JI DILÊ MIN DEST PÊDIKE

 

Abidelsemed hesen ( Bavê Helbest)

çîçekek avdayî
Bi gulanê
Di deşta dilê Min de
Bi şax û şîne
Ji dilê Min dest pêdike
Bi ger û kar û tekoşîne
Vedigere li dilê Min
Di her dilopê De
Ji xwînê
êş û evîne
Rondikê Demê
Li hêla dilê şêrînê
Bager û bahoz
Seqem tav û xumîne
Rondikê çavan
Li ser dêman
Lehîne
çemên welat di dilê Min re
Di herikîne
Xabûr û decle û ferat
Di gola dilê Min de dadibin
Bi çavên te li hev civîne
şêrîn dest pêdike
Ji dilê Min
Bi silsvek germ
Bi berbanga sibê re
Rojê Li hev dixîne
Ji dilê Min
Bi hêrz û hiner
Riya ji hev dide xwiyan
Ta ezman perda reş
Dadixîne
Li dilê Min vedigere
Jê re cî û war û nivîne
Lorî şêrînê lorî
Dengê Dilê Min
Guhê şêrînê xweşdike
Bê kul wê radizîne
Ez bi te me
tû bi minî
em bi hevin
jîndar   şêrîn   gulê
Ta bi dilê Min
hêlîn û şah û serokê
Xwînê
Hêza min herdû çavên şêrînê
Bi wan ez helbestvan
pêşmerge
tekoşer û civînim
bi te me ez
tû bi minî
em bi hevin
şêrîne tû bi şêranî
Bi te dil çI şêrîne
Dile   gule    kule
Evîne   birîne
E   V   î   N   E
 
5-3-1991                  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...