Cejna Çarşema Sor pîroz be!

 Cejna Çarşema Sor, bi navê din ‘Çarşema serê Nîsan ê’ li gorî bîr û beweriyên civaka me, roja afirîna cîhanê, peydabûna xêr û bereketa axê ye. Çarşema Sor roja destpêka aştî û aramiyê ye. Xweza reng diguhere di wê rojê de.

Çarşema Sor, cejna civaka Êzdî ya herî mezin û watedare ku ji dîroka qedîm ve wek Sersala Kurdî tê pîrozkirin.          
Çarşema Sor, ji bo tevayiya gelê kurd çand, ziman û dîrok bi xwe ye. Ev cejin, nirxekî gelê kurd e. Parastin û pîrozkirin ji mafê her kurdî ye.

Li gorî mîtolojî û baweriya êzdiya, berê Cîhan hemû avbû. Bi diharbûna miliyaketên xwedê re dinya tê meyandin, wextê Tawus-î Melek ji ezmana dihar û nazilî erdê bûye, lewma jî li gelek ciyan wekî cejna Tawus-î Melek tê pîroz kirin. Şêxadî di gotareke xwede wuha dibêje.
   “Çarşem rojeke fadil e

  Tawisî Melek afirandiye  ji eşk û dil e
   Bar tê nebê kesê ku î xafile
   Deng yeke û hezar reng e“

Di vê cejnê de, basimbar (ji ben ê rengê kesk, sor û zer) tê çêkirin. Wate ya basimbar xêr, bereket, pêşîlêgirtina qeda û bela ye. Basimbar li destê jin, mêr, qîz, zarokan, zada, her tiştekî pîroz û navdar ve tê girêdan. Meha Nîsanê, hem despêka şênbûna xwezayê ye û hem jî bûka salê ye. Di vê cejnê de, baqên kûlîlkên renge reng ji xemla Nîsanê bi her ciyekî pêwîst û girîng ve têne dalaqandin. Di meha Nîsanê de Kurdên Êzîdî bûka dernaxên, ji ber ku  bûka salê bixwe meha Nîsanê ye.

Di van rojên ku em cejna Çarşema Sor pêşwazî dikin, gelek bûyerên girîng li welatê me di qewimin. Hîna aştî û azadî li ser axa welatê me peyda nebûye. Zor û zextên dewletê û zaliman berdewam in. Hêzên şerxwaz hin jî xwîna kurdan dirjînen û destên zarokên 14 Salî bi hovitî dişkênen.  
         
Di despêka salê de hêzên dagirker (Dewleta Tirk) xwestin bi navê operasyona dersînor welatê me cardin dagir bikin. Lê bes, hisabê mal û sûkê li hev derneketin. Bi berxwedana lehengiya Zapê têkçûn û ev berxwedana bê hempa ji bo gelê me bû moralekî gelekî mezin. Lewra di dema Newrozê de bi milyona gel rabû ser piya û hêjî li ser piyan e. 

Gelê me yê bi rûmet;

Êzdî di roja me de hêjî li çar aliyên cîhanê ji hemû mafên xwe yên xwezayî bê par, koçber, sirgûn û derbederin. Civaka Êzdî ne li ser axa welatê xwe û ne jî li dîasporayê, li tevaya deverên ku lê dijîn xwedî mafin. Ji ber ku li welatê me hîna jî aştî û aramî tuneye.

Gelê me yê hêja;

Sala 2008’an ji bo gelê kurd sala diyarbûna çarenûsê ye. Ev sal sala diyarbûna nexşeya man û nemanê ye. Em jî weke beşekî gelê kurd, divê bi hişyarî tevbigerin. Ji vê bonê em dibêjin; îroj ji her demê bêhtir pêdiviya me ji sazîbûn, rêxistinbûn û yekîtiyê heye. Li dijî hêzên şerxwaz em tenê dikarin bi hêza rêxistinbûn û yekîtiyê nirxên xwe yên olî, civakî û dîrokî xwe biparêzin û di rêza mirovayiya pêşketî de cih bigirin. Em hêvîdarin ku ev cejn ji bo gelê me bibe wesîleya aştî, azadî û aramiyê.

Cejna Çarşema Sor li tevayiya Êzdiyan û mirovayiya aştîxwaz pîroz be!
Bijî yekîtiya gelê kurd!

Meclîsa Federasyona Komelên Êzdiyan  
14.04.2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…