Xalis Msewer
Sirûda: Werin Kurdistan.
Xêrxwazên cîhan
Xweşmêr û rêzan
Werin… Binêrin
Em jî beşerin
Aştî xwazin
Ne destê şerin
Berya hertiştî dibêjim: Mihemed Elî Heso, dixwaze li vira me hinekî bixapîne, ku rengekî nûjen bide sirûdên xwey bikêş û kilasîk, ji ber wilo hin ji malkên xwe bi rengê rêzan di bin hev de danîne, mîna vê sirûda jorîn, ji ber ku helbesta nûjen di rêngê rêzan de, ne malikan de tê organîzekirin, lê tê xuyakirin ku hin sirûdên wî malikin ne rêzên nûjenin

lê emê jî carna xwe vêre bixapînin, û bêjin rêzên sirûdan, ji ber ku li ber çavan xuyadibin rêz ne malik, û dibêjim jî: Hê helbestvanê me, hewqasî niçîrvaniya wêneya helbesta nûjen nekiriye, û li ser stêla xwey kilasîk ravedaye.
Ku em li lêkolîna xwey rexneyî vegerin, emê binêrin, ku navnîşana vê sirûdê (Werin Kurdistan) di rengê bangeke bi şewat û kêferat de hatiye organîzekirin, û tê xuyakirin jî ku helbestvan ji xwe pir raziye, û bawerya wî bi kesayetiya wî pir tê, lê ka em binêrin bê helbestvanê me çi ji vê bangê dixwazê..? ango mebesta wî jê çiye..û çawaye…?.
Bêgûman tê xuyakirin, ku Heso bang li xêrxwazên dinê dike, û dixwaze ji wan re bêje: Ku em kurd jî mîna wan mirovin, aştî dozin ne tu caran şerxwazin. Di virde peyva erebî /Beşerin/ erê dengekî mozîkî jê têder, lê hinekî beloq di rêza xwe de hatiye, ji ber ku peyv ne kurdiye yek, û ji ber ku şûngira wê jî heye du, dîsanî jî helbestvan karîbû ji dêlva wê ve bigota- Em jî mirovin – bêyê ku kêşa wî bişkesta yn jî nedirust biba, lê bêgûman tê xuyakirin, ku wî ji bo hêza dengê tîpa/Ş/ ev peyv bikaraniye, hem dengekî xurt û hem jî ritmeke bikêş û bi hêrz derdixe wê holê.
Belê ,diyare jî ku Heso di virde, hesta xwey kesayetî û ya hemû miletê kurd bi hevve dihûne, ev jî bi fonêma / Em/ û cêgirê kiştî mîna – in- daye xuyakirin, lê helbestvan bi minoloc êşa hinava xwe dibilîne û ,xwe pir aştîxwaz û nerim û lawaz dibîne, û ji xelk û miletan lava dike, ku bese kurdan jî mîna xw mirov û beşer bibînin. Ev renge aşitî jî, ji peyvên mîna- xêrxwaz – rêzan – beşerin – aştî xwazin – ne destê şerin- tê xuyakirin. Weha helbestvan karîbû mirovantiya xwe û miletê we, ji xelkê re bidexuyakirin, û di Sirûda, Navê kurdistan de dibêje:
Xwedê Kurdistan çêkir şaş maye li hemberê
Eger tofan jî rabe dîsa wek carên berê
Wê Kurdistan kat bidê ji nav kul û kederê
Divê neyar bireve zû ji Kurdistan derê

Navê Kurdistan libal mihemed Elî Heso navekî xwedê daye û pir şêrîne, tevlî ku sirûd mîna yekser û rasterast, û bi rengê nivîsarekê hatiye rêzkirin, û ji nûjeniyê bi dûrketiye, lê malika pêşî wêneyekî netewî pir xweşik didê mirov, ango helbestvan dibêjê, ta bi xwedê yê ku kurdistan çêkiriye, li wêneyê wê yê herî xweşik şaş û matmayî maye, û gelekî spehî û bixeml û şewq û şemale, ev jî hesteke helbestiye pir xweşik û birûmete, û di ezmanê wêneyên wêje û kultûra kurdayetiyê de pir zengîne , ango dîanê têkistê sirûdê bi kultûra kurdî re telihevdibe, ji ber ku ev peyva ku – xwedê çêkiriye û lê şaşmaye- di meselok û kultpra kurdî de bikartî.
