Hijmara (1) ji kovra YEKÎTÎ bi zimanê kurdî derket

  Gotina komîteya nivîsgeha YEKÎTÎ

Yek ji biryarên kongirê pêncan yê siyasî Kurdî partiya me; partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûrî, ko divê em bixebitin ko belavokek siyasî bi navê partiyê bi zimanê Kurdî, zaravê Kurmancî derxin. Çimkî gelek kêmaniyê me –wek partî û wek tevger- div î warî de hene, gerek em wan kêmaniyan çareserbikin, nexasin wek tê zanîn ziman di rewşek taybet de, wek rewşa milletê Kurd li Sûrî, ko bi dehê salan siyaseta tunekirina wî hatiye ajotin û hîn jî berdewame nasname ye.
Ji bo vê sedemê ya serekê û hin sedemên din kongirê pênca yê partiyê li ser vê kêşê rawestiya û ev biryar stand..

Em hêvîdarin ko wê belavok a me «Yekîtî» bibe find û şemalek ji bo vekirina derge-hên roniyê ji gotara li Sûrî re. û em bawerin ko wê pir kêmani yên me hebin di avakirina vê belavokê de û bi taybetî ji hêla teknîkî û giramatîka zimên, lê em bawerin ko wê xwendeva-nê me  li van kêmaniyan bibûrin ji ber destpêke. Lê em sozê didin ko tae m karibin emê kêmaniyan kêm bikin.
Armanca me û serkirdayetiya partî ko em di demek nêzîk de karibin xwendevanê vê belavo-kê pir bikin di nav milletê Kurd de li Sûrî. Û em rexnên hêzên Kurdistanî li Kurdistana bakur û Îranê û Sovyeta berê ji ser xwe hilînin. Ji ber ew rexne di cihê xwe de ne dema ji me re dibêjin ko ew tiştekî li ser helwesta milletê Kurd û tevgera wî ya siyasî li hember rêjîma Sûriyê nizanin, ji ber hemû belavokên me yên siyasî bi zimanê Erebî dertên.
Em hêvî dikin ko belavoka «Yekîtî» karibe helwesta milletê Kurd bi zelalî ragihîne, û xwendevanê xwe bighîne rastiya nerînên partiya me ji hemû bûyerên siyasî di Kurduistana Sûriyê, di Sûriyê, û di devereên cîhanê de, û awayê çareserkirina vê doze û alavên tekoşînê yên ko partî bikar tine div ê qonaxê de.

Emê bixebitin ko hêza gelê xwe şiyar bikin û rûçikên rêjîma şoven û totîlîtar wek heye berçav bikin, bêdudilî, ko ev belavok mil bi mil bi belavoka «Yekîtî» ya  bi zimanê Erebî re bibe rêçnasa doza netewî Kurdî û zimanê gelê Kurd di tekoşîn û kêferata hebûnê û mafê rewa.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...