Seydayê hêja nivîskar Zeynelabidîn Zinar Teror û ola îslamê dinirxîne

  – Terorîzm qetilkirina mirovan bi şêweyek hovane ye. Ji bo bighêje armanca xwe, çalakiyên hovane pêk tîne, bi vê rêyê civatê nîvfelcî dike, bêhişkirin, bêdengkirin û korkirina mirovan  bi xwe re dihêne…
Nêzîkbûna ola îslamê li qetilkirin û helwestên hovane çawa ye?
 
Z. ZINAR: Kesê ku di nêv axa welatekî Îslam de be, parastina can, mal û namûsa wî ji aliyê hêza dewletê ve tê kirin. Ji vê zêdetir eger kesê ku jar û kêmendam be jî, divê dewlet wî xwedî bike. Kuştina hemwelatiyan bihêle, dilhiştina wan jî gunehekî mezin e.
Ji xwe  qetilkirina mirovan, ji aliyê îslamî ve bi awayekî tund hatiye qedexekirin û ji bo kujeran sezayekî pir hişk jî bi Ayeta Qurana pîroz hatiye kifşkirin. Di Ayeteke din de jî dibêje ku ”Dema yek tê kuştin, erd û asîman dilerizin û Xwedê pir aciz dibe…”
Çi kesê bisilman, yan desthelatdarê welatekî îslamî, dema ku xwe bi rengê bisilmantiyê bide nîşandan û tiştên kirêt bike, ew kiryar ji gunehên ”kebair”in ango mezitirîn gunehkarî ne. Herweha eger ev yek ji bo qezenca aborî jî bête kirin, dikeve nêv grûba gunehên mezin. Ji xwe ji bo gihandina armanceke taybet kirina terorê bi şêweyekî hovane ku çalakî pêk tînin û baweriya civatê serobin dikin, musteheqê xezeba Xwedê dibin.
Bi rastî bisilmanan hêj bisilmantiyê nenasiye. Peyvika ÎSLAM ji selmê hatiye wergirtin ku bi wateya daweşandina ji xirabiyan e. Yanî çi kesê/a ku xwe bisilman ango bawermend bihesibîne, divê hemû jîndar û kaînat ji dest û dev û dilê wî/wê êmin bin. Eger na, ew kes ne bisilman e û ne jî bawermend e.
 
– Neteweyek desthilatdar ku ola xwe îslam be, zilmê miletekî din olîslamî bike, rêvebirî û xelkê wê bi şêweyekî hovane hepis bike, şkencê li wan bike û wan qetil bike, desthiladariyek wisa  çiqasî rêzbazên îslamî dimeşîne?

Z. ZINAR: Di bisilmantiyê de berpirsyartiya desthelatiyê ji ya kesayetiyê pir pir zêdetir e, xêr û guneh jî eynî wisan in. Bêweku kesekî ku di dewletê de desthelatdar be, ew berpirsyar e ji bo hemû hemwelatiyên di nava sînorên dewletê de.  Ji ber ku sazumana dewletî, herwekî ya malbatî ye. Dema di malbatê de zarûk birçî û tazî dibin, di serê pêşî de perpirsyarî, ya bav e û piştre ya dê ye. Ji xwe kirina zilmê di Qurana pîroz de 380 carî hatiye dubarekirin ku divê neyê kirin. Ew miletê ku ne ji gruba deshelatdar e, eger ne bisilman be jî, desthelatî nikare zilm lê bike. Ji ber ku ew di binê êminatiya desthelatiyê de ye. Lê ew kesên desthelatdar ku ne li gor rêbaza îslamî dilivin û cewr û zorkarî li hemwelatiyên xwe dikin, dê sezayê pir giran bibînin.

– Li dijî qetilkirina desthilatdarên wisa, ola îslamê çi îcazê dide mirovî?
 
Z. ZINAR: Dema desthelatdarên welatekî bisilman ku zalim bin û ne di riya rast de herin, divê hemwelatî serî li ber wan rakin û wan ji ser textê desthelatiyê daxînin.
Lê rastiya meselê ev e ku nida 52 yan 54 dewletên bisilman hene, desthelaatiya  yeke tenê jî ne li ser riya rast e û bi hemwelatiyên xwe re jî ne durust in. Rastîya îslamî, durustî û wekhevîtiya wê, tenê 30 salî domandiye ku jê re ”Dewra Seadetê” tê gotin. Piştî wê, her desthilatiyeke bisilman, Îslamê kiriye şûr û pê kursiyê xwe parastiye.

eurokurd.net

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…