Lê helbestvanê me pir bi bawerîye, ku kurdistan tucaran ji holê nayê rakirin, û weha wêneyekî heyman dide welatê xwe, û tucarî bawernake jî, ku kesek karibe kurdistanê welatê helbestvan ji dunyê reha û wendabke. Çiqasî dijmin hewldide, ku kurdistanê bi ber tuneyê ve bibe jî, lê wê miletê kurdistanê dorpêça dijmin bişkîne, û ji nûve wê birîn û kul û derdên xwe derman bike, û azadî û serkeftinê bi mêrxasî bi dest bixe.
Helbestvan di malkên xwe de, derve û hudur pevve girê di de, û hestîn xwe û lat û kevirên wlêt bi hevve dihûne û dibêje: Ev lat û kevirên welêt bi kêferat û kederên miletê kurdve hatine ristin, û yekbûna giyanî di navbera wan de çêbûye. Ji ber wilo kurdistan ji pêv kurdan necihê kesekî dine, û dijmin û neyar divê bi lez û bez û bi rev jê derkevin.
Ev frêza /bi rev/ bi şoreşeke paşeroj mizgîn didê. Ango helbestvan serxwe bûna kurdistanê ne mîna xwen dibînê, lêbelê ew hestyare ku serxwe bûn pir nêzîk û bi rêve tê. Weha Mihemed Eliyê Heso xwe di vir de bê hêvî nahêle, û serxwe bûna miletê xwe nêzîk dibîne.
Qafiya sirûdê bi mozîka tîpa dawî /rê/ re, dengekî xweş dide guhê mirov, û sipartin(التدوير) di malika didiwan de, dîsanê mozîkeke xweş didê, lê bêgûman di bawerya min de, sipartin bi rengekî kiştî alîkaryê bi helbestvan re dike, ku helbesta xwe bi hesanî rêz û malkên xwe organîze dike, û ramanên xwe bi ser hev vedike.
Di sirûda bi navê (xwen) de.
Mihemed Elî Heso, bi rengekî diramatîk bindestya welatê xwe tîne ziman, û xwen û kabûsan dibîne, û hebûna neyaran di kurdistanê de temsîl dike, ku wî wêneyê tiracîdîk nêzî çavan bike, û di vê xewna wî de, dîsanê hestên wî û derve bi hevre dibin yek, giyanê wî di xwe de li nav çol û çiyayên Kurdistanê digere, lê mixabin ew bi wan diyardeyên kurdistanê şah nabê, û kêfa wî lê dişkê, ji ber ku ew di nav vê erda xweş û rengîn de ziyakî maran dibînê, ku ew jî ew dijminênên ku kurdistan vegirtine û dagerkirine, vî ziyayê maran hesteke matmayîn vêre afirandiye, û di cihê xwe de çirisye û maye sar û bê tedbîr û kar. Û weha hestên xwe û xwena xwe derdixe holê, û dibêje:
Min xwe didî li nav serê çiyakî
Li henber min marekî weke ziyakî
Ez mame sar, çi tevdîrê bibînin
Ko vî marî ji vî warî derînin
Tevdîra rast ku herdû xort bibin şar
Em bibin yek, tev de herin şerê mar
Min kire qêrîn, lê dengê min nemaye
Yeqîn kabûs destûra min nedaye
Zû ava bikin kavilê xopan
Da welat bibe buhuşta cîhan
Firêza /maye sar/ nayê wê manê, ku ew ji desthilanîn ketiye..na..ew matmayî maye, ji ber ku ev welatê xwe yê rengîn û bi xêr û bêr, di nav lepên dijmin û neyaran de dibîne, û pir ev tişt pê girane.
