DOZISTAN

Ciwan Dêrikî
ciwanderiki@hotmail.com

Gulîstana min a rengîn
Bi perda reş nuxamtin
Kirin tarîstan
Şevistan .

Bi cobarin sor avdan
Jêr û jor
Bi sal û heyaman
Li pey hev
Kirin xwînistan

Kujistan .
Gerandin li ser
Bager û bahoz
Barandin berf , teyrok ,
Kirin berfistan ,
Siristan .

Rê li ber jînkirinê girtin
Qad û ezman dotin
Dev mane jihev
Tenê maye rev
Kirin birçîstan ,
Revistan .

Dest hemî birîn
Kuştin hemî kar
Şivantî ,
Gavantî ,
Keraxî . . .
Tiştek nehêlan
Bû tiralistan ,
Bû bêkaristan .

Roj çemberkirin ,
Ezman dagirkirin ,
Şev bû diyarî
Mejî rawesta
raman xetimî
bû nezanistan .

di quncikên dilde
çandin tirs ,
terror ,
hovîtî . . .
kuştin bawerî
kirin tirsistan .

deng ziwabû ,
bînahî .. ava reş pêde hat ,
perda guh teqa . . .
bû lalistan
koristan
keristan .

bayê mirinê ajotin
zindî kirin mirî ,
hişk bûn dar û ber ,
bihar . . .avêtin nava êgir
havîn bû aşê seriyan
pehîzê konê behiyê veda
qesaban .. dikanin nû vekirin
kotekiyê serî hilda
welat bû mirinstan ,
zoristan .

biyaniyê di kêferata dojehê de
bi xwe haybû
çav bellbû
berê xwe da dapîr û bapîran
li bîranînan bû mêvan ,
bêhna çiyê hilkêşa
çêja axê çêjand
lewra . . .qîr . . .ji nîva kezebê  berda
banga wî dengveda
bijî axistan
bijî pîristan
bijî vegeristan .

* * * * * * * *

Dêrik –   2008 .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...