Sitûna ZORAVA

  Bavê helebçe

Gelek caran me di medya û rojnameyên kurdî de l ser , çelengî û qehermania jina kurd û giringiya rola wê di civat û dîrokê de xwendiye,
Û gelek navên navdar bi tîpên zêrîn di rûpelê dîrokê de hatine nivîsandin .

Û bûne sitêrkin geş, roniya xwe dane qada xebatê, û rê li pêşya xorta ji pêkanîna mafên wî yên netewî, û jiyaneke azd û aştine de bijî ,ronî û dûz bike.
jina kurd carekê,dayka şehîd e, carekê jî şewreşgere , li serçiyayên kurdistanê di nava berf û seqema dijwar de, mîna pilingan li kêleka pêşmergên qeherman , xaka welatê xwe ji êrîşên dijminan parast ye .
Belê,jina kurd ewe ya ku bi destê çepê dergûşa qehremanan dihejînê, û bi destê rastê cîhanê seraser dihelînê .
Jina kurd  LEYLA ZANA ye, a ku bi dehê salan di zindanên şoven û xwînmijan de , berxwedanek bê sînor ,di ber doza gelê xwe de kiriye ,û nav u dengê wê li seranserî cîhanê belav bûye .
Jina kurd LEYLA QASIMe, ya ku canê xwe yê şêrîn ji doza gelê xwe re kiriye qurban. û bi xwîna xwe ye pîroz , riya azadiyê li pêşya gelê xwe ronî û geş kiriye …
Belê jina kurd , HELÎMEYE dayika çar şehîda  ye, û careke din, jina kurd SITÛNA ZORAVA ye, dayika  çar lehegên min ŞÊRAN yên di zindanên şamê de, SEMSA XANIM e 
Roja 15  Sibata 2005 an li taxa zorava ,di nav wan xaşerêkên çiyayê QASYON de ,di navbera wan latên berz û bilind de, ez pêrgî ŞEMSA xanim hatim ,ku ew serkêşiya birek qîz û xort dike ,berê wan li dadgehê bû ,
Dengê lingên wê û yê dilê wê her yekî êşek cuda nîşan dida,di keskayiya şavên wê de şahî û xemgînî tevlî hev dibûn , keskesor di nav herdû pêsîrên wê de der dib,û tevan bihev re tabloyeke rengîn nîşan dida .
Bi coşek gerim, ez jî tevlê kerwanê wê û hevalên wê bûm , me berê xwe da dadgehê ew dadgeha suxte , ya ne dadmend , me pêşwaziya he çar kurên wê û  11 e hevalên wan bi gul û çîçekan  kir .di encamê de her çar kurên wê  û hevalên wan bi 3 salan , bê sûc û guneh hatin ceza kirin .
Di wê navê de ŞEMSA xanim da ber tilîlyan, û salogan avêtin bi dengekî bilind zimîn bi dîwarê dadgehê xist ,got    hun karin me zindan bikin  hun dikarin me bikujin , lê tucarî hun nikarin behweriyê me biguherênin ,çendî em zilm û zorê ji destê we dibînin ewqasî em bi doza xwe ve tê girêdan. ma gelo dema em daxwaza mafên xwe bikin wê bersiva we eşkence û zindabe . lê bera hun bizanin ku gelê me ,bi van kiryarên we çavtirsandî nabe. û serê xwe natewîne, ji ber go ew dizane di siya wilo serkirdayetê şoven de, riya azadiyê bê eşkence û zindan ronî û dûz nabe .
Heger we îro heçar kurên min avêtin binê zindanê ,ha vaye bi sedan qîz û xortên min çêbûn .
Rojên li pêş,rojên me ne, rojên gelên bin destin. baweriya min bi gelê min xurt e baweriya min bi van qîz û xortan bilind e ku ewê karibin vê doza xwe ya pîroz bi rêve bibin serî

 Xortino qizno destên hev bigrin, rêzên xwe biyk bikin, ji hev bela nebin ,ji ber ku xurtiya me û gelê me di yekîtiya me de ye ,

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…