Seîd Yûsif
Mirov bigiştî nizanin bê kengî felsefe derketiye û ji ku dest pêkiriye, û di çi serdemê de hizir û ramanên mirovan xwe rist û sîystem kirine, tenê danpêdan heye, ku mirov “bisixlet Fîlosofe”. Lê belê di demekê de hinek mirov dûrî xeyal û efseaneyê ketin, û ber bi hiş û hizir û zanînê ve çûn û herwiha rexneyên kirîtîk û hişmendî di derbarê zanistiyên çûyî de bikaranîn. Loma ew beşê kesan bi navê Fîlosofan hatin naskirin, û hem dest bi felsefeyê kirin. Lê belê felsefe ne wek helbestekê amadeye ji bo ezberkirinê, û ne jî tiştekî xweber çêbû ye, û ne çend gotin û xêzin li ser rûpelên kaxezan hatine nivîsandin û diristkirine. êdî tu kesî rastîya dawî bidestan negirtîye, loma deriyê felsefeyê herdem vekirîye, û herwiha nasnameya felsefê jî bidawî ne bûye, loma ger û kolanek berdewam û sexte. tenê Fîlosof li heqîqetê digerî, û qet girtina heqîqeta hemî tunneye, loma Fîlosofê Almanî Gothold Lîsing gotîye: heger Xweda rastiya giştî û amadekirî têxe destê min î rastê, û kolan û gera berdewam û bê aramî li heqîqetê têxe destê min î çepê, û hilbijartinê ji min bixwazî, bêguman ezê destê çepê hilbijêrim.
Fîlosof û Felsefe:
Bêguman mirov xwedî hiş û ramane, xwedî sinc û rewişte, û hem jiyîyekî yekaneye yê ku pirsan dike, û hem bersivan jî dide, loma ew dibe jiyîyekî berpirsyar. Fîlosofê Yonanî Platon dibêje felsefe ji matbûn ê çêbûye, çimkî mirov li derdora xwe dinerî! Gerdûna fireh bêsînor, asmanê bi stêrkan xemilî û dagirtî, rok û heyv, surişt û zemîn, û xweza, av û şînayî, sebze, baran, berf, bahoz, agir, jiyan, mirin, û ji bilî hemûyan mirov bixwe jiyîyekî biyanî ye, loma pirs çêbûn û bersiv jî hatin dan, û bi vî awayî zincîra pirs û bersivan dawiya wan tuneye, çimkî her bersivek tê dan loma pirsek nû jê derdikeve, û tê gotin ku bersiv ji pirsan giringtire, û em dikarin bibêjin ku pirs destpêk û dayika felsefebûnê ye.
Fîlosof ew mirovê jiyana xwe, xwebexşî zanistiyê dike, dikoşe digere hizirê dike, çand û huner û dîrok û tore ya mirovatî dixwîne, û dinerxîne, lewra mejiyê xwe jî, ji agahiyên kevineperest paqij dike, û bê girov û govan tiştan red dike. Fîlosofê Yonanî Dîmokirîtis yê dewlemed digot: heger ez li hizrek bisûd rast bêm, ji bo ez riwê cîhanê pê bugherim li cem min ji mal û pareyên dinyayê bigiştî baştire. Loma çû gelek welatan û pereyên xwe li geştyariyê xerç kirin.
Her fîlosofek felsefeyên berî xwe dixwîne û dinerxîne, û tiştekî nû li dîroka felsefê zêdedike, loma dîroka felsefê weke xelekan bihev girêdayîye, û berdewame û hevdû tekûz dike.
Lewra pirsek din heye ka çi wateya peyva felsefeyê ye?
felsefe peyvek Yonanîye ji du kîtan pêk tê, fîlo anku hez û evîn, û sofa anku hikmet û zanîn, loma peyva felsefê dibe evîndariya zanistiyê, û Fîlosof dibe ew mirovê ji zanistiyê hezdike, lê pirsek giring heye, Kengî peyva felsefê derket, û kê ew peyv bikaranîye? Bersiv weke tê gotin ku fîlosofê yonanî yê bi navê Fîtaxors ew yê yekemîn ku ev peyv bikar anîye, û hem di nerîna wî de fîlosof ne Hekîm e, tenê ew hezkirê hikmetê ye, çimkî Sofa tenê ji Xweda re guncav e.
li hember vê nerîna kilasîk ya li jor, nerînek nûjen heye ya fîlosofê Almanî Martin Haydîgêr, yê ku dibêje: felsefe ne hezkirina rastiyêye, êdî felsefe serbore, û ew zanîna di navbera êkîtiya du tiştan de çêdibe. Ji bilî wisa heger em li dîrokê vegerin, emê bibînin ku Hîrodot dibe yekemîn kes yê gotina felsefê bi wateya hezkirê zanênê bikar anîye. (jêder, doktirînên felsefeyî, ya dr.pf. Adil Awwa). Ser dawî çi nerîn hebin û çi şirove jî hebin felsefe tê bi wateya ew kesên li rastiyê digerin û ji heqîqetê hezdikin.
Lewra dîsa pirsek heye ka felsefe ji ku derketîye û li ser destên kê hatîye damezrandin û karê Fîlosof çi ye?
