Tancê Eqil

Seyid Feysel Muctevî

Tancê eqil bikî ser nakevye qeyd û bendan
Gerdûn bibîte behrek nadet bi saq patan
Ne xew ne bêomêdî hostê eqil tiraşî
Kinc û kilavê sistî nefsê firote insan
Dêvê leîn Sulêman dûr kir ji text û tacî
Lev rabû ba û boran mala me kirye vêran
Ba bir heçî vehûna destê bihêze aqil
Girtin ji ba ji tûfan,lehyê ji derbiharan
Bo me dibit xenîmet,girtin ji av û tûfan
Ger cacime pilase ger delq,kurki baran
Nabe omîdê qetke masya ketî bi torê
Ev bê meqes bimîne torê nede qetandin
Raza eger zemanek bê bîr û ray û tedbîr
Ravçî bixewde ev girt bêderdiser bi hêsan
Dibye bikevte fikrê ristek teze vehûne
Xo pêvebigre bavê şayed kete deravan
Kerkûki kevte davê hêşta nebûye êvar
Ger şev bi serde bêtin dê bibte baxê caran
Nêqmet jibo me mînit nêimet jibo neyaran
Xar û qelem jibo me gulrengi bo neyaran
Seyyid nebêje Kerkûk tenya dikevte behrê
Bel ev dibit bidaye bo keyd û mekrê paşan
Mej erd û ax û malê bêxin çîya,şikevtan
Yehyel Îraqi bêjin şabin bi van silogan
Bê mal û milk û bê cî em milletik heyîbin
Dinya me bibte dijmin hêstir me bibine baran
Na na bihorî ev dem xevna visa nebînin
Yê carekê konê ket,nakevte bîr û çalan
Em dê bira bimînin destê xedir şikênin
Pê aqil û dirayet ne das û kêr û şûran
Sine 2008-07-25
Vezn : Mefoûl Failton Mefoûl Failton
Behr : Muzari Musemen Exreb

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...