Zêrevanê Viyanê, bibhure mirinê

Tengezarê Marînî

Li nav bayî, min dixwest ji zû ve te bibînim.
Li nav bexçeyê zarê te, fêrkirina veşartî di yariyên zarokekî de.
Çavlixew ber bi te ve, hilgirê xema welatê êşê.
Ji zû ve, min dixwest te bibînim, di sîtavkên bêvirî de, bibim hilim.
Çend henasên min hene, li ber dergehê xewna te birêjim.
Di himbêza te de, azar im, digrîm, li ser zendên te.
Belgên te kesk, û pora min hogirê şevê.

Dost, di sorespêdê de, dar mir.
Evroka, reva te ye. Sibe, sibe ez têm, zû an jî dereng.
Derengî, li baxê hebûna te.
Ba rêya bêterazû ye, xwe nepîve
hindek derbas dibin, çav nede jiyana mayî.
Kesk, li ber mirina xakê xûz.
Bêhinvedana bilûrê, di nav sîbera min de, te dîtibû?
Biçûk, girêdam, winda me, heyveke reş.
Kîn. Guhpelkirin? Na! Na desthilat e!
Kîn! Berê min  li kû ye?
Ji daristan û wan rûbaran hez dikim! Xwe winda bikim.
Ji dûr..di bêdawîbûnê de bi tenê me.
Xewneke kûr, rojeke çavlixew
janeke kûr di xeweke ezelî de, jiyan kûr.., kûrtir ji mijûliya rojê,
Duh  ji îro dûrtir, kûrtir
Li nav kelehên xwewindakirinê, nîvaşevê astegeha dilbijiya min e, di hetîketiyên
avê de. Dengê te, di bin çermê min de, qêrîna xwe haş dike. Gera xwe li nav gewdê
 min dikî, diçî û şopa xwe li ser re min diguherînî. Lêvên te pîroz in.
Xewnên te dizê bîrkirina şevên min in.
Kesera bayê bêdeng î..
Li perawaza şevê, tu…tenêtiya herheyî
Reşekî kûr!

Hingavên te, qêrîna kolanan, nîşana pîvanê
Çavên te, zevî, ji sîbera min
Dengê wan, toza ji rengê tirsê
Di dêmên şevê de, xewn diçe û tu…
kevirekî jibîrkirî di kovandanka rojê de, bi tenê li perava roniyê
Li ber pencerê, roj, welat  bûka du rûbaran
li ser birînê neynik dizê
Mirin mêvan e, li derbederiyê, li tenişta lixwemukurhatinê.
Li ser pişta darekê, şûnwarê zimanê wî zinarî.
Şev, nîşana mirina şînê di gustîla bayî de
Tu bi çavê vekirî. Bêdeng be, ev ba westiya.
Berbangên işqê, mişt fîxan in
Henasên te, volkanên bêrîkirinê, di binya mijgulên min de, sîberên bêhinvedanê.
Li kûrahiya şevê, hetava mirî, ji dêmên xwedayekî şaşomaşo , têhna lerza min
Ewra demê. Bêdengî, işqa nelwirbûna te ye.
Agirê ezelê, nimêja qendîla şikestî di gavên te de, razana qetran.
Bayê koçberiyê, gavên te û min, rê winda kirin.
Ez li vir, tu oqiyanosan bi xwe re radikî.
Henasa rondikên min, li kulîna şevê.
Li ser textê Êzîs, giya ahînên sînga te dihijmêre.
Bi agirê te, min xwe şuşt û peyv li nav qelaçê te daweşand.
Rubarê nihêniya ji kerba min î.
Maçekê bide, li ber delavê gunehan, hemî nimêj in, rondikên min
Lerza işqeke ilahî, li ser toza şeva te me.
Di hebûnê tu. Di nebûnê de peyv.
Mûzîka şevbuhêrkên berfê di tuxûbên seyranan de.
Li viyanê. Li mirinê, destnîşankiriyên te, qeşema dareke razan
Li vir im. Kî sura inada min dizane?
Çi ye?
Bayekî vala
Şêtî
Sirûda ji gewrîya  hovekî
Çend peyv, li ser „ derfeşa efendiyan“

Êşa keça qereçî
an jî strana sefera peyvên gerim?!
Dizanim. Bila bibêjin, ji peresgeheke teyisî, li nav sulaleteke dilovan, diherrikî.
Bayî, tîrêja evînê, belindeyê şevê, aşiqê herheyî.
Li ser vê dojehê bêhna xwe berde. Li bayebanên derbederiyê,
di nediyariyê de, ez û tu derewek in.
Dirêjahiya  şevê, çemek sinorê şîna min dilorîne, kaniya lêvên te, zeviyekî xewnê.
Va li nêçîra henasên te me, xapînokên  xwedê yî.
Jibîrkirinê bide min, li nav  barana çavên te..payiz im.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…