Min wiha Rewşen Xanim Bedirxan naskir.. Di got: (Malê kurdan malê mine…)

Konê Reş

   Berî pêleke dirêj kak Zekî Ozmen, xwediyê malpera Celadet.com çend pirs ji min re şandibûn, li dor Bedirxaniyan. Belê mixabin, di wê hingê de, ji ber gelek xwestekên rojane, ew derfet li bal min nebû ku bersivê bidim..  
   Va îro, bi helkeftina derbasbûna 16 salan di ser koçkirina Rewşen Xanim Bedirxan re, eva ku di roja 01/06/1992 an de çûye ber dilovaniya Xwedê, kêfxweş dibim ku bersiva kak Zekî Ozmen a duwemîn bidim û Rewşen xanim Bedirxan bi bîr bînim..

 Pirsa wî jî ev bû: Pêwendiyên we yên xweş bi Rewşen Bedirxan re hebûn. We kengî û çawa ew nas kir?
   Di biçûkaniya xwe de min li çîrok û serpêhatiyên çîrokbêj û dengbêjan guhdarîdikir. Di nav wan çîrokan de, gelek caran çîrokên mîrekên Cizîra Botan dihatin gotin.. Û wiha sal derbas bûn, ez mezin bûm..  û di nav salan de ew çîrok û serpêhatiyên mîrekên Botan, di huş û xeyala min de man û mezin bûn… Min kes ji wan mîrekan mezintir ne didît..
   Di sala 1977an de çûm Elmaniya ji bo xwendinê. Li wir min ji kurmamê xwe sehkir ku mîr Dr. Kamîran Bedirxan ji Parîsê hatiye Bonê bo avakirina komeleya dostaniyê di navbera Elman û kurdan de.. Xweş tê bîra, min ji kurmamê xwe pirsî; Gelo mîr Kamîran Bedirxan kiye ?! Got, ew neviyê mîrê Cizîra Bota ye..
   Hingê careke din ew çîrokên mîrekên Botan yên ku di biçûkaniya xwe de min ew sehkiribûn hatin bîra min, û min ji xwe re got: Dêmek Dr. Kamîran Bedirxan ji wan mîrekên Bota ye.. Ewên ku ji biçûkanî ve min li çîrokên wan guhdarî dikir.. Û wiha ji wê hingê ve, bi evîndariyek mezin min daye ser şopa Bedirxaniyan bi tevayî û vê paşiyê mîr Celadet Bedirxan bi taybetî..
   Di adara 1989 an de, min û hevalekî xwe, me kovarek biçûk bi navê (Gurzek Gul:1989-1992) li Qamişlo weşand, bi weşandina vê kovarê re, ez li mîr Celadet Bedirxan û pêmayê wî geriyam, ta ku ez rastî wan çend hejmarên kovara wî HAWARê hatim, ewên ku rehmetî Heme Reş Reşo, ji (1-24), di sala 1976 an de ji nû ve li Almaniya dabûn çapkirin… Hem jî, ewên ku rehmetî Mihemed Bekir Axa, ji (1-9), di sala 1987 an de dabûn hev û ji nûve çapkiribûn..
   Di wê navê de min sehkir ku kebaniya wî Rewşen xanim Bedirxan sax e, li bajarê Banyas, ser derya Spî jiyana xwe derbs dike.. Ev yek di havîna sala 1989 an de bû. Wiha me nemra telefona wê ji Dilawer Zengî stand. Yê ku dostaniya wî bi Rewşen xanim re gelekî gur u xurt bû û gelek kes di rêka wî û rêka apo Osman Sebrî re diçûn mala Rewşen xanim Bedirxan. Bi taybetî ji kurdên bakur û ewropa… Belê nizanim çima Rewşen xanim ji rex kurdên Suriyê ve dihat veşartin..?!!
Rojekê, min nav dixwede da û telefon jêre vekir:
– Elo, ev mala emîre Rewşen xanim Bedirxan e?
– Belê, ez im Rewşen Bedirxan tu kiyî..?
– Ez kurdek im, min xwest silavekê li te bikim..
– Tu ji kûye, ji kû xeber didî..?
– Ez ji Qamişlo bi te re me Emîre Rewşen, gelo ez dikarim carekê bême nik te..?
– Çima na kurê min, berî tu were xeberê bide min, telefonê veke…
Û wiha me xatir ji hev xwest…
Piştî dor du heyvan ango di payîza 1989 an de, ez çûm bajarê Banyas, mala Rewşen xanim Bedirxan. Li gor irf û adetên kurmancî min hin diyarî, ji mal danehev û bi xwe re birin wek: Qetirmîzek Hingiv, yek rûnê malê, yek penîrê malê û hin savar û nîsk..
   Li Banyas, ji hotêlê, min telefon jêre vekir, soz jê stand û dawî ez çûm mala wê. Me ji nêzîk ve hev dît û hev naskir.. Gelek gilî û gazin di wê navê re derbas bûn.. Berî ez xatir jê bixwazim min jêre got: Dayê! Min hin penîr, hingiv, rûn, savar û nîsk ji te re anîne, bi hevîme tu wan ji dest min bigire.. Li min vegerand û got; Te kirîne an te ji mal anîne ? Min lêvegerand û got: Dayê min ji mal anîne.. Ji min re got; ma tu ne kurdî, ku tu kurd be, ew malê min in, malê kurdan malê mine… Hem jî got; kurê min! penîrê te aniye yê sîrika ye..? min got na.. Li min vegerand û got: Xwezî penîrê sîrika ba.. Min soz dayê ku ezê careke din penîrê sîrika jê re bibim..
   Ji wê çûna pêşîn ve nivîsandina pirtûkekê ket serê min de li dor jiyan û xebata mîr Celadet Bedirxan, hingê jî, min gelek pirtûk bi zimanê erebî û hin nûçe li dor Bedirxaniyan û mîr Celadet dabûn hev.. Di çûna din de li bal Rewşen xanim Bedirxan, min projê xwe bi nivîsandina pirtûkekê li dor jiyan û xebata mîr Celadet Bedirxan jê re got, hem jî min penîrê sîrika ji penîrê mala Mihemedê Nayifê Paşê jê re bir… Wê jî bi dilekî fireh projê min pejirand û pîroz kir..

31/05/2008
Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…