Mustefa Begê Cemîl Paşa Diyarbekirî jî çû ber dilavaniya Xwedê

Konê Reş

Berî du rojan ango (05/07/2008), Mustefa Beg kurê Mihemed Begê Cemîl Paşa li Şamê çû ber dilovaniya Xwedê, piştî ku wî 82 bihar ji temenê xwe diyarî welatê xwe kurdistanê kirin û di her çar perçeyên kurdistanê de xebat kir..

Mustefa Beg kurê Mihemed beg e, ewê ku yek bû ji lebatên komela Xoybûnê, di gel bira û pismamên xwe wek Qerdî Beg, Ekrem Beg, Bedrî Beg, Wecdî Beg…
Mustefa Beg di sala 1926 an de li Amedê (Diyarbekirê)çêbûye, di sê saliya xwe de, bi malbata xwe re binxetî sûriyê bûye. Wî xwendina xwe a seretayî li Amûdê û Hesekê xwendiye. Piştî ku malbata wî sirgunî Şam û Tudmirê bûye wî xwendina xwe li Şamê, di dibistanên Fransîzan û amerîkan de xwendiye.
Di sala 1960 î de li sûriyê, ji ber kurdayetiyê, di gel bav û birayê xwe ketiye zindana Şêx Hesen de li Şamê..
Ji neçarî wî û birayê xwe Wecdî Beg berê xwe dane Kurdistana Iraqê, li wir jî hatiye girtin û 6 mehan di zindana Nihaye de derbas kiriye, di bin eşkencê de nenûkên wî hilkirine..Peleke baş bi Barzaniyê nemir re maye, wek pêşmergekî beşdarî di şoreşa Eylûlê de kiriye..
Di sala 1975 an de bi şervanên Barzaniyan re çûye Iranê, bajarê Kerec.. ji wir jî, xwe li turkiye girtiye, piştî pêlekê careke din zîviriye suriyê gundê xwe Dade Evdal.
Hejaye gotinê ku kebaniya wî keça Omerê Şemdîn axa ye, destbirakê mir Celadet Bedirxan û yek ji lebatên aktiv di komela Xoybûn de, ku civînên Xoybûn di mala wê de li Şamê, dihatin li darxistin. Hem jî hêjaye em bêjin, ku keça Mustefa Beg kebaniya mamoste Nîhad e, kurê Barzaniyê nemir û 10 kurên wî jê hene.
Em jî bi dilekî xemgîn vê nûçeyê di pejirînin û sersaxiyê ji tev neferên vê malbata dêrîn re hevî dikin. Bela serê wan sax be, serê gelê kurd sax be..Xebata wan di ber welatê wan de, cihê rêzgirtinek mezine ji rex gelê kurd ve.Yezdanê dilovan Mustefa Beg bi dilovaniya xwe şad bike, buhişta rengîn mala wî be.
Not: Îro, piştî nîvro wê termê Mustefa beg ji Şamê bigihê gundê wî Dade Evdal û wê ew di rex bav û diya wî de, di gortisatan Pisîsê de bê veşartin, eva ku dikeve navbera Serê Kaniyê û Derbasiyê de.
Konê Reş
Qamişlo 07/07/2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...