-Besam Mistefa… neviyê Adem e ê ku ji buhuştê hatiye qewirandinê û li vê cîhana westan û gunehkariyê hatiye bicîkirin. Dema ji nişkê ve xwe rûbirû bi jiyanê re dîtiye, veciniqî ye. Ji wê dema dûr ve, ew li xwe digere….ji xewnekê heta bi xewneka din, êş bi êş û di nav dûyê çixareyên xwe de li xwe digerim, li wî Besam ê ku hûn lê dipirsin….hîn min ew nedîtiye…ez nizanim Besam Mistefa kî ye…lê li we naveşêrim ku ew mirovekî nazik û hestgerm e, ku bi her stranekê re dikare bigirî, di her gulekê de bihna Xweda dike, di her rojekê de hezar xewnî diçîne û ji hemû mirovan hez dike û hîna ew zarokê bêrî û piçûk e….
– Çawa bû ku we dest bi xebata wêjeyî kir?
-Hê di zaroktiyê de hezkirina min ji tenahî û xwendinê re dihat. Saykolojiyaya min digel hestên nazik, stran û çîrokan diguncê. Ez dikarim bê sedem bigirîm. Dema min lîse dixwend merivekî min mala xwe guhêrand û pirtûkên xwe li mala me hiştin. Tê bîra min, min ji heval hogirên xwe re got: ez bi ser gencîneyeka zêran ve bûme! Vê yekê derfetek mezin da min ku ez bi kûrahî di nav deryaya wêjeya kurdî û erebî û cîhanî de melevaniyê bikim. Carina min kitêbek hil dida û 7-8 saetan li pey hev dixwend heta min ew xilas dikir. Zarokên malê û ên xizm û cîranan li dora min kom dibûn û min ji wan re romana “Yên Perîşan” ya romannivîsê Fransî „Victor Hugo“ dixwend, digel gellek çîrok û romanên din…hêdî hêdî min nas kir ku ez ji bilî wêje û nivîskariyê bi kêrî tutiştê din nayêm! Li paş mala me jî sînorê Tirkiyayê diyar bû û li paş têlên sînor çiyayê Bagokê xuya dikir. Vê dîmenê êş û azara gel û welatê min her roj dianî bîra min. Û ji ber ku gelê min bi hewceyî wêjevan û wêjevaniyê ye, min biryar girt ku ez hemû jiyana xwe bixime di bin xizmeta çanda gelê xwe de, ez jî ji aliyê xwe de kevirekî lê kim, di wê avahiya mezin û bi rûmet de ya mala çanda kurdî…
-Heya niha çiqas berhemên we hatine çapkirin?
-Berhemên min wekî kitêb hîn nehatine çapkirinê. Lê gellek werger û helbest û nivîsar û gotar û çîrokên min di rojname û di malperên kurdî de hatine weşandinê, û gellek berhem li ber destê min hene ku derfet hebe di pêşerojê de wê bêne çapkirin, ji wan wekî mînak:-berhevokeke helbestan-berhevokeke çîrokan-werger û gellek tiştên din.
-Hûn helbestê çawa pênase dikin?
-Helbest di baweriya min de ew bêndera dirêj û berfirehe ya derbirîna hest û nestên mirov. Ez nikarim pênaseyeke taybet bidim helbestê, ji bo ku ez azadiya wê sînor nekim. Helbest li bal min poreke dirêj û berdayî ya jineka ciwan û bedew e, giriyekî eşkere ye li pêşiya hemû reng mirovan…helbest parçeyek ji rastiyê ye di nav zeviyeke dûr û dirêj ya durûtî û derew û jixwe dûrketinê de.
– Hûn di helbestên xwe de zêde qala çi mijarekê dikin?
-Weke min niha jî got ez hesta xwe azad dihêlim. Bawer bikî gellek caran ne ez lê ew min dinivîsîne. Bêtir bi helbestan ez rewşa xwe ya derûnî ya demeke taybet û destnîşankirî derdibirim. Mijarên min hertiştê ciwan û xweşik ên vê jiyana me ya kurt in wekî hezkirin, hizra netewî-şehîd- gul- meh-ezman-stêrk…hwd. Ev yek ji hezkirina min ji azadiyê re tê, ez naxwazim mijareke taybet yan hizrekî yan îdeolojiyayekê bişopînim, belkî mijara here giring û welatê here dûr û xweşik û cîhana here kûr ewe di nava mirov û derûn û wîjdana wî de ye. Doza min doza azadiyê ye, azadî bi hemû reng û şiklên xwe.
– Piraniya helbestên Kurdî ku niha tên nivîsîn, nûjen in. Hûn cudahiya navbera helbestên nû û kilasîk çawa dinirxînin?
