Pêncî û yek sal bi ser damezirandina tevgera Kurdî de li rojavayê Kurdistan derbas bûn û rewşa wê ya îroyîn -eger em nebêjin xirabtir e, bêguman- heman rewşa berî pêncî û heft salan e. Ev ne sarkazm, satîre yan jî îronî ye lê zor mixabin rastiyeke berbiçav a tal e ku tenê hişkor dikarin nebînin. Rengê keroşkê ji yek partiyê rêzek bê dawî ya partiyên nuh saz bû. Yek simaya hevbeş a van partiyan heye: mirov nikare wan baş ji hev derxîne! Li nav û bernameyên wan temaşe bikin û hun dê bizanin çima!!
Di rewşeke weha kambax de ku çav, hiş û wijdanên dilsoj tev li benda ferecekê ne, ku li vir û wir kefteleftek heye da ku di vê tariyê de çend tîrêjên ronahiyê bigihin me, ku hîn hêvî hene, çendîn kêm û lawaz bin jî, ku bi vî yan wî rengî guhertinek pêk bê; di rewşeke weha de hin kes derdikevin ku dixwazin derbeya mirinê li van awat û hêviyan bînin û wan yekcar têxin gorê. Berî çend rojan polemîkeke tûj dest pê kir di navbera hin aliyên partiya Yekîtî ya Kurd de. Da ku em meseleyê hinekî ji nêz de têbigihin bila em vegerin destpêka çîrokê. Rastiyek e ku ji dema sazbûna partiya Yekîtî de gelek kêşe û nakokî hebûn di rêxistinên wê yên Ewropa de, bi taybetî li Almanya, Holanda û Belcîka. Herçende hin hewildan pêk hatin bo çareserkirina wan kêşe û pirsgirêkan lê hemûyan şikestî bi xwe ve dîtin û bi ser neketin. Dawî jî di kongreya sêyemîn a partî de ku du sal berê li dar ket, çend biryar hatibûn wergirtin bo çareserkirina problemên partiyê li Ewropa. Ev biryar birîtî bûn li:
– helkirina rêxistina Ewropa û ji nû de avakirina wê,
– bo vê mebestê komîteyek ji komîteya navendî pêk hat ku biryar bû bête Ewropa da bi xwe li ser karûbarên avakirina rêxistinê bisekine,
– biryar bû ku komîteya navborî serdana wan welatan bikira ku problem di rêxistinên wan de hebûn û çareyek bo wan probleman bidîta, mebest jî li vir rêxistinên Almanya, Holanda û Belcîka ne,
– organîzekirina konfiransên rêxistinên partiyê li welatên cihê.
Mixabin, ji ber sedemin ku cih li vir tune ye em basa wan bikin, ev biryar mîna gelek biryarên dî yên partiyê nehatin bicihanîn. Komîteya çaverêkirî nehat Ewropa û bi erka xwe ranebû. Di serencama meselê de, li hin welatan, berevajî biryarên kongreya sêyemîn û komîteya navendî, beşekî endaman konfiransên rêxistinan girêdan û gelek endamên Yekîtî li Almanya, Holanda û Belcîka hatin tesfiyekirin û ji partiyê bidûrxistin.
Min divê li vir xuya bikim ku nakokî tu bingehên xwe yên fikrî yan jî siyasî tune bûn. Di heman demê de nabê yek kes bi tenê bê sûcdarkirin yan jî em gunehan bixin stuyê vî alî yan vî alî ji ber ku bi kurtî hemû kes gunehbar bûn. Bi baweriya min pirsgirêk tev şexsî bûn û koka wan vedigere xapandin, nehezî, bêrêzî û bêbaweriya navbera endamên partiyê, ne tenê li derveyî welat lê herweha li hundirê welat jî. Ji ber weha jî beşekî mezin î berpirsiyariyê dikeve rexê serkirdayetiya partiyê hem li Ewropa û hem li Kurdistan. Dema endamên partiyekê baweriyê bi hev neyînin, ma gelo ev nayê wê wateyê ku ew baweriyê bi bername û prînsîpên partiyê nayînin, ku ji xwe baweriya wan şikestî ye heta di rewatî û rastiya doza Kurd de.
Mebesta min li vir ne ew e ku teşhîrê li kesekî bikim yan jî filankes bêvankes bi nav tawanbar bikim. Ez dixwazim xuya bikim ku nakokiyên nava partiyên Kurdî bi giştî -ne tenê Yekîtî- ne li ser prînsîp û baweriyan e. Lê her carekê ku kara xwe û parçebûneke nû dikin, dixwazin bi hestên xelkê bilîzin û bi wan bidin bawerîkirin ku behaneyên wan ji ber welatparêzî û niştimanperweriyê tên. Ev yek baş xuya ye di vê polêmîka dawîn a Yekîtî de. Mesele tev ew e ku amadebûna parçebûnekê tê kirin û ji bo vê yekê leystikê yekemîn gava xwe avêt. Li hêla din, lîstikvan hevûdû baş nas dikin. Weha jî sekreterê Yekîtî baş dizane çi li Ewropa bi giştî û li Almanya, Holanda û Beljîka bi taybetî rû da û dide. Ew herweha wan hevalên xwe li Holanda xweş nas dike. Kî dizane, dibe ku heta duhî hevalên hevûdû yên ‘ruh bi ruh’ bûn, wek ku Ereb dibêjin.
Bi baweriya min çareserî ne bi rêya parçebûnan tê û ne jî bi rêya inkarkirina hevalên xwe. Weha jî pirsgirêk ne tenê ya Yekîtî ye lê nexweşiyeke gelemperî heye di nav tevger û civaka Kurdî bi xwe de. Erk e li ser milê her takekesekî Kurd ku bi berpirsiyarî û awayekî objektîf li rewşa Kurdî temaşe bike. Dema ne ya wê ye ku kîn û zikreşî bibin çekên me li beramber hev. Rewşa Kurdî ya îroyîn gef û xeterek e li ser seretayîtirîn berjewendiyên gelê Kurd. Pêwîst e ev gel berevaniya xwe û berjewendiyên xwe bike, ne tenê beramberî rêjîma Sûrî lê bi heman radeyê beramberî aliyên Kurdî jî yên bi van berjewendiyan yarî dikin.