MED TV, heyecaneke piştî 12 salan

Dilbixwîn Dara

Sal: 1994
Meh: Gulan
Cih: Belcîka, Bruksel
Ez dibim şahidê vekirina yekemîn televîzyona kurdî ya satelîtê.
MED TV vedibe û yek ji xewnên bi mîlyonan Kurdan li her çar beşên Kurdistanê pêk tê. Êdî Kurd jî xwediyê kanaleke televîzyonê ne… êdî Kurd jî wê bikaribin di ekrana televîzyonekê de li kurdî guhdarî bikin û ji her kesî re bi tiliyan nîşan bidin: Ev televîyona me ye…
Programa testê dest pê dike û şahî tê ser rûyê her însanekî Kurd.
Têne çirandin sînorên dubendî û nakokiyên navxweyî…

MED TV dikeve her malê… Kurmanc, Soran, Zaza, Lor… Kurd bi hemû zarava, ol, terîqet û mezhebên xwe di ekrana yek televîzyonê de dibin yek netewe.

MED TV dibe televîzyona her Kurdekî.

Di wê televîzyonê de, ezê yekemîn bultena dengûbasan bixwînin û derkevim pêşberî bi mîlyonan kes, ew kesên ku bi hezarsalan li benda rojeke wiha ne… ezê ji wan re bi “Ji navenda Nûçeyan êvarbaş temaşevanên hêja…” dest bi xwendina dengûbasan bikim… “û bi “Me ji we re ji MED TV dengûbas pêşkêşkirin, heya careke din bimînin di xweşiyê de…” dawî li xwendina nûçeyan bînim.

Cara yekemîn di dîroka xwe de Kurd bi zimanê xwe di televîyoneke satelîtê bi zimanê xwe li dengûbasan guhdarî dikin.

Sal di ser girtina MED TV re derbas bûne, hîn jî ji dema ku temaşevan ji ROJ TV telefonê vedikin, dibêjin: “silavên me ji xebatkarên MED TV re hene” dibêjin.

Çavên me ji kêfxweşbûnan tijî hêstir dibin.

12 sal di ser re derbas bûne.

Gelek caran li wan kesan rast têm, dema ku min dibînin, disekinin û dibêjin: “Em te ji MED TV nas dikin… dengê te ji bîra me neçûye…”

Ez gelekî ji MED TV fêr bûm. Ji min re bû pişt û hêzeke xurt ji bo berdewabûna vê xebata min ya rojnamegerî.

Gelek kanalên televîzyonê vebûn, wê gelekên din  jî vebin, lê şoreşa MED TV di mêjiyên me Kurdan de şopek hîşt. Ewê zû wenda nebe.

MED TV bû dibistanek. Bû ekolek. Bi dehan rojnamevan derxistin.

Piştî 12 salan dîsa di meha Gulanê de, ez dibim şahidê vekirina televîyineke kurdî: TISHK TV.

Heyecana berî 12 salan dijîm. Dîsa telefon li pey telefonê tên, dîsa hinek ji kêfxweşbûnan digirîn, hinek dilîlînin… Yek ji Mehabadê telefonê vedike, kelogirî dibe û dibêje: “Ez bi qurbane logoya TISHK TV bim… xwîna Qazî, Qasimlo, Şerefkendî û bi hezaran şehîdên Kurdistanê li erdê nema…” dibêje.

Televzyonên Kurdan çiqas zêde bibin, ewqas baş e. Konkerenz û reqabet di navbera wan de çiqas zêdebibe, hîn baştir e.

TISHK TV televîzyona Kurdên rojhilat e, lê li gora ku berpirsiyarên wê dibêjin, ewê bibe televîyona hemû Kurdan.

Pîroz be…

Bi hêviya ku rojekê Kurdên başûrê rojava jî bi avakirina bibin xwediyê televîzyoneke satelîtê. 

  ——–

Ev nivîs di Peyama Kurd de hatiye weşandin

avestakurd.net

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Di wêneyekî bi rengê bîranînekê de
Bi tayê simbêlên sivik
û awirin li kêlekê dûûûr dinerin
Serê xwe ji nav gelemşa serdemê derxist
û lêbûrîn nexwest
Mîna ku ez li nefsa xwe dinerim
çawa ji zanîngehê derdikeve
çentak bi xwe re hilgirtye
tijî axa Niqare ye
bi ava gola Kendal stirayî
bi pelên genimê nihêla Sêremka pêçayî
û tîpên minî pêşî lê hatibin nivîsandin.
*******
Li Şamê…

Ebdulhemîd Cemo

Bêhna buhurê hendivê

Heyv bûye çardeh şevî

Li jêrzemîn bû heyecan

Der di bûn kanî û devî

Buharê xwe xemiland

Geş bûn gelî û zevî

Şînkayê merşik raxist

Rûkê erdê divehî

Simbil serê xwe hilda

Gul û bişkuj dibişkivî

Ser…

Beşîr Botanî, Stokholm

Roja 25ê oktoberê bixwe wexera Sebrî Botanî ya 27an 2, ez bi vê hilkeftê dixwazim tenê li ser yekgirtina kurdan rawestm ji ber ku ev xal armanca Botanî bû û nemaze li Şoreşa Eylûlê dema “Mekteb Siyasî” sala 1964an ji şoreşê cuda bû û pê ziyaneke mezin gehişite bizava…

Heyder Omer

Di vê kurtelêkolînê de ez helbesteke Cegerxwîn (1903 – 1984), Şeva hicran([1]), ji warê avakirinê de didim hember helbesteke Sêx Nûreddîn Birîfîkanî (1790 – 1853), “Li kurdistanê kêvî ez”([2]) da bête xuyan, ku Cegerxwîn ta çi ast û radeyê dide pey helbestvanên kilasîkên Kurd.

Şêx Nûredînê Birîfkanî di helbesta…