-Hilbet, cudahî di navbera helbestên nûjen û ên kilasîk de heye, lê di baweriya min de ev cudahî zêde girêdayî formê (şiklê)ye ne naverokê. Helbesta xweş xweş e, çi kilasîk be çi nûjen be, ev dimîne ser helbestvan bi çi hestî ew nivîsîne û heta kîjan radeyê bi xwe û derûna xwe re rast bûye. Ew du qonaxên hevtemamker in di wêjeya her gelekî de, dema mijar girêdayî şêwazên derbirîna hestên mirovî be dijberî ji holê radibe, namîne. Helbesta nûjen bê helbesta kilasîk nabe, ez bi herdû şêwazan dinivîsînim, û bawer im ku helbestvanên kilasîk ên weke Cizîrî û Nalî û Mehewî û Feqiyê Teyran û Bateyî û Xanî wekî bavbapîrên me helbestvanên nûjen in. Bêyî wan, emê herdem kêm bimînin. Ew bingeh in, em jî şagirtên wan in, lê belê çi fayde ye eger şagirt nede pêşiya mamostê xwe: herdû jî bin dikevin wê gavê…
-Çima helbestvanên me zêde helbestên nû dinivîsin?
-Ne hemû helbestvanên ku helbesta nû dinivîsînin helbestvanên nûjen in. Hinek hene ji bona xwe wekî însan yanî helbestvanên modêrn bidin diyarkirin, helbesta nû dinivîsin, lê belê wekî min got niha qonaxa nûjeniyê ye. Ehmed Huseynî ku wekî sembola helbesta kurdî(Kurmancî) ya nûjen tê hijmartinê gellek caran helbestên xwe bi çarîneke Melayê Cizîrî yan hozanvanekî dinê ê kilasîk dest pê dike. Nûjengeriyeke wisa ji me re pêwîst e. Hilbet, nûjenî tenê helbestvan qurtal nake, lê dimîne ser asta çanda wî/wê, ked û westana wî/ê ya di vî warî de hatiye rêtin.
-Bi baweriya we helbesta kurdî niha di çi qonaxekê de derbas dibe?
-Bê guman helbesta kurdî-bi hemû zaravên zimanê kurdî – a niha – di qonaxeke gellek pêş de ye, lê belê hêjî negihîştiye qonaxa cîhanîbûnê, ji bilî mînakên hindik, helbesta Kurdî ciyê xwe di nav helbesta cîhanî de negirtiye. Ev yek ne ji ber lawazî yan jî qelsiya ziman yan helbesta Kurdî ye, lê bêtir girêdayî rewş û barûdoxa milletê Kurd e. Gotina Xanî hêjî aktîv e dema dibêje ku gelê kurd ne nezan û cahil e, lê belê êtîm(sêwî) û kêm derfet e !
-Hûn bi giştî rewşa çand û wêjeya Kurdî çawa dinirxînin?
-Çanda Kurdî bi hewceyî ked û xebateke bê rawestane. Dîsa, ez dibêjim rewşa kurdan û dabeşbûna welatê wan bandorek, kartêkirineka nêgatîv ser çanda gelê kurd hîştiye. Di baweriya min de, kêmanî bêtir dikeve warê wergervaniyê de, prosesa wergerê pir kêm e di nava wêjeya Kurdî de, werger çand û zimanê milletan bipêş dixe û dewlemend dike. Ronesansa Ewropayê tev bi wergerê dest pê kir!
-Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê, heya çiqasekê di warê çand û wêjeya xwe de serbest in ?
-Weke hûn jî dizanin, gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê di bin nîrê rêjîma Beesê de ye. Li gora wan Kurd tune ne. Zimanê Kurdî qedexe ye. Derfet pirr kêm in ji bona pêşvexistina çanda kurdî û bi ser de jî nakokî û nexweşiyên ku tevgera kurdî ya siyasî li Sûriyê bi xwe re anîne û di nava gelê me de dane çandinê. Lê tevî vê qasekê jî, kurd li ber xwe didin û çand û kultura xwe zîêndî dihêlin. Hejmareka baş ya kovar û rojnameyan heye û pirtûk jî bi dizî têne çap û belavkirin. Bêtir rewşenbîrên me ên rojava têkiliyê bi helbestê re çê dikin.
-Gelo hûn derheq pêvajoya zimanê standard yê kurdî ku niha di rojeva îro ya xebata kurdan bi taybetî li Başûrê Kurdistanê de ye çi dibêjin?
