Çi Ji Bizava Kurdî Tê Xwestin ?

Zamdar Zindî

Weke em tev dizanin ku, hebûna netewa Kurd li Sûriyê li ser axa xwe ya dîrokî ye; ne penaber û ji hindikên gelê Sûriyê ye, ji kok û pergala dewletê ye. Di pêvajoya dewleta Sûriyê de gelê kurd baca avakirin û berdewamiya wê pir giran daye, digel wê jî deslatdarên Sûriyê, ew bi zor û setemê diyar kirine û ji binî ve nepejirandine. Ji ber van ho û sedeman û hinên din hêşt tevgera gelê Kurd, weke tofekê ji ax, êş û hebûna xwe şîn û mezin bû. Ji ber wê doza Kurd rewşa dademendiyê wergirt û tevgerê nûnertiya wê ya rawe li Sûriyê stand.
Bizava Kurd di ketin û rabûna xwe de, dikarî pir destkewt in biçûk bistandana, tevî ew deskewtî biçûk in, lê zev bi watên mezin û dîrokîne. Lê, gelê Kurd hê di tengazê de dijî û ji mafê xwe yê mirovane bê par e ; taku em xwe ji vê rewşa tal û tûj rizgar bikin û destkewtên hene biparêzin, zor setema li ser milê xwe sivik û rakin. Pêwîst e bizava Kurd li Sûriyê bi cavekî bilind û pirsyarî li têkliyên xwe bi xwe binêre û wan di çarçewa  kongirekî  netewî kurdî de bi ci bike û bi terixîne. Taku lêvegerek netewî jê peyda bibe ku bi  yek  ziman bi hemî hebûyê rêzanî û civakî û rewşenbîrî re bide û bistîne û rê li ber lîstik û minewerên  deslatê û yên din bibirin.
Ji ber vê lêvegera Kurd li Sûriyê  bûye pêwîstiyek dîrokî, kar û xebatek îjdil jê re divê. Ev ustbariya hemî baskên bizavê û fereziyên serbixwen e. Lê, mixabin hin partî  kurd hene, ji kiryarên wan tê aguhdar kirin, her rojekê  li hêlek tevgrê radiwestin û bi deruşmên xwe yên germ, bi pêş dîrokê dikevin û tim dûrî karên hebeş in, pozbilidiyek pûç û lûç li serê partiyên din dikin, bi çi awî be û li ber kîjan nêrîn, diruşman û pêşniyaran be lihevkirina kurd ji hev dişmitînin û yasayên diblumesiyê û danstandinê nizanin biparêzin, jê re ne dilsoz in. Li vir ji partên serek û gavên pîvayî davên tê xwestin, xwe bi ber bayê wan nexin û doza karên hevbeş bi wan re bikin. Kevir û kelemên li ser riyê rûniştina  kongirekî netewî kurdî çê dikin. Di doza rûniştina kongirê netewî bikin û wê bajon serî ta ew lê beşdar ne bin jî. Ji ber ku rojên tên, li me netên piyar kirin (rihmê) û barê guhartinê li me giran dibe, derengî û dûrxistin netê pejrandin.    
Li rex têkiliya kurd xwe bi xwe û hevdana mala kurd, milet û tevgera kurd têkilî bi gelên Sûriyê din re pêwîstiyek mezin e . daku miletê û tevgera Kurd li Sûriyê, li gor rewşa êsta û nêrînên cîhan û herêmê dijî û tê re derebas dibe, divê baş hûrikên wê binasin û bi rastî jî hebûna Sûriyê weke niştiman ji xwe re bibînin û jê re dilsoz bin û bipejirînin . Divê daxwaz û gavên me pir pîvayî bin, dûrî derûşmên qelakirî û sergerm bin yên xizmeta deslatê û erebên çavteng  dikin pirtirî doza gelê Kurd bikin.
Li ber nêrîna hemwelatiyê û Sûriyê welatekî hevbeş ji gelê wê re û em Kurd wek miletekî xwedî maf bi kesên ne Kurd xwe bidin nasîn, ku ew li rex mafê me rawestin û erê bikin . Em hebûyên Sûrî bi hemî kakilên xwe, çi netewî, û çi olî û rêzanî… hebûna hev rêz bigirin û ramana demukratiyê biçînin,  ku bi hev re bijîn . Ev erk û ustbarî gelek giringin e. Divê em biramin çi li hindir, çi li derve dostan, ji doza xwe re pir bikin . Ji ber vê, belgeya mafê gelê Kurd yê ji hêla tevgerê ve erê bûye , li gor dema niha li pêş e.
Têkiliya tevgea Kurd li Sûriyê, bi rêxistin,  partî û komelên mafê mirovan re zû bi damezrandina danezana Şamê ber girt, ew jî gavek durist e li ser rê ye. Deriyê xebatê li ser piştê ji tevgera Kurd re vebû, pê re erk û ustbarî jî bilind bûn. Divê em jî bi qaserî wan bin, ji ber ku em ji sibe deshatdarên Sûriyê ne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...