Wê shevê Newroz bû

  Elwan Şivan

Wê shevê ristkên stêra di govendeke tava heyvê de reqs û sema dikirin û xwe ji bîr kirbûn
bi zindî bi xwenên xwesh re sha dibûn .
Xelat û diyarî qiznc dikirin di gel pîrozbahiyên demguherîna zivistana û destpêke bûhare
Newroz Pêshwazî dikirin ?
Erê stêr di reqisîn û li kolane mûm vêxstî bûn , kec û lawan sirûda Ey reqîb digotin
li hêlek din xifish û shepal fêrî cerevîtik û lotika dibûn û mêcilan di bin sîwane heyvê de

cêlikên xwe fêrî firê dikirin .
shîretên dê û bavan li guhê kec û lawan deng vedidan ,  xwe biparêzin û li xwe miqatebin
amedebin ji kelkele ewran û ji bablîsokên teredînî ,  ji êrîshên gure li ser refên qaz û qulingan
û garanên dewaran û keriyên beranan .
Dîsa li xwe miqate bin ji estengiyan û pîlanên dijminê fashist , ku armence wî cejna newrozê
tinekê û konê shînê di dewsê de vedê. lê bile armenca kec û lawan bi incame têk cûna
dijmin bê.
Wê shevê program ci bû ? û bi ci shêwayî li gund û gir û ciya û cem û bajarên rojava hata
belav kirin û behir kirin .
Wê shevê incam diyar bû û belbelîskan shehde bûn dan
1- Shermola amûdê tevî agir bû ji bo rêk û pêke wê sheve taybet û giring lê mixabin
keftelefte shermola ji giraniye wê shevê hindik bû û di xwest bêtir.
2- Ciyayê kurmênc efrîn , dengê Cemîl horo li feleke disekinî ne derde Newroza bele
li ersh biseknê da ku rêjîm bizanê efrîn kurde.!
3- Qerecox û îndîwar konê shînê veda bûn û pakrewanên 12 avdarê bîr tanîn  hêja ye .
ma shev bi shêwayê kurdewariyê hate pîroz kirin ?
4- Kobanê  def û zirne û dîlan bû ne xeme . ye giring milet amede bû ji govenda hevgirtinê re?.
5- Girê moza  orkêsh bi shêwayê mîtaniye shev pêshwazî kir , dîroke zengîn û dolemend
ma shev pîroz bû li gor dem û pêshe roj û eyendê ta ku tishtên veshartî û hilandî hishkerebin.
6- Qamishlo pêshwazî cawe bû û ci bû ….  bi bêhne xwînê û sirûda mirnê û qurbaniyên
pêxembere hata pîroz kirin .
sembola serhildana bajarê evînê Qamishlo dîroke pêxemberan pêk hat , lê di dîrokê de
û li gor rûpelên pirtûkên pîroz qurbaniyên pêxemberan ji bo ol û xwede bûn û bi shert
û merc bûn û xwede bi incamek careser beranek salê dadixst li ber kêrê. lê mixabin 
qurbaniyên sheva pîroz mane bê shert û merc û incamek têk cûyî û sitewr bi destên
rêberên gel newroz têk cû (sê beranên salê dane li ber kêrê) û mûmên newrozê bi hilm û pifên

rêxstinan vemirîn ……..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…