-Ev pirs gellek girîng e. Ji ber hebûna me li Başûrê Kurdistanê em vê rewşê ji nêzîk ve dişopînin. Her weha, ez hewil didim beşdariyê bikim di dîtina çareseriyekê de ji bona vê pirsgirêka girîng re. Di pêşî de, sepandina zaravekê ser ê dinê şaşîtiyek e. Divê-li gor dîtina min-hemû zarav jiyan û pêşveçûna xwe ya xwezayî bibînin. Rê li ber wan neyê girtinê, ji ber ku pirrbûna zaravan nîşana dewlemendiya zimên e. Pirsa tîpan jî heye: latînî û erebî, guman têde nîne ku divê tîp bibin yek yan latînî yanîêjî erebî, anku ev prosesa standardkirina ziman divê hêdî hêdî were bicîanînê û bi biryarên siyasî jî têr nake, her weha divêt tevahiya kurdistanê li ber çav were girtin, ne parçeyek tenê. Ev kar ê zimanzan û pisporan e, eve jî divê piraniya zaravan zanîbin….pirseke zehmet e, lê divê em bizanibin ku şoreşa ziman hîn me vênexistiye.
-Pirsek din, çima rewşenbîr û nivîskarên me yên Rojava zêde bi zimanê Erebî nivîsên xwe dinivîsin?
-Belê, ev yeka gellek sedemên wê hene, lê rêjeya nivîserên bi kurdî jî dinvîsînin ne xirab e. Sedem jî ji ber ku sitem li wan hatiye û tête kirin û di zaroktiya bêgunehî de bi zimanê erebî ê fermî têne fêrkirin û di nava hişê wan de cî digire. Hûn dizanin fêrbûna di zaroktiyê de çiqasî ciyê xwe kûr di nava mirovî de dihêle. Her weha, li wir zimanê kurdî qedexe ye, hertişt bi erebî ye: tv, radyo kovar û rojname..hwd. Sedemekî dinê jî ku dihêle gellek rewşenbîrên me ên rojava bêtir bi erebî binivîsin, kêmbûna xwendevanên zimanê kurdî ye, ew bi erebî dinivîsin ji bona navdariyê! lê tevî vê jî bi taybetî dema niho berbi kurdî ve çûyîn heye. Gellek nivîserên rojava-ez jî di nav de-bi herdû zimanan dinvîsînin erebî û kurdî. Di vir de dixwazim bêjim ku jêhatîtirîn nivîserê zimanê erebî kurd e, ew jî Selîm Berekat e ku bi can û rihê xwe kurd dimîne û ez bi xwe gellek pê serbilind im. Lê ew dimîne derbingehok yanê îstîsna, ji ber vê çendê baştir e mirov bi zimanê xwe binivîsîne. Li vir dîsa rola nêgatîv ya tevgera kurdî ya siyasî heye, ji ber ku piraniya belavok û rojnamên wan bi zimanê desthilatê ê erebî derdikevin û siyasetmedarên kurd nemaze serkirde şerm dikin bi zimanê xwe binivîsin yan fêr bibin, ew li gora wan kêmaniyek e…vê yekê jî hişt ku kurdî di nav xort û keçan de bêqîmet bibe.
-Hûn xebata rojnameya Agirî bi taybetî di warê xizmet bi çand û wêjeya kurdî de çawa dinirxînin?
-Ez xebata Agirî bi rûmet dizanim. Dema yekem car Agirî kete nav destên min de, min bi eşq ew ji serî heta binî xwend. Diyar e kesên ku rojnamê birêve dibin, xwediyên pirojeyekê ne û xwedî armanc û xewn û hêvî ne. Ez dikarim bêjim ku Agirî ciyê serbilindiya min û xwendevanên zimanê kurdî ye.
-Gotinên we ya dawî ji xwendevanên Agirî re çi ne?
– Çi kete nav destê we de ji serî heta binî bixwînin. Ez tiştekî nabêjim ji bilî: bixwînin….bixwînin…bixwînin!.
Jînenîgariya Besam Mistefa:
-Di sala 1977an de li bajarê Heseke li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.
-Zaroktiya xwe li Cim`ayê ya ser bi bajarê Qamişloyê ve bûrandiye.
-Xwendina xwe ya seretayî û navendî û lîse li Qamişlo xilaskiriye.
-Paşê di fakultêta edebiyat û zanînên mirovî- beşê wêjeya îngilîzî li zanîngeha Helebê xwendiye.
-Di sala 2003an de îcaza xwe ya diploma sitendiye.
-Piştre, dora du salan li Qamişlo û gundên dora wê mamostetiya zimanê Îngilîzî kiriye.
-Di 16-1-2006an de rahiştiye tûrikê xwe û berê xwe daye beşê azad ê welatê xwe, û dema ketiye nav axa Kurdistana azad de, xwe avêtiye erdê û ew maç kiriye.
-Nivîs û gotarên wî di gellek rojname û malperên Kurdî de hatine weşandinê weke:Deng-Agirî-Dema Nû-Rojava-Kurdarab-Welateme-Gemyakurda…htd.
-Endamê desteya nivîskarên kovara werzî ye, ya bi sernavê Hawara Nû ko ji aliyê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî li Hewlêrê derdikeve.
-Endamê Komîteya Birêvebir ya Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî ye.
-Niha li Hewlêrê jiyana xwe dibe serî.
——–