Bîranînên veciniqî «Dema du evîndaran xwe di nav xwe de veşartibûn»

  Ciwan nebî
ciwannebi@hotmail.com

Min tu dîtî
û tiliyên te şor
di nav destên wê de
       tebaxeke pêketîbûn
toza bendewariya
wa nerînên zuha
di çavên te de xuya bû
e         r         ê
min tu dîtî
û hînde ew kêlîkên demûşgirtî
di biyanbana rojên te de diherikîn
ezmanên te

         nizim dibûn
gotin bi te re ne dibû
ne tenê
mane sîka te tev
         ne weke te bû
û porê te yê westiyayî
jehiriya armancên te dibirî
yaw
    birastî
       evînî
          pêxembereke ha!
tu ê stêran vemirênî !
tu ê heyvê
di şeva sersalê de
diyarî
       wê
            bikî !
tu ê çi bikî
         û çi nekî
wilo te bi tayek xewn
kiras
     û
        xiftanekî
             kurmancî
ji pêşe rojê re didirût
lê te nizanîbû ku pêşe roj
bi çakûçê (kawa) ve girêdayîye
min tu dîtî
û kolanên tazî
tu ji min ne parastin
li bîra min tê
      çawa destên te
        bi dara porê wê ve
               hildikişiyan
hingê
        bîranînên min
yên pîr û razayî
weke ku tu ji nişkave
qîrekê
li wan kî
veciniqîn
û sîka min
ew sîka dal serxweşket
tu bi xwedê kî
te çawa ji newqa wê demê
rextên tije tirs qetandin  ?!
yan tu çawa
bi lingên xwe vegeriyayî  ?!
ê min dema tirî
     li ser lêvên min
             şîndihat
min
rêya
          malê

nasnedikir .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…