Di nîvê şevê da (şano)

Bassam Cedu

( Zêneb jinek sî û bênc saliye, li ser sehnê li paş masekê
runiştiye û tiştekî dinivîsînê , li ser sehnê bi awayekî giştî
tariye , lê hema tenê li ser Zênebê ronahî heye , Zêneb tiştê
ko dinivîsînê bi dengekî bilind dixûnê)
Zêneb: tevî hemû hewldanên Hesen ko tirs û bê hêvîtiya
xwe ji jina xwe Nisrîn veşêre hemû tişt li ser rûyê wî
da dîyar bû .
Hesen bi dengekî nizim ji Nisrînê re dibêjê: nuha gereke
ez biçim ,ez nikarim ji wisa pêtir li malê bimînim… çimkî
ez ditirsim ew bê namûsa werin û min bigirin ,ez tenê
hatim ji bo ez xatirê xwe ji te bixwzim , çimkî dibê ko
em hevdû demekê nebînin .
Nisrîn bi dengekî xeniqî ji Hesen re dibêjê: ma tê kû va
biçê.
Hesen :ez nuha bi xwe nizanim,lê hema bê gûman ezê
piştira xeberê xwe bigihêjîm te ,tu qet xema min
rameke tenê tu li xwe û zarokan miqetebe.
(Zêneb demekê kurt dest ji nîvîsandinê berdide û difikire
û piştre ji nuh va vedigere nîvîsandinê, û dîsa dixûnê)
Di vê demê da bi awayek xort û bi hêrs li derî hewşê
didin .
Hesen û Nisrînê li çavê hev dû dinêrin ,Hesen dibêjê
bê gûman ewin .
Lê hema dengê derî her diçê xort û bi hêrstir dibê.
Nisrîn dibêjê ez derî vekim.
(em dengê mêrekî ji nav tariyê sehnê guhdardikin)
Hesen: na …na reweste .
(Zêneb gelek ditirsê û dest ji nîvîsandinê berdidê )
Zêneb: ev deng ji kû hat ?
(bi tirs) kî li vir heye?
( Hesen mêrek çel saliye ji nav tariya sehnê dirdikevê .
Tirsa Zênebê her diçê xort dibê)
Hesen: ev ezim wisa gelegî metirse.
Zêneb: tu…tu..tu kiya …tu çawa derbasî malê bû?
Hesen: ma mirov wisa mîvanê xwe pêşwazî dikê?
(êdî nema Zêneb zanê çi bikê)

