Gotar

Frazelociya Kurdî (zanista hevoka Kurdî)

Dr.Phl.Ebdilmecît Şêxo

Wêjeya Kurdî jî mînanî pir wêjeyên cîhanî bi hemû cureyên xwe dewlemend e,helbest,çîrokên gelêrî,çîrokên wêjeyî,şano,pend  û şîret û di

van salên dawîyê de ramana Kurdî jî serê xwe hildide   û pêşdikeve,lê Frazelociya(zanista hevokan,ango;Biwêj) jî  wek beşek resen û serekîn ji  zimanewaniyê (zanista zimên) e,lê pêwendiyê wê bi folklor û çanda gelêrî re jî baş heye.

Gotina Frazelociya ji du peyvan pêkhatiye.1-Fraza:(Hevok),2-Lociya:Zanist,ango;Frazelociya;zanista hevokan e,lê zanista hevokan jî  (Biwêj) çî ye? Kê ewa afrandiye?

Belê!Wek tête zanîn folklor bi gîştî ji afrandina gel e,erê ewa beşek ji zimanzanînê tête naskirin,lê ewa yanê;Frazelociya(Biwêj)wek di zimanewaniyê de hatiye çespandin;ku ev wêjeya devkî jî pir bi şêwazekî nayabdarî ji aliyê gel de hatiye nivîsîn;ev jî hişmendî û felsefa wêjeya devkî li nik gelê me baş dide xûyakirin,emê li jêr çend nimûneyan ji gulistana Frazelociya Kurdî bi xwendevanan bidin nasîn,naverok û mebestên wan  jî zelal bikin.

1-(Ew hatin ser şeyên hev).

Kînga mirovê  Kurd wisa dibêje?

Eger du kes yan hin kes di destpêka pêwendiyên xwe de ne lihev bûn,gelek caran ne mînanî hev diramin,baweriyên xwe ne herdem wek  hev in; lê ew di pêvajoka pêwendiyên xwe de wirde, wirde bi nêrîn û helwestên xwe nêzîkî hev dibin,di wê demê;em kanin bêjin:(Ew hatin ser şeyên hev).

2-(Nok û nîskên me bi hev re nakelin) .

Mamoste Şêrzad bi hevalê xwe Serbest re got:Di şeva Newrozê de tu û  Kawa mîvanên min in,Serbest bi Şêrzad re got: Biborîne! Ez nikanim di wê şevê de werim cem te,ji ber ku(Nok û nîskên min û Serbest bi hev re nakelin),ango;em ne lihev in,em ji hev bêhnteng bûne û dengên me narin hev.

3-(Destên min di dawê te de be).

Azad pir di tengasiyekê re derbaz dibe;dibe civakî be,dibe darayî be Û.W.D,ew diçe cem dirawsêyê xwe Lezgîn û dibêje:(Destên min di dawê te de bin);yanê ez alîkariyê ji  te dixwazim.

4-(linggên xwe berhev ketin).

Rêzdar êvarê bi tenha xwe li xwaringehekê  dixebite,mîvanên xwaringehê pir dibin,ew nikane bi tenha xwe bi erkên xwe rabe,ji wî re alîkarî pêwîst e,lewra lingên wî berhev dikevin.

5-(Ew di bin baran de namîne).

Rojekê ji rojan Dilêr tengasiyek dijwar bi alîkariya hevalê xwe Candost   derbaz kir,lê di pişt re Candost jî nexwaş bû û ewî nikanîbû lêçûna Bijîşk bida,lê vê carê Dilêr jî alîkariya Candost kir,lewra em kanin bêjin:Dilêr di bin baran de namîne,ango;ew qenciyê hevalê xwe jibîrnake.

6-(Ew di rûnê xwe de tête qewrandin).

Rojekê ji rojan Lezgîn dibe mîvanê hevalê xwe Hişyar;Lezgîn pir dipeyivî û pesnê xwe bi drewan dida,virên mezin dikirin,Hişiyar dizanî ew derewçîn e,ew ji dest virên Lezgîn pir tore dibe,dêşe û nikane bi mîvanê xwe re bêje:Tu derewan dikî,lewra em kanin li vir  bêjin:Hişyar di rûnê xwe de tête qewrandin.

7-(Ew kane cilê xwe ji bin avê derxîne).

Rojekê ji rojan hin siyasetmedarên nezan dibin mîvanê helbestvan Şêrko;ewan hin rexne li Şêrko dikirin,lê Şêrko pir bi sanahî bersivên wan  dida û nêrînên wan pûç dikirin;lewra Şêrko kanîbû cilê xwe ji bin avê derxista.

8-(Yên belek li nik wî pir in).

Ferhad di civateke siyasî de amede bû,ewî di civatê de got:Min ewqas siyasetmedarên mezin ji Ereban  dîtine û min li ser  rewşa Kurdî baş ji wan re şirove kiriye,lê Xweşnav bi yê rex xwe re bi dengê nizim got:Tu zanî !