Heso bê mical xwe nahêlê û berxwedaneke mezin dike, çaxa hewl dide, ku vî ziyayî ji welatê xwe derêxe, ango bi rengekî ne rasterast, û bi qîrîn û halan doza şoreşeke kurdî dikê, ku dijmin ji vê bihuşta xwe drêxe, di virada helwêsta helbestvan posetîv tê xweyakirin, û ew bi xwe jî lehengê bûyerêye ku dibêje – çi devdîrê bibînin- ko vî marî ji vî warî derînin-
Rêza çaran ji sirûdê di rengê sipartin(التدوير) hatiye rêzkirin, ku ew jî rengê harmonî di nav malkan de peyda dike, lê mebesta wî ya dr ewe ku bêje: Bêyî ku kurd bibine yek ew nikarin vî marê mina ziyakî ji welatê xwe derêxin, ji ber wilo ew çiqasî dike qêrîn û hewar lê dengê wî naçê kesî û destê bitenê nikare tiştekî bike.
evna jî diyardeyeke nêgetîv di civaka kurdî de didê xuyakirin, ku kurd baş narabin bi welatê xweve û nabine yek, û ne kes jî ji van dewlet û miletên dunyê hevalitiyê didine kurdan. Bêgûman ew jî çê li ew meteloka kurdî dike ku dibêje:( Ji çiyan pêve dostên kurda nînin).
Mihemed Elî Heso di virada ne bi tenê bang li xortê kurda dikê ku şoreşekê dijî neyar li darxin, lê bêgûman kurdistana avakirî mîna bihuştê lêdinêre, dixwaze bi lez û bez rizgar bibe, û kavilên xopan biherifin û di cihê wan de avanî çêbibin – zû ava bikin kavilê xopan- da welat bibe bihuşta cîhan-. Bi kurtî em karin bêjin, ku ev sirûd çar wêneyên helbesteke kilasîk dide nasîn, ku ew jî xwein û daxwaznama helbestvanin, û ew jî evin: Xwena rizgakirina kurdistanê- yekîtiya Kurdan- banga şoreşê- avakirina welat-

Di sirûda bi navnîşana(Gelê Cezayir) de.
Mihemed Elî Heso di de xuyakirin, ku di ramanên xwe de, xwedî nêrîneke cîhanî(Kosmopolîtiye)ye, an nêrîneke çep didê xuyakirin, û ew guhê xwe di de nalenalên milit û gelên bindest, û ji wan re distirê, û cihê xwe li alyê wan dibîne, bi wan re tivinga xwe bera sînga kedxwara di de, û piran di navbera dilêxwe, û yên wan de çêdike, çimkî ku ew jî mîna miletê wî bindest û jarin. Dîsanê, di vê sirûda xwe de Mihemed Elî hso, hewedariya miletê Cezayir dike, ango xwe bi miletê Cezayir re alîkar û elaqeder dibîne, ku ew milet li bindestê destlatdariya Firensawî dima, lê mixabin ew pir ketiye nav dehla kul û derdan de, ku miletê wî yê kurd jî mîna vî miletê han bindestê ereb û firs û tirkên nemerde de, mane bê ziman û kultûr û bê qeder û cijh û war, çiqasî dixwaze jî, lê nikare mîna daxwaza xwe bi miletê Cezayir re alîkarbe.
Li dawî helbestvan dixwaze, miletê kurd bi miletê Cezayir ve naskirin bide, û êş û derdên vî miletî bi miletê Cezayirê bindest ve nîşanbide.
Lê mixabin hate xuyakirin, ku evna jî qedera kurdaye, ku herdem ew ruwên gelên belengaz û bindest maçdikin, û bi wan re alîkarin, lê mixabin ev gelana bi bêbextî li kurda vedigerînin û qenciya kurdan li cem xiraban dibe xirabî, û badîhewa diçe. Çawa medît jî, ku berpirsyarên Cezayir lingê xwe li alîkariya helbestvan û miletê kurd xistiye, û şoreşa kurda li kurdistana Iraqê bi peymana ew Cezayira bindest ku heso jêre distira û alîkarbû, bi vê peymana dijî mirovantiyê, ew şoreşa kurdên belengaz û bindest, bi bêbextî û di şeveke tarî de binpêkirine û bi hovane hilweşandine, ku bi sedhezaran, kal, zarok, jin, û mêrên kurd, ji ber vê peymana tiracîdî hatine kuştin, û bi çol û çiya ketine, û qedera vî miletî xistine destên xwînxwar û hov û faşîstên vê dinê. Û helbestvan weha vî tiştî tîne ziman û dibêje:
Cezayir ez tev de derdim
Ji derdên li te neşêm xeberdim
Çawa dikarim bibim alîkar ?!