Bêguman rêkeftinek bigiştî dinavbera nivîserên dîroka felsefê de, û Fîlosafan jî, û hemû kesayetiyên zana û şareza de heye, ku felsefe li welatê Yonanistanê hatîye damezrandin. Lewma ev karê afrêner cihê serbilindiyêye ji bo gelê Yonan ê.
Fîlosof ew kesê palder li cem wî heye, û hewl dide û dikoşe ku hemû şaxên zanistiyê yên di serdema xwe de binase û binerxîne, û herwiha yên ji jiyana dîroka miletên kevin, û serborên ku tê re derbasbûne, û hemû kevnetorê ramanî yên şaristaniya mirovên kevin bixwîne, loma mebesta wî ku nerînek nûh û berfireh û giştî û hevgirtî di derbarê gerdûn û suriştê û herwiha di derbarê rewşa mirovatîyê de li cem wî çêbibe, ji ber van kar û barên fireh, felsefe weke dayika zanistiyan dihat pesindan û nasîn, lê hûn xweş dizanin ku beşên pir ji zanistan, teka teka ji dayika xwe, cuda û cihêbûn, û hem hinek bi tometan jî, raserî dayika xwe hatin, û zimanê xwe jî di derbarê bercewendiyên wê de dirêj kirin, û şik û sawir di derbarê rasteqîna û giringiya wê de ragihandin.
Nasandina felsefê:
Weke min li xêzên jor hinek wateyên felsefyê diyarkirin, êdî felsefe biwateya ger û kolanên girêdayî, bi wateya heyîn û peydabûna mirov û rasteqîna gerdûn ê ve jî, û her tiştên ku tê de peyda dibin û hene.
Lewra ez dikarim bibêjim ku her fîlosofek nasandinek taybet ji felsefê re li cem wî heye, felsefe li cem Sokrat vekolîna rûmetiyêye, û li cem Pilaton nasandina rastiya tiştan, yan jî heqîqeta tiştên ji Ezel de, û li ba Aristo lêger û vekolîna li tiştên serkeye, ew tiştê ku tişt pê çêdibin yan peyda dibin, an jî zanista hebûnê ye, loma Aristo nave felsefa yekem lê dike. Li cem Êpîkor û Zeynûn ê Stoyîsîsim felsefe girêdayîye bikar û kirinê yan ku amanca wê şahî û aramî (Atarakisya) mirov bicîh bike.
Di serdema Medyêval de, an jî serdema navendî de, felsefe bi olê ve girêdayî bû, û mijarên xwendina wê Lahût û Nasût bûn, loma zilamên Kenîsê dikoşiyan ku felsefê têxin bin desthilata Ayîn ê, û wê ji karê rexne û kirîtîkê dûr bixin, û hişê mirov girêdin, û fîlosofan kole bikin. Ev mebest û kiryarên setem dijî felsefê û fîlosofan, desthilatên dînê Îslamî jî bikardianîn, loma kotek û setem ji aliyê desthilatên siyasî dijî fîlosofan hebûn, û berdewam bûn. Li hember gef û fişaran, loma fîlosofan hewl didan ku felsefê û dîn weke xwişk û bira nêzî hevbikin.
Paşê di serdema nûjen de, fîlosofê Ferensî Rînê Dîkart yê ku weke bavê felsefeya nûjen tê nasandin, ew jî felsefê weke Aristo dinasîn e. paşê gelek fîlosofên Ewropî derketin weke fîlosofê Almanî yê navdar Îmaniwêl Kant, yê ku şoreşek di felsefê de çêkir, mîna şoreşa Kopernîkos di gerdûnê de çêkir, loma felsefa wî bi nave felsefeya kirîtîk tê naskirin. Felsefe li cem fîlosofê Almanî Firîdrêk Hîgil yê îdyalî zanîna absolî ye, û pêşveçûna giyan e an jî ruh û can, ji despêka hestên biçûk de û heta asta herî bilind ya ku bi nave Absolî dihê naskirin, êdî felsefe Fînomînolocyaya giyan û hizir ê dişopîne. Li cem Karil Markis yê Alamanî felsefe ew zanista ya ku mezintirîn qanûnên pêşveçûna surişt û raman û civakê dixwîne û dinasîne, êdî Markis fîlosofekî Matêryal e, li gorî wî du regezên sereke hene, Matiyêr û êspêr (can) loma pirsa sereke li cem wî eve kîjan berî yê dine made yan giyan e? loma li gorî bersivdana vê pirsê, fîlosof dibin du perçe: Matêryal û Êdyal.
Di serdema niha de hinek pênasînên din ji felsefê re hene, li Amerîkayê felsefa pragmatîzim ji aliyê fîlosofê navdar Wilyem Cêmis biserket, hizra sereke li cem piragmatiyan ew hizra ya ku gelek sûd jê tên wergirtin. Felsefe li cem fîlosofên Êxîstansyalîst mirov proje û tewerê sereke ye, çi ji aliyê hizrê be û çi ji aliyê kar û kiryarên wî be, êdî mirov xwe bi xwe, ew xwe çêdike, û nasnameya xwe avadike. Li cem Mîşêl Foko rexne karê sereke yê, yê ku ji fîlosofan tê xwestin, loma fîlosof neçare ku xwe ber bi civakê ve biçe û hemahingiyên di navbera desthilatê û civakê de nîşan bikî, û çawa desthilat zanistên zexel û xapandