, ku çi pirsên dinê li pêş zimanê kurdî nîn in, ji bilî vê pirsa rewşenbîriyê.
Gava bizava reşenbîriya kurdî rê û azîneyek (metod) ji bo çareserkirina gelşên pêşketina zimanê kurdî peyda kir, ew roj bizava rewşenbîriya kurdî rola xwe leyistiye.
Encam
A – Pirsa bi karhanîna alfabeyekê :
Ev pirs jî pirsek rewşenbîrî ye bêguman. Li nav rojekê çareser na be. Jê re dem divêt. Me welê bawerî heye, ku bi karhanîna alfabeyekê ne gerek e jî. Rewşenbîr ji xwe her du alfebayan (erebî, latînî) dizanin. Rewşenbîrê ni zane, ev li gor bîr û baweriya me kêmasiyek kesane ye. Divêt ew kes (rewşenbîr) xwe fêrî alfabeya erebî/latînî bike. Heger ew rewşenbîrên bi pirs û gelşên zimanê xwe mijûl dibin, bi her du alfabeyan ni zanibin, ev çawa pîsporî ye, em tê na gehên. Rewşenbîrên her du aliyan jî gerek e kupirs û gelşên zimanî baş binasin. Du caran dudo dike çar – bê lam û cîm.

Lê heger xebatek zanistî ya ji bo yekkirinekê ya li pêşerojê dest pê bike, ev bêguman baş e.

Li vir me pirsek grîng heye, gelo alfabeyek kurdî ya li rojgariya mêjûyî kurd bi kar dihanîn tune bû? Hin lêkolînên nuh ên zimanî li ser zimanên gel û milletên kevin ên li Kurdistana mêjûyî jiyane dihêne kirinê û encamên van lêkolînan hêdî û hêdî dihêne ber destê me. Yek ji van lêkolînan dibêje, ku ji nivîsên li ser niviştên bizmarî em tê digehin ku li Asya Biçûk li bakurê Mezopotamyayê mişe zimanên kevin hebûne ku xwedî alfabeyên taybet bûne! (Freidrich 1933, Benedict 1963, Diakonoff 1971).

Em dîsan vegerin roja îroyîn: Me bawerî heye, ku çi car alfabe na be sedem ku du ziman derkeve holê. Ev kêmasiya kesane ye. Ev biwêj û vegotinek pirr bêwate ye. Zimanê kurdî çawa dibe du ziman? Lê gava kes (rewşenbîr) xwe baş fêrî zaravayê xwe û her du alfabeyan bike, wê gavê ew kes dibîne ku cewhera hemû zaravayan ji kok û binyad ve yek e. Ango bila devê xwe bigehînin sêva ser darê, bila ne bêjin ku sêv tahl e.

B – Pirsên Zaravayî:
Ev jî dihêt vê wateyê ku, ew kesên (rewşenbîr), ku bi gelşên zimanî ve mijûl dibin, gerek e devoka (zimanê) xwe bi firehî û kûrahî baş nas bikin. Ji bo nimûne, ez vê encamê ji pêzanîn û tecrubeyên xwe yên kesane jî dinasim. Gava ku kurdek (rewşenbîrek) baş bi devoka (zimanê) xwe bizanibe, hingê (ev garantî ye ku) ew kes (rewşenbîr) ji têgehîştin û ta jî ku ji axiftina zaravayên dinê jî baş serwext dibe. Gava ez Goran Candan,kurdê Amedê bi soranî dixwînim û bi soranî bi alfabeya erebî dinivisînim, piraniya kurdên başûr dibêjin qey Goran kurdê Hewlêrê ye û ne ji Amedê ye! Carinan pêwîstî dibe, ku ez bi tirkî bipeyivim ta ku kurdên başûr hîna bawerî bi min dihênin ku ez kurdê bakur im. Ji ber vê destkeftinê ez ji zaravayê dimilkî (zaza) jî serwext im.

B – Pirsa Yekkirina zimanê kurdî:

Em ji binî vê pirsê pirr bêwate dibînin ji lewre zimanê kurdî ji xwe yek e. Pirsek yekkirinê nîn e. Kî bixwaze jî ni kare zimanê kurdî parçe bike. Her ziman jîndar e û xwedî giyanekê (dînamîk) ye. Loma ziman her dem xwe diguherîne û xwe li gor demê dinexşîne, xwe adapte dike. Zimanê kurdî zimanê kurdan e û zimanê kurdî pirr û pirr dewlemend e. Dewlemendiya zimanê kurdî ya bê ser û ber: ji ber pirrbûna zarava û devokên herêmî ve baş dixuye.

Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…