Tevgera Kurdistanê ya 1925-an tê dadgehkirin…

Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Tirkiye, 50 sale ku îdia dike ku dewleteke demokratîk e û dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrupayê. Hezar mixabin Neteweya Kurd di sedsala 21-an de li Tirkiyeyê hîn ji hemû mafên xwe yên şexsî û grubî yên neteweyî bê par e.

Ev statûya ne mirovane û neheq têre nake, ji bona ku kurd zimanê xwe yê zikmakî bi kar tînin û kurdî dinivîsînin, li ser dîroka xwe diaxifin û lêkolîn çê dikin, ji dîrok û serokên xwe yên milî re xwedî derdikevin, pirtûk, kovar, rojnameyên kurdî diweşînin, ji derveyî îdeolojiya fermî ya dewletê, ji derveyî dîroka fermî ya dewletê bîrûreyan tînin ser zimên, tên dadgehkirin û cizakirin.
Komelaya Kurd a Diyarbekîrê, di 03. 07. 2005-an de, ji bona Tevgera Kurdistanê ya 1925-an ku Şêx Seîd Efendiyê Pîranî, Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Begê Bidlîsî û gelek kesên din yên hêja jê re serokatî dikir, panelek bi dar xist. Min jî ev panêla birêvebir. Di 30. 11. 2005-an de di derheqê min de li dageha asliyeyê ya Diyarbekîrê doz vebû.
Ev doza, sê sal e ku bi kurdî dom dike. Dozgerê Komarî di derheqê esasî de bîrûreyên xwe diyar kir û cizakirina min daxwaz kir. Min jî li hemberî bîrûreyên dozger parêznameya xwe bi kurdî di 12. 06. 2007-an de pêşkêşî dadgehê kir.
Dozgerê doza min ji bona ku hate guhertin, di 04. 03. 2008-an de dozger jinûve di derheqê esasê de bîrûreyên xwe diyar kir 3u dîsa xwest ku ez ciza bibim.
Dirûşmeya dawî dê 06. 05. 2008-an, saet 09. 30-yî de li Dadgeha Asliyeyê ya 8-emîn ya Diyarbekîrê pêk bê.
Ez û parêzerê min Sabahaddîn KORKMAZ, emê parêznameya xwe ya dawî pêşkêş bikin. Ezê parêznameya xwe kurdî pêşkêş bikim û ezê nemeşruiyeta dadgeha kolonyalîs bînim rojevê.

Ez di wê baweriyê de me ku doza encam bide. Dozger dixwaze ku ez ciza bibim. Ev doza jî, dozeke hiqûqî ne, dozeke siyasî ye. Ceribandina dadgeha Diyarbekîrê di deheqê min de nîşan dide ku ezê ciza bibim.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…