Cejna Aşîtiyê

  Hadî Behleî

Beyreqa aştiyê hildin
Ser çiya û deşt û zozan
Di kesk û sor de xemilîn tev
Gulşen û baxçe û bustan
Sosin û gulnar vebûn
Qurmiyê aşîtiyê firriyan
Bdîtina cejna  û teaxî
Dêm duran çavên xwe kildan
Cejn û rizgariya kurdan

Çemê Diclê ey heval
Vaye ji bakur hate xwar
Vaye ji bakur hate xwar
Da giha Şet El Eereb
Hawîr xwe îro kir buhar
Çekê rengînî li wan kir
Şîn kirî lat û zinar
Ji xelîc hetta Ferat
Şadiya yazdê adarê
Cejna rizgariya Kurdan
Milletê kurd û Ereb
Vaye qadê bûye rêz
Destên wan tev seran ser
Li xwe kirine sed xeml û xêz
Iktiya Îraqê dijîn tev
Bo welat xwe dkin parêz
Pev re yek dengî di bêjin

Her bijî tev de dibêjin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…