Eger bindestê Tirkên nemerdim
Ger min nasnakî, ez xortê Kurdim

Di Sirûda bi naê(Bindestî) de dibêje:
Kesê bindest deyûze
Ew buhuştê nabîne
Dilê wî tim bikule
Jîna wî na bê tîne
Weke hêka şikestî
Serî her dem birîne
Mirin jê re çêtire
Ji bona çi dimîne?
Pozê wî naşewite
Namûs di serî nîne
Bera here biqeşete
Çavên min wî ne bîne
Kesê bindest deyûze
Ew buhuştê nabîne
Dilê wî tim bikule
Jîna wî na bê tîne
Weke hêka şikestî
Serî her dem birîne
Mirin jê re çêtire
Ji bona çi dimîne?
Pozê wî naşewite
Namûs di serî nîne
Bera here biqeşete
Çavên min wî ne bîne
Mihemed Elî Heso ji desthilanîn nakeve, û bi mêrxasî miletê xwe radikê ser tapanan, û doza şoreş û raperînê lêdike, û dibêje: Ew kurdê ranebe serxwe û cilka bênamûsiyê bikişîne serê xwe, ew bi peyvên pir giran şermezar dike, û di malkên xwede jî wêneyên tabloyeke bêzarî û êşa miletê xwey bnidest dide xuyakirin, ku ev miletê hêja û mêrxas mixabin di gastîna miletan de, herdem bêmical û ser şikestî û bêmafe, û dîsanê helbestvan dibêje: Çi mirovê bindestbe û doza azadiya xwe neke, ew li dinê mirovekî bê xîret û bênamûse.
Lê helbestvanê me mihed Elî Heso naxwaze yên wilo di nav kurdan de bibîne, û wan bê havil û çare dibînê, û wana mîna deyûzên ku serê wan nare bihuştê dibînê.Dîsanê bi kelepûra Islamê re digiê hev, û kotina ku dibêje: (Deyûz nçe bihuştê) bikartîne.
Çimkî rêzên sirûdê, bi rengê pexşan(النثرية) û rapor di vir de hatine rêzkirin, ango bêxeyal û ristesaziyet(الشعرية) hatine organîzekirin, ji ber ku rêzên helbesta wî di kevin warê helbesta netewî û riyalîzimî de, pexşan jêre pêwist bû, ku karibe watayên malikên xwe bi rengekî yekser têxe serê xwênerê xwe de.
Û Ne weha bi tenê jî, lê malikên wî di naveroka xwe de, bi rengê folklorî û nêzî têgeyên milet hatine rêzkirin. Di van malkan de jî jihevgirtin(تناص) bi tikistên Islamê re telihev bûne. Ango Mihemed Elî Heso, li vir naxwaze ku ki kurdên weha bênamûs û deyûz li ber çavên wî hebin û xuyabikin.
weha helbestvan dizane çawa miletê xwe rake ser pêyan, û di zane jî ku mêrê kurd ji namûsê re pir hezkare, û gelekî mêr û binamûs û xîrete.
Vêca ji vî alî de, bi hest û ihsas di jiyan û kelepûra kurdî de tîne berçav, û xîreta mêrikê kurd tevradike, ku êdî rabe li ber xwe bide, û xwe bi gernasî ji bindestiya ebedîn kutah bike, û mîna miletên dinê serbixwe û azadbe.
Wêneyekî pir xweş û bi wate di rêza ku çê li kurd dike û dibêje: -Jîna wî bê tîne – ango bê xweşî û bê wateye, û ew li vê dinê bê mical û qiram rûdinê, û jiyaneke xizan û sêfil derbasdike.