Mêvanperweriya Nêkola Sarkozy

  Hoşeng Osê

Piştî têkçûna împeretoriya Osmanî û vekişîna wê ji welatên ereban, li gorî peymana “Saykis _ Bîko”ê, navber îngilîz û fransiyan, ji sala 1920’an û haya 1946’an, Sûriye ket bin mêtingeriya fransiyan. Ango, Sûriye, 26 sal, li bin destê fransiyan ma. Heta piştî ku ferensî ji Sûrî û Lubnanê vekişiyan, dîsa jî van herdû welatan, weke meydana berjeweniyên xwe yê li Rojhilata Navîn dinerî. Lê nêzîkbûn û têkiliyên Feransa bi Lubnanê re  ji têkiliyên wê yên bi Sûriyê xurtitr bû.
Piştî kuştina Serokwezîrê berê yê Lubnanê, Refîq Herîrî û gumanên ku rejîma Sûriye li dû vê kuştinê be, her ku çû û têkiliyên Sûriye û Ferensayê xerabûn. Her tim, Ferensa ji Sûriyeyê dixwest ku roleke erênî derbarê aloziya Lubnanê de bilîze. Lê Sûriye, li “kerê şeytên siwar dihat” û destê xwe davêt karûbarên hindirîn yê Lubnanê. Dixwest ku Beyrût ji Şamê rêvebive. Lê serokê berê yê Ferensayê Japac Cîrac û yê ana Nîkolas Sarkozy bi tundî li hinberê rejîma Beşşar Esed, rawestiyan û piştgirya hikûmeta Lubnanê kirin. Bi vî rengî, têkiliyên navbera Sûriye û Ferensayê, hemahema, dikira qutbibûna. Êdî rejîma Sûriyeyê bi çavê neyartiyê li dostê xwe yê berê, Ferensa, dinerî.
Piştî ku Sûriyeyê derbarê aloziya Lubnanê de hin nermayî nîşan da, destek da peymana El-dewhayê  û hêzên Lubnanê lihev hatin. Li ser vê jî hilbijartin pêk hat û General Mîşêl Suleyman ji bo serokomariya Lubnanê hat hilbijartin. Piştî vê yekê, hin nermayî kete nav têkiliyên Şam û Parîsê. Lewma, Sarkozy, Beşar Esed vexwend Parîsê. Her wiha di nav komcivîna 44 welatên ku bo Yekîtia Derya Spî civiyan de cih girt. Bi vê geşedanê, rê li ber civîna Esed û Serokomarê Lubnanê vekir. Civîn pêkhat û serokê dewleta Qatarê jî beşdarbû. Başdarên civînê erênî nêzîkê civînê bûn û hin sîgnalên ku dê di demek nêzîk de, têkiliyên diplomatîk navbera Sûriye û Lubnanê çê bibin, dan. Ji ber helwesta Sûriyeyê, dixuye ku hevdîtinên nedîrekt navbera Sûriye û Îsraîlê ku li Tirkiyeyê çêdibin, dê pêşve biçin. Ango, rewş, ber bi aramiyê ve diçe.
Lê ya balkêş ew e, ne ku mêvanperweiya serokê Fransa karîbû serokê Sûriye û serokê Lubnanê bîne cem hev. Lê ev mêvanperweiya siyasî, karîbû serokê Sûriye û Serokwezîrê Îsraîlê Ehod Olmert bîne ba hev da ku li dora maseyekê aşkere bicivîne!. Xwedêgiravê, Sûriyeyê çûna civînekê ku nûnerê Îsraylê beşdarî wê civê biba nedipejirand. Lê niha, li ser asta serokomariyê jî beşdar dibe. Îja, pirsa xwe dide pêş eve: Eger mêvan perweriya Sarkozy, karibû, Esed û Olmert, roja 13’ê tîrmeha 2008’an di komcivîna 44 welatên ji bo Yekîtiya Derya Spî de, bîne rex hev, dê ev mêvanperwerî karbe, bi dizî, dûrî çavên kamareyan û kurepistên rojnamevanan, bîne cem hev?.
………………….
Ji quncika heftane ya Hoşeng Osê di rojnama Azadya Welat de.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…