Çiqas yên belek li nik Ferhad pir in,ango ew pir derewan dike.

9- (Çav di te de zer kirin).

Perwîn,Raperîn,Şehnaz û Hêmen bi hev re civînek siyasî kirin,li dawiya civînê Raperînê bi Şehnazê re got:Tu zanî çiqas Hêmen çav di te de zer kirin,yanê tu bi dilê wî bû,ewî tu begem kiriye,belkî ew ji nêzîk de jî te  ji xwe re bixwaze.!!

10-(Çav di te de sor kirin).

Bangîn! Duh di civîna komeleya xwendekaran de; Hecar çav di te de  sor kiribûn,ew ji te tore û pir bêhnteng bû;te digot qey ew dixwaze şerê xwe di te de bide.

11-(Stêrkê xwe mê ye).

Zêrîvan gelek karan dike,ew toşî dijwariyan netê,ew kîjan deriyê bikute, hemû derî ji wî re bi sanahî vedibin,lewra em kanin bêjin:Stêrka Zêrîvan mê ye,lê çima stêrka mê  nîşana serketinê ye û  ya nêr nîşana binketinê ye,ev mijareke din cihda ye.

12-(Rûnişt li germa rabû li serma).

Herkesê ku qels be û ne jîr be hemû karên xwe  ne di demê xwe de dike û ew herdem  bi xwe re dibêje:Ezê paşê bikim,ezê siba bikim,lê dema kêrhatî û guncaw di ser wî re derbaz û têper dibe; yanê ew  ne di  demeke guncaw de karê xwe dike.

13-(Yê bin kom tune ye).

Dara û Kawa bi Mîrto re danûstandinekê li ser  yekitiya partiyên Kurdistana Rojava dikin û giringiya wê baş destnîşan dikin,lê Mîrto nikane ji herdu dostên xwe têbigîne,lewra Dara neçar dibe û bi nehênî bi Kawa re dibêje:Yê bin komê Mêrto tune ye,ango; ew bêhiş e.

14-(Mîh bi lingên xwe û bizin bi lingên xwe).

Xoşnav û Can bi hev re partiyek siyasî nûh damezrandin,lê di pişt re ew di pêvajoka xebata rojane de pêrgî gelek diyardeyên siyasî ne yeksane hatin,lê ev herdu heval nikanîbûn bi yekhelwest li rewşa nûh temaşe bikin,nêrînên cihda di nav herdu hevalan de peyda bûn,Xoşnav yekser bi hevalê xwe Can re got:Mîh bi lingên xwe û bizin bi lingên xwe,ango;bila  her yek ji me di rêyekê re bimeşe û partiyekê ji xwe re damezrîne !!.

15-(Avê li desta nake) .

Ev bi erênî jî tête gotin û bi neyênî jî tête gotin.

Nimûne 1:Erênî ye.Nesrîn di xwendina zimanê Kurdî de jîr e,Lê Gulistan hîn pirtir  jêhatî û jîrtir e,lewra em kanin bêjin:Nesrîn avê li destê Gulistanê nake.

Nimûne2:Neyênî ye.Lewend di danûstandinê de bi dirawsêyê xwe re gelek xerep e,lê Bêzar hîn avê li destê wî nake,ango ew bi dirawsêyê xwe re hîn xeraptir e.

16-(Av li rûyê tune).

Cengîn di danûstandinên xwe de pir zimanxerap e,gotinên ne baş,ne sincî  bêşermî ji devê wî zû dişimitin,lewra ev li rûyê Cengîn tune ye.

17-(Ba li ber lêvan neket).

Buharê gilûgazin ji birayê xwe Dilêr kirin,Dilêr pir şerm kir,hema (Ba jî li ber lêvan neket)yan; ewî nikanîbû bersiva xwe bide.

18- (Agir berda kayê,xwe daye ber bayê).

Niyazî di nav du û sê hevalan de gotinên wan birin û anîn û di nav wan  de nelihevîyek çêkir; di pişt re ew ji holê derket û xwe bêguneh daye naskirin.

19-  (Sîpan di qulê derziyê re dinêre).

Ango;Sîpan asoteng e,nezan e,lewra ew nikane astengên xwe bi sanahî   çareser bike.

20- (Zimanê wî dirêj e).

Rizgar ziman dirêj e,ango ew bêşermî dikane gotinên xerap li ser hevalê xwe yan li ser kesên din bike.

Li dawiyê em hêvîdar in ku me kanîbû çirûskek ji zanista (Biwêja Kurdî ) di hundir van rûpelên borî da vêxista û ez gelek hêvîdar im jî  ku pisporên ziman û wêjeya Kurdî mijara me bi gotar û lêkolînên xwe hîn dewlemendtir bikin.

Efrîn.2.11.2026

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din