Zêneb: li… li ciyê xwe raweste…tu çi ji min dixwazê ?
Hesen: ez hesenim te ez nasnekirim ?
Zêneb: hesen kiye ez te nasnakim bi lez ji malê derkeve.
Hesen: eger tu baş bifikirê bê gûman tê min nasbikê.
Zêneb: bê gûman tu dizî …
Hesen: mêjiyê te gelek dûr çû .
Zêneb: ez ji te re dibêjim bi lez ji mala min derkev … berî ko ez
telefonî polîsan bikim.
Hesen: ez nizanim çima tu her dem dixwazê min bidê destî
dewletê?
Zêneb: ez te nasnakim …bêje tu çi dixwazê yan jî ji mala min
derkev.
Hesen: ma tu nahêlê ez ji te re bêjim ez çi dixwazim.
Zêneb: fermo..lê hema bi lez .
Hesen: ez…
Zêneb: tu Hesenî …piştire tu çi dixwazê?
Hesen: wek min ji te re got ez Hesenim qehramanê çîroka te .
Zêneb: çîrok…çîroka çi ?
Hesen: tenê bihêle ez gotinên xwe bi dawî bikim.
Zêneb: fermo .
Hesen: ez Hesenim qeremanê çîrokê te ya ko nuh tu dinivîsînê,
te naskir ?
Zêneb: yanî tu dixwazê bêjê tu….
Hesen: belê temam wisa.
(Zêneb matmayî dibê )
Zêneb: lê hema … lê hema….çawa keseyetiyek di çîrokê da
wisa ji nav rûpelan dirkevê û bi min re bipeyîvê çawa ?
Hesen: ezê tiştekî ji te re bêjim were û destê xwe bide destê
min wê demê te bizanibê ko ez xeyalekim ji xeyalên serî
te me
( Zêneb bi tirs tê cem Hesen û destê wî digirê û bi lez
destê xwe ji destê Hesen dikişînê )
Zêneb: bêgûman ez dîn bûme…..çawa….
Hesen: pirsa girîng çima ez ji nav rûpelan derketim ne çawa
Zêneb: çima tu …
Hesen: ez ji nav rûpelan derketjm ji bo ez şaşbûna te pêş te
kim .
Zêneb: şaşbûna çi ?
Hesen: şaşbûna ko tu kê di nîvîsandina çîrokê da bikê .
Zêneb: çîrokê….
Hesen: belê di çîrokê da …nuha tu di nîvîsandê çîrok xwe gihîştî
kû ?
Zêneb: ez gihîştime …ez gihîştime….
Hesen: ezê ji te re bêjim tu gihîştî kû…tu gihîştî demê ko Hesen
yanî ez têm malê ji bo ez xatirê xwe ji jina xwe bixwazjm
û wê demê hêzên ewlakariyê tên û li derî hewşê didin
Zêneb: belê belê raste
Hesen: raste…bi va awayî hêzên ewlakariyê wê min bigirin…?
Zêneb: temam
Hesen: temam….di çîrokê da hêzên ewlakariyê sûrî min digirin..?
Zêneb: belê min çîrok bi va rengî amede kirî ; hêzên ewlakariyê
te digirin û tu di bin lêdana wan şehîd dibê.
Hesen: çawa çawa çawa ez di bin lêdana hêzên ewlakariyê sûrî
şehîd dibim ?
Zêneb: belê
Hesen: weyî mala te ne ava …ma tu hêzên ewlakariyê sûrî
nas nakê bi namûs wê min hûrhûrî bikin ma tu ji xwdê
natirsê….na na ez rica ji te dikim dawiya çîrokê biguhre
Zêneb: min çîrok bi va awayî amede kirî çimkî armancek min
li paş vê yekê heye
Hesen: armanca te di paş hûrkirina goştê min bi destê hêzên
ewlakariya sûrî gelo çîye ?
Zêneb: armanca min ez hvîtiya dewleta sûrî aşkerebim.
Hesen: hvîtiya dewleta sûrî berê aşkereye bawerke qet pêwîstî
bi çîroka te nîna
Zêneb: ev nirîna teye
Hesen: na ev rastiye û gereke tu vê rastiyê di ber cavên xwe
re dirbaskê
Zêneb: li gor min ne wisa ye
Hesen: çawa ?
Zêneb: yanî ezê çîrokê binivîsînim wek ez dixwazim
Hesen: ez jî qeramanê çîrokê ma û ez wisa qebûl nakim
Zêneb: tu qebûl dikê tu qebûl nakê ji min re ne xema
Hesen: eger tu dixwazê min di çîrokê da bikê şehîd ne xema lê
hema bi rengekî dî
Zêneb: çawa ?
Hesen: yanî wek tu zanê di 12 adarê da çiqas xort keçê ma
li kulanê qamşlo û efrînê û bajarê dî da bi gulên hêzên
dewletê şehîd bûn ; min bike yek ji wan ne baştire; wisa
çîrok te baş tirbê
Zêneb: nuha tu çima dixwazê ez çîrokê biguherê ?
Hesen: heya nuha tu nizanê çima…..me ji te re got ma tu hêzên
ewlakariye sûrî nasnakê ; ji bo xwdê tu bi çi rengî min
dikê şehîd bike lê hema di bin lêdana wan na na û hezar
carî na.
Zêneb: lê hema wek min ji te re got armancek li paş ve yekê
heye
Hesen: min jî ji te re got hemû kes hûvîtiya dewletê sûrî nasdikê
bi namûs pêwîstî bi çîroka te nîna
Zênebb: min jî ji te re got ev nirîna te ye
Hesen: yanî dawî ya dawî
Zêneb: ezê çîrokê wek ez dixwazim binivîsîm
Hesen: lê hema ez nahêlim tu wisa bikê
Zêneb: çawa
Hesen: ezê te bikûjim bi namûs ezê tebikûjim
( Zêneb dikenê )
Zêneb: te xwe ji bîrkirî …tu xeyalî xeyal tu nikarê tiştekî bikê
Hesen: ez karim bawerke ez karim
Zêneb: te gelekî dema min windakir û pêwîste ez çîrokê bi dawî
bikim
( Zêneb diçê ser masê û dixwazê binivîsînê )
Hesen: raweste tu çi dikê ?
(Zêneb guhnadê wî û karê xwe berdawam dikê )
Hesen: ez dibêjim raweste raweste
(Hesen bi lez diçê cem Zênebê û destê xwe dikê qerka
wê û wê di xeniqînê )
Hesen: min ji te re got ezê te bikûjim ezê te bikûjim… bikûjim
( Zêneb di nav destê wî da demakê li ber xwedidê lê
hema li dawiyê dikevê ser textê sehnê canek bê reh )

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…