li gor texmînan hejmara rûniştvanan dê di sala 2020 î de bibe 100 melyon. Pirbûna hejmara wanan li nik dewletên ewropî cihê metirsiyê ye, ewanan dizanin ku Turkiyê di warê darayî de li şûn e, ewa hîn di sala 1998 an de % 400 di warê diravî de bi binketi bû. Ewa di sala 1997 an de bi 80 milyar Dolr dêndar bû.
Ji ber vê jî, dewletên ewropî ditrsin ku rewşa aborî û pirbûna hemwelatiyên Turkiyê ziyanê bigînin rewşa aborî û rewşa rûniştvanên welatên wan.Wek nimûne, niha pirtirî du melyonan ji hemwelatiyên Turkiyê tenê li Almanistanê dijîn, Almaniya û dewletên din ditirsin ku hejmara wanan hîn pirtir bibe û astengên aborî û rûniştvanî li nik wan jî peyda bibin .
2-Cidabûna asta şaristaniyê di navbera dewletên ewropî û Turkiyê de.3- Ewropa baş dizane ku %98 ji hemwelatiyênTurkiyê musliman in.Lewra jî di hevdîtina partiyên dêmokrat yên xaçeperst, roja 4.03.sala 1997 an de daxûyniyek hate weşandin; di wê daxûyaniyê de weha hati bû: ” Pejrandina endametiyaTurkiyê di “Yekitiya ewropî “de ne ji nîzîk û ne jî ji dur de gengaz e, pirojeya Ewropa pirojeyeke bajarvanî ye û cidabûneke şaristanî di navbera Turkiyê û Ewropa de heye, lê em bi xurtî piştvaniya hevkariyê bi Turkiyê re dikin .” 4-Turkiyê û Yonanistan ne lihev in; mafê Yonanistanê mîna endamekî di “Yekitiya ewropî “de heye ku “Vîto” li dijî wergirtin û pejrandina endamên nûh di “Yekitiya ewropî “de bi pêk bîne. Herweha jîYonanistan gelek caran di “Yekitiya ewropî” de dikane alîkariyê ji bo Turkiyê rawestîne. Tevî ku Emêrîka pir caran dixwaze zorê bibe serYonanistanê ku ewa helwesta xwe di “Yekitiya ewropî” de li dijî Turkiyê biguhêre, lê ta niha ewa hîn nikane akamên xwe rasterast li Yonanistanê bike . 5- Di Turkiyê de dêmokratî gelek kêm e.6-Kêşa kurdî li Kurdistanê ne hatiye çareserkirin.6- Cenêral û Leşgerên dewleta Turkiyê destên xwe davêjin nav jiyana siyasî.
Piştî ku dawiya şerê sar û rûxwendina Sovyetistanê hat û piştî şerê kendavê siyaseta derve yaTurkiyê hate guhartin, ewa bervê xwe dide van herêmên mezin; Belkan, Kafkasê, Asiya Navîn û dixwaze roleke giring di van herêman de bilîze. Lê di siyaseta Turkiyê ya derve de du rêbazên sereke û cuda henin;1- Rebazek rêzanî, kevneşopî-ataturkî ye. Nûnerên vê rêbazê dibêjin; Turkiyê komarek ewropî ye û divê ewa were ewropîkirin.lê tevî vê nirîna jorîn jî, dîsan hin serokên partiyên vê rêbazê henin, mîna Mesud Yalmaz, serokê “Partiya Niştimana Dayik” û Tanso Tişîler seroka ” Partiya Riya Serast” li ser rêbaza straticiya ola îslamî dipeyvin , weke nimûne; Tanso Tişîler di 16.09.1996 an de gotiye :” Eger Turkiyê dixweze bibe pirek di navbera Rojhilat û Rojava de, pêwîste Turkiyê bizanibe ku Rojhilat lingeke wê ye.” 2-Rêbaza ola îslamî ye. Berê partiya “Refah” bi seroketiya Nicimdîn Erbekan nûnertiya vê rêbazê dikir, lê Cênêralên Turkiyê ewa di bin wî navî de ji holê rakirin yan qedexekirin û niha partiya “Elfedîle” bi rêbertiya Ordegan ketiya dewsa partiya “Refahê”. Nûnerên vê rêbaza îslamî weha rast dibînin ku dewleta Turkiyê pêwîste hêdî, hêdî xwe ji bin bandor û dezgehên welatên Rojava rizgar bike.
Di ber van herdu rêbazên bingehîn re hin partiyên ne sereke henin, dixwazin sudan ji herdu rêbazên sereke bibînin, lê diyar e ewanan ta niha bê hêz û karîger in. Divê em li vir vê rastiyê jî bêjin ku çiqas cidabûn di navbera van rêk û rêçikên jorîn de heye, lê ewanan hemû di baweriyekê de ne ku pêwîste Turkiyê di herêmê de rola seroketiyê li şûn dewletên Ereb û Îranê bilîze.
