Xemgînê Remo
Gava ku tu
Di ber baxçakî re bûrî
Û perwaneyan enî ya te
Maçî nekir
Bizanibe :
Ku ew bexçe bê gule …
Gava ku tu
Di ber baxçakî re bûrî
Û perwaneyan enî ya te
Maçî nekir
Bizanibe :
Ku ew bexçe bê gule …
Gava ku tu
Di gundekî re bûrî
Û dûyê tenûra jê hilnebin
Bizanibe :
Ku şênî yên wî gundî
Mişextî û derbederin …
Gava te dît
Ku du bira
Li ser parçakî nan
Bi ceng û şerin
Bizanibe :
Ku dilovanî nemaye
Û ez-ezî hovekî dirinde ye
Wê serê yekî ji wan
Tê here …
Ku du bira
Li ser parçakî nan
Bi ceng û şerin
Bizanibe :
Ku dilovanî nemaye
Û ez-ezî hovekî dirinde ye
Wê serê yekî ji wan
Tê here …
Gava û çi gava te dît
Şoreş û serhildanê miletekî
Têk diçin û ber nagirin
Bizanibe :
Ku rêberên vî miletî
Ne bîrwer û şerkerin …
Kevî :
Bexçê bê gul ne bexçe ye
Gundê bê dû xirabe ye
Birakujî hovane ye
Û têkçûna şoreşan
Ji min û ji te ye …..