Berî 14 salan Rewşen xanim Bedirxan koça dawîn kir

Konê Reş

 

   Di roja (01 î 06 î 2006)an de 14 sal di ser     koçkirina emîre Rewşen Bedirxan re derbas bûn.

   Rewşen Xanim tekane jine ji malbata Mîr Bedirxanê Botî mabû sax  û naskir di nav gel kurd de.

  Ew mîna dîdevaneke dîrokî bû li ser gelek bûyerên kurdî û bi taybetî neferên malbata Mîr Bedirxanê Azîzî.  Ew kebaniya Mîr Celadet Bedir Xan bû. Di pêvajoya dîrokî de ya ku Mîr Celadet di eniya wê de şer dikir, li kêleka wî disekinî û ew barê giran yê ku Mîr dibin de ditewtihî, pêre hildigirt mîna: Weşandina kovara HAWARê, RONAHÎ yê û weşanên Hawarê digel hilgirtina barê malê û razîkirina mêvanên pir û têvel, ewên ku ji navçe û herêmên kurdan li mala Mîr di bûn mêvan li Şamê, digel wan jî kurdenasên biyanî hebûn wek Roger Lescot û Pirre Rondot, hem jî dibere karê xwe yê mamostetiyê di dibistanê Şamê de dikir…

Rewşen Xanim eva ku îro em di dabaşa bîranîna 14 saliya koçkirina wê de ne, yekemîn jîna Kurd e, ku bi kurdiya Latînî nivîsandiye, û gazî jinên kurd kiriye û gotiye: (xuhên min ên delal, her wekî hûn jî di zanin derdê miletê me ê mezin û xedar nezaniye. Nezanî nexweşiyeke û dermanê wê zanîne…) Hawar, 27- 1941.

    Vê jina kurd di 16 salan de, şev û rojên xwe bi mîr Celadet re derbaskirine, ta ku di (15, 7, 1951) ê de, Bîra Qederê Mîr Celadet ji nav me revand. Hingê Rewşen Xanim jiyana xwe di nav rûpelên Hawar, Ronahî û pirtûkxaneya Mîr de bûrandiye, û pirê Caran rondik li ser perîşanî û derbideriya xwe û neferên malbata xwe baran dine … îro Rewşen Xanim bûye wek simbolekê Ji jinên kurd re di warê zanîn, kurdperwerî, nivîskarî û kebanitiyê re, ji ber vê yekê bi sedan ji gelê kurd navê wê li keçên xwe kirine.
 
   Di pêşgotina bîranînên bavê xwe de wiha gotiye: (min çi kiribû, ez nizanim, di be ku min xwe razî kiribe, dema ku min xwe ji zarokên xwe re dîl kir, û çendî ez dilrehet bûm, çaxî ku min canê bavê wan razî kir, ew mirovê zor mezin yê ku tev jiyana xwe di ber kêşeyekê de xerc kir, baweriya wî pê dihat …)
 
    Belê, ji mafê wê ye ku îro em wê bi bîr bînin, heger em wê bi bîr neynin gelo wê kî wê bi bîr bîne.
 

    Rewşen Xanim di sala 1909 an de li bajarê Qeyseryê çê bû ye, dema ku bavê wî M. Salih Bedirxan di sirgoniyê de dijiya, xwendina xwe di mamostetiyê de li welatê Şamê bi dawî aniye û lê mamostetî kiriye. di sala 1935 an de bi kurmamê Bavê xwe Mîr Celadet Bedirxan re zewiciye, kur û keçik ji wan re çê bûne, kur Dr. Cemşîd e, berî du salan li Elmanya çûye ber dilovaniya Xwedê, kurekî wî heye navê wî Kurdo ye ew jî wek bavê xwe bijîjke û li Elmanya dimîne û keç navê wê Sînem Xane kebaniya nivîskarê hêja Selah Se’della ye, niha li Bexdê dimîne. Piştî koçkirina Mîr Celadet, ji nû Rewşen Xanim ketiye ber pêlên şek û pekên giran de, di nav deryaya kul û xeman de melevanî kiriye, û ji neçarî di sala 1972 an de, mala xwe ji |amê Barkiriye Banyas li ser peravê derya Sipî, û rojên xwe yên mayî  li wir bûrandine … ta ku di berbanga 1-6 – 1992 de, Yezdanê Gewre canê wê revandiye jor jor … li ser daxwaza wê, berî mirinê, bisaya kurdperwerên bi rûmet, termê wê di eynê rojê de hat guhestin |amê û ew di kêleka bapîrê wê (Mîr Bedirxan û Mîr Celadet) de hat veşartin. Hingê min jî ev çend gotin li ser gotin:

Erê Mîro Felek çex û dewrane Rewşen Xanim îro li te mêvane

Bigerîne civateke Botanî

Digel Rewşen û Celadet û Xanî

Rewşen Xanim wê bide te mizgînî

îri şere li Herekolê Banî

li Cezîra bavê Têlê li |ernex

gelê Kurd mil dane hevdû bi yek rex

şiyar bûne, êdê nemaye ew xew

berxwedan û serxwebûne û hew …

   Em jî gelê xwe serwextî vê rojê dikin da ku navê Rewşen Bedirxan neyê jibîrkirin, sed rehmet li canê wê bin û li canê tev neferên malbata Mîr Bedirxan bin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…

Tengezar Marînî

 

Ez ê îro nivîskarekî elman, ku wek rewşbîrekî kartêker bû di dema xwe de, bi we bidim nasîn.

Li Swêdê xelat bi navê wî heye û du nivîskarên me ên hêja ew xelat wergirtin: 1. Shêrko Bêkes. 2. Selîm Berekat.

 

Kurt Tucholsky yek ji nivîskar, rojnamevan û peyamnêrên…

Tengezar Marînî

 

Hevoka “Hizirkirina azad di demên aloziyê de” behsa pêwîstiya bingehîn a tevgerîna hem afirîner û hem jî serbixwe di demên dijwar de dike. Nîşandana vê yekê bi pirsgirêkên taybetî yên ku kes û civak di demên nezelaliyê û guhertinê de pê re rû bi rû dimînin, bi taybetî giring e….

Konê Reş

Ji hezarê salan ve

bav û kalên me,

di nav çiya, gelî, deşt û daristanan de

jiyana xwe derbas kirine..

Çiyayê Toros, Zagros û Ararat

li dor wan, ber bi asman ve bilind bûn..

Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat,

Zab û…