her sê Muhemmed.. herfîn û hêvî..

Ebdullah ÎMAM

   Di roja 20 ê Avdara îsal de, li bajarê Qamişloyê, desthelata sûrî gunehbariyeka nû kir di zincîreya gunehbariyên xwe de di derheqê gelê kurd de.. êvara cejina Newrozê ku kurdan pê aheng dikirin li hemî deverên cîhanê.. regezên vê desthelatê qurşina sax avêjtine komekê ji ciwanên kurd yên kombûyî li dora xetîreyekê ji agirê ku vêxistîbûn bi helkeftina cejina wan ya neteweyî Newrozê, û di encamê de sisê ji wan ciwanan şehîdbûn û hijmareka din jî birîndarbû, di gel girtinên ku bûne para pirriyan di vê helkeftinê de.
   Navên hersê şehîdan (Muhemmed Zekî Remedan – Muhemmed Yehya Xelîl – Muhemmed Mehmûd Husên) li cem me tazirînin hindekî ji heriftinên bi êş, ên wekuyekiya van navan bi dûrî sersamiyê dixînin:
– Di sedeya heftemîn de, destpêkên muslimanan hêriş birine welatê kurdan, mêr û zarok û jinên wan kujtin, namûsên wan pergende kirin, ruxsarên wan ên şaristanî û berhema wan a giyanî hilweşandin.. û encam ew bû kevtina piraniya kurdan di ayina îslamî de – wek wan wek mayiyên milletên Asiya û Afriqiyayê – û kujtin û tirsandin jî para yê rijdbûyî ji bo bimîne li ser ayîna xwe ya resen bû.. Paşê, û bi demê re, îslam bû ayinek amadeyî ji van milletan re, nemaze kurd ên bi wan re gihêjte radeya navlêkirina bûyiyên xwe bi navên ereb û nemaze «Muhemmed», û xizmetpêşkêşkirina di şerê li dijî şalawên xeçperestan de û neçarkirina wan ji bo vegerine Ewropayê.. Hîn jî ewropî heya vê rojê vê yekê bi bîr tînin bi hestekî ji janê û gazindeyê bo layê gelê kurd yê hîroj bi wan re li dostîniyekê digere ku birînên berê jibîrkirin bide û bi wan re rûpeleka nû veke di dîroka Ewropayê û Rojheleta navîn de û bibe bingehekê ji bo avakirina hêlînistiya serdemê.
    Ev buyîyê kurd ê navylêkirî «Muhemmed» hîroj têye kujtin bi qurşîna regezekî ji desthelata ku xwe musliman dibîne, û rijêma îranî ya musliman ji xwe re tek hevbend dihêle, û piştgiriya rêxistinên îslamî yên pişterî dike wek tevgera Hemas li Felestînê û Hizbullah li Libnanê.. Û dibe ku regezê qurşîn avêjtî jî navê wî «Muhemmed» be..!! ma kî dizane?..
– Tirk hatine deverê berî çend sedeyan, û ketine îslamê û ew ji xwe re dîtin wek makerekê ji bo avakirina sultangeha xwe ya Osmanî, ya dirêjbû ji sinûrên Îranê de li rojhelatî heya deverên Bulqanê û Mexriba Emazîgî – Erebî li rojavayî, û ji deryaya reş de li bakurî heya Yemenê û Sûdanê li başûrî.. û piraniya şerên ku ji wan re ev ferehbûna pêkanîne kurdan serokayetî û beşdariya wan kiriye ji veriwana xizmeta ayînî.. weha di sedeya şazdemîn de pêkhat tevlêkirina Îraqê û hêrişkirina li dijî Memalîkan li Sûriyê û Misirê û tevlêkirina wan û veguhestina ber bi Şitîdorgeha ereb û Yemenê ..h.d. heya derkevtina wan ji van waran bi encama şerê cîhanî yê yekemîn, û besbûna wan bi tevlêkirina beşê bakurîn ji Kurdistanê,.. Û weçeya Muhemmed Elî Axa yê Qolî yê kurd jî ma di fermanrewayiya Misirê de heya sala 1952z.
   Û heger rewşenbîriya rêbaza rijêma Elbe””””””””s li welatê me li heyîna Osmanî dinihere wek dagîrkirinê tevî ku ew cudanabe di layê ayînî de ji yê berî xwe ji cihnişînên Umewî û Ebbasî û berî wan ya Raşidî.. lê ev rijêm ya tenhaye ku rê da leşkerê tirk û parta desthelatdar a «musliman» ji bo pêşêlkirina serweriya Îraqa «musliman» û kujtina kurdên «musliman», ên sereyên wan pir navê «Muhemmed» hildigirin.
– Avdara mirinê, ya ku di despêka xwe de serokê nemir Mustefayê barzanî daqultand, û di dawiyê de jî serokê nemir Qazî Muhemmed daqultand, û di navbêna destpêkê û dawiya wê de daqultana hunermendê kurd ê nemir Muhemmed Şêxo bû di nehemîn rojên wê de, û di nîvê wê de jî daqultandina hazaran bû ji xelkê Kurdistana Îraqê û bi taybetî li bajarê Helebceyê.. û di navbêna diwazdemîn û şazdemîn rojên wê de daqultandina gurzekî ji şehîdên serhildana avdarîn bû li Kurdistana Sûriyê.. Avdara ku Newroza wê şehîdek daqultand berî dora bîst salan, ew jî Silêmanê Adî bû, va ye ew di Newroza îsal de sê şehîdên nû dadiqultîne.. ma ev qurbanîdan hemî têra wê nakin?..
    Bîrdoza peqînê dupatdike ku ev şehîdana bi kombûna xwe û guvaşîna xwe peydabikin rewayeka ku peydabike peqîna Newrozeka nû.. ew e roja ku kurd hemî li bendê ne.. ew e roja azadî û felata wan ji sitem û koledariyê.
———————-

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…