Çima Xortên me ji Keçan bêtir nêzîk tirin ji Siyasetê ?

Comerd Hewarî
 
Helbet wek hûn dizanin ,ta miletek / bin dest / azad be anjî bighê rêya azadî divêt ku milet bi tevayî kar bike; jin û mêr ,keç û xort…. ji van giştan tê xwestin ku karê Siyasî bikin ta mafên xwe bi cih bînin, Lê pirsa me / ya girîng / ; Çima Keçên me ji Siyasetê dûrin ,û Xortên me nêzîk tirin û pûte ya mezin didin karê Siyasî????….

Helbet hinek ji jin û keçên me hene karê Siyasî dikin ,wek şehîdê Kurdistanê  Leyle Qasim , em Siyasetmedarê xwe Leyle Zana jî ji bîr nakin, û bi sedan jî hene li gel mêran re şerê dijmin di kirin ta îro…….
Emê dîsa vegerin bersiva pirsa xwe, bersiv li civata Kurdî di meyze, gelo em çawe li keçan dinêrin?,em di civata xwe de pûte ya herî mezin didin Xortan ,yanî pûte ya em didin Xortan em nadin Keçan . Ev sedema dihêle ku Keçên me ji Siyasetê bi dûr kevin,û sedema ne wek heviyê / navbera Xort û Keça / jî heye, hinek ji keçên me yên kurd hene eger mirov jê pirs ke ; Mafên te, daxazên te  wek Kurdek bin dest /li Sûriyê –mînak / çine? ,bi xwedê ew yê serê xwe daxe û bêje ; ” Ez nizanim ” !!!!.
Ma çima em Keçên xwe dişînin dibistana û Zanîngeha ,û Dewletên derve jî ,tenê ji bo bibin xwedî kar û  Mêr bikin??. Ma Siyaset ji xortan tenê tê xwestin ?.
 
Pir hinek ji keçan piştî dawiya xwendina Zanîngehî karê Siyasî dikin,bi rastî ewan pir hindikin.
Ta kengî emê keçên xwe di xewda bihêlin , û hesta netewayetî  hişyar nekin??
Seydayê  nemir Cegerxwîn digot:
 
Keçê rabe serî hilde   * *     di vê çaxê wiha nabî
Binêr jin çûne ezmana  * *      heta kengî di xewda bî
Keça zana û jêhatî   * *    dibe Partî Dîmoqratî
Bila dîsa tu şêrîna  * *   dilê Xurt û Seyda bî
 
Di vê helbestê de em dibînin ku Cegerxwîn jî ji Keçan dixaze ku karê Siyasî bikin.gotinek Kurdan heye dibê;”Govend bi mirovekî nabe, lê bi mirovekî kom dibe “. Û ez jî bêjim : ” Bi xurtan tenê azadî nabe , bi Xort û Keçan azadî dibe “.
 
Di dawiya vê gotarê de ezê bêjim bese bila keçên me hişyar bin û em pûteyek mezin bidin wan ta em bi hev re kar bikin bo em bighên azadiya xwe û jiyanek wek hevî di welatê xwe de  bi cih bînim.
 
Rojava yê Kurdisatnê – Herêma Efrînê

16/6/2008Z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…