Pîvanên Niştimanî li gor pêdiviyên rêjîma Sûrî!!!

Dr.Zara Brahîm

Pêşwaziya hovane ya hêzên ewlekariya Sûrî li bajarê Qamişlo, hember wê şahiya şaristanî ya gelê Kurd di êvara newroza îsal de,şêweyek komkujî bû digel hestên nijadperestî yên ku wê têgeya( hemwelatiyê) û ( niştimaniyê) di nirxînin.
Ta roja îro, tu dengê berpirsiyar û nûnerên welat û herêma Qamişlo yên fermî, ne hatine kirin di vê derbarê de, û tu lêpirsîn jî pêk nehatine kirin.
  Ev bêberpirsiyariya rêjîmê tê wê watê ku li cem wan kuştina kurdan çiqas hesane, ji ber ku ev ne cara pêşiye ku van komkujiyan dikin dijî gelê kurd bê ku kes ji wan xwedî lêderkevê û lêpirsînê bikin ta ku gunehkaran dad bikin bi kêmanî.
Ev karên şofînî hatin şermezarkirin ji aliyê gelek kes û hêzên niştimanî di hundirê Sûrî de,çikû çavsoriyek heşkere bû dijî miletê kurdî sivîl.
Bi rastî ev diyardeyeke pir metirsîne di paşarojê de ji bo gelê me, ta ku êdî hayedar be û xwe bi parêzê, û bi taybet ev dibe barê bizava siyasî kurdî tê ku karibe bi karê vê parastinê rabê.
Tevgera kurdî bi mêranî şîniya şehîdan li dar xist, lê pêwîste ku karên doza lêpirsînê û xwedîlêderketinê berdewam bike û bighijê rêxistin hêzên mafên mirovan ê cîhanî, ta ku gunehkaran dadbikin û tu bûyerên din di rojên ku tên de ne wên serê kurdan. Loma ev metirsiya han, tevgera kurdî dixe bin barekî lezgîn de ku yekîtiya xwe xurt bike û zû şêweyek hevgirtinê damezrênê û nakokiyên navxwey deynê alîkî din, gotina xwe ya siyasî hember rêjîmê bike yek û dozdariya mafê kurdan heşkere diyar bike, û rê li ber parçebûnê bigre, ji ber ku hemû pîlan pêk tên dijî gelê kurd bi giştî.
Pêwîstiya lêvegerê yan çi şêwe be ji yekîtiyê, di navbera tevgerê de girigiya xwe têne ziman berî her karî û nabe ku kesek van bûyerên adrê yên dawî di ser guhê xwere bavêje eger em dilxwaz û hezkiriyê netewa xwe bin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…