Pêkenînî Azarekan

  Botan Letîf Mawîlî / Hewlêr

Wa pêş êware ye
Katjimêr mandûwe,
Fêrkirawe
Be agabêt çike bikat,
Be pêkenînî zordaran
Be xwênî mirovî aram xul bixwat û
Henasey mêjû şeq bikat.

Zewî bêzar e !
Katjimêr delê:
Rêgam biden rakşêm û
Xewnî aza wagam bênê,
Seyre hêşta nenûstûwe!..
Êware ye
Êsta zewî xoy le tîşkî xor lanadat.
Pejare berîne, hîwa qole
Amance sinur debrêt û bangî dûre,
Le janî dengêkî aram, hêzî hêmin,
Le wîjdanî hawarî merg,
Azayetî û dilêrî le dayik debê.
Aw yarîy xwênî şehîd û
Agir yarîy rengî sore.
Serkewtine
Lehenawî şorişî pak
Le qolayî hîway Kawe
Le naxî azayetiyewe
Girî serkewtine sore.
Xor awaye
Belam xorawa nabêt û
Bemaçî mang her le şew da
Ta beyanî serçopî azadîy egrê.
Mang le delaqey dilyewe
Erwanête Newrozî manî yaranî
Lêwelerze
Be espayî
Çomêk firmêsk ebînê
Pêkenînî azarekan eşwatewe
Dengî berz
Le gerûy Kawey Asinger
Lesere xo
Dilelerzokekey Zuhak etoqênê
Bebiwêryêkî bilind, bedestî rast,
Be çekuşî kirêkarî
Bebergî xizmetguzarî
Hêrş dekaw
Be hêzî gel, be nawî gel,
Ey daleserî zordarw
Milî toreyî eşkênê,
Serî pê pan ekatewe.
Ciwan birwanin
Mêjûy netewe
Leserperî em kolane dest pê ekat
Baş sirinc den
Girî germî xoşewîstî
Xoşewîstî bo azadî,
Girî germî evîn
Evîn bo serbestî,
Lebaweşî heway azad helgîrsawe
Kiç û kuran
Leser lutke berzekanda
Sirûdî Newroz elên û
Agir awazêkî heyew
Sema asa heldeperê,
Be lenawçûnî zordarî
Be rizgarbûn û azadî
Xelk tînuyêtî şikawe
Genc û lawan
Deste çîley agiryan ledestew
Bedem sirûdî Pîremêrd
Şayî û helperkê degêrin,
Hemû nîştîman xiroşawe.
Xak lêwan lêwî bizeye,
Rizgarî tamî wizeye
Cejinî pan netewey Arî
Cejinî cîhanî rengîne
Beharî jiyanewey siruşt
Siruştî bextyarîy jîne.
Newroz
Cejinî Mad û Hînd û Sasan,
Cejinî salî tazey kurdî,
Lew êware agirîne
Xor daway lemang kirdûwe
Rêga bidat
Rojjimêrî salî kurdî dest pê bikat,
Zerdeşt delê:
Gurî agir hêmay pakî û
Ciwanî û rûnakî bexşîne
Herbibînim dûre jan bê nîştîmanin.
Be gurtir bê agirî Newroz,
Pîroztir bê legel û hoz,
Sewztir bê, ciwantir bê,
Beharî siruştî wulat,
Şekawebê alay berzî Kurdistan im.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...