Di dîroka berê û ya niha de tête diyarkirin ku sedemên ne leheviyê di navbera herdu dewletên dirawsê de pir in; mêjoyî, şaristanî, siyasî û erdnîgarî ne. Turgut Ozal hîn di dema xwe de, di salên nodî de carekê goti bû; em parola” Osmaniyên Nûh” ji sernûve radikin. Li hember parola Turkiyê,Yonanistanê jî parola “Mîgiya Loaldiya”(Ramana Gewre)”rakir. Paşê “Partiya Yonanî ya Sosyalîst”(PASOK) careke din destlatdariya Yonanistanê kir, ewê jî parola “Hêlînî ” hilda jor, lewra jî hevdijayetî di navbera “Osmanperestan” û “Ramana Gewre” de ango “Hêlînîperest de “ji nûve bi xurtî hate vejandin.
Piştî ku “Yekitiya Yogislaviya” jî têkçû, pirsgirêkên netewî, olî li Bosne û Hirsik, Kerwatiya, Mekîdoniya, Albanistanê û li Kosovo peyda bûn. Di vir de Yonanistan mîna “Ertedoksênbawermend” dibêje; rola “Ertedoksiyê” di rêzaniya derve de ji bo wê pir roleke sereke dikane bilîze ji ber vê jî, ewî hevpeymanên siyasî –ortrdoksî bi Rosiya, Bolgariya, Serbiya li dijî pêla Îslamperestan li Turkiyê girêdan.
Turkiyê û Yonanistanê li ser “Derya Îçe” jî, ji zû de li hev nakin, di vê derbarê de gelek hevpeymanên navdewletî hatin lidarxistin, li gor wan hevpeymanan sînorên deryayî ji bo herdu welatan,Turkiyê û Yonanistanê hatin destnîşankirin. Ji wan hevpeymanên giring jî ev bûn; “Hevpeymana Lozanê” di sala 1923 an de, “Peymanek”di navbera Îtaliya û Turkiyê di sala 1932 an de,”Peymana Parîsê ” di navbera Îtaliya û Yonanistanê di sala 1947 an de .
Her weha jî Yonanistan baregehên leşgerî li (12) giravên ” Deriya Îçe” ava kirine, Turkiyê bi tundî li dijî van baregehan radiweste, li aliyê din Yonaistan dibêje; ku Turkiyê baregeha balefiran ya leşgerî li nîzîkî “Deriya Îçe” berfereh dike.
Di sala 1976 an de peymanek li Siwêsra hate ragîhandin. Li gor wê peymanê pêwîste Turkiyê û Yonanista “Zêrê reş” ji giravên “Deriya Îçe ” dernexînin, lê Yonanistan ji xwe re mafeke rewa dibîne ku sudê ji giravên xwe bibîne, lewra jî ewê “Neft ” ji giravên wê deryayê derdixist.
Di sala 1982 an de yasayek giştî derbarê “Deriya Îçe” ronî dît, lê Turkiyê nexwast û hîn jî naxweze wê yasaya giştî bipejrîne û bi ser vê de jî, ewa gefûguran dideYonanistanê û jê re dibêje, eger tu destlatadariya xwe li ser “Deriya Îçe ” pirtîrî 12 Mîlan bikî, emê leşgerên xwe bişînin hemû giravên vê Deryayê.
Perlemana Yonanistanê di meha Gulanê, sala 1995 an de biryar istandi bû ku hemû giravên “Deriya Îçe” têxe bin destlatdariya xwe, vê biryarê hîn alozî û astengî di navbera herdu dewletan de kûrtir kir.
Hîn astengiyeke din pir mezin û dijwar di navbera herdu dewletan de heye; ewa jî kêşa Qubrisê ye.
Girava Qubrisê ji sala 1517 an de di çarçewa “Împiratora Osmaniyan” de bû, li gor peymana Birêtaniya û “Dewleta Osmanî” di sal 1887 an de, girava Qubrisê dikeve bin destlatdariya Birêtaniya, û li gor hevpeymanên “Sîverê “, (1920) û lozanê (1923 9mafêTurkiyê di Qubirsê de nema dimîne .
Di sala 1960 î de Qubrisê serxwebûna xwe istand, lê li Qubirisê % 20 Turk in .
Di sala 1974 an de Turkiyê ji %38 ji rûberê Qubris dagîr kir, ew beşê dagîrkirî jî bi samanên xwe yên xweristî pir dewlemend e. Di sala 1983 an de Qubrisa dagîrkirî xwe mîna komareke serbixwe ragîhand, lê ta niha eva komara ji aliyên dewletên cîhanê de bi awakî fermî ne hatiye pênasîn .Bi ser vê de jî “Yektiya ewropî ” Qubiris mîna berendemekê di nav xwe de pejirand. Ev gavavêtina jî ji bo Yonanistanê serkewtineke mezin bû, lewra jî Turkiyê tirseke mezin dide Yonanistanê û ji wê û ji cîhanê re dibêje; eger Qubris di ” Yekitiya ewropî ” de bibe endameke fermî, emê beşê Qubrisê ya dagîrkirî têxin çarçewa dewletaTurkiyê. Herweha jî Turkiyê gefgurên din dide Qubrisê û dibêje, eger ewa rakêtên Rusiya li ser erdên xwe bi cîh bike, dê Turkiyê hêrişeke leşgerî bibe ser Qubrisê . Bi vî rengî dewleta Turkiyê ya Ataturk û Îslamperest siyaseta xwe ya derve li gor berjewendiyên xwe û bê rêzlêgirtin ji gelên dirawsê re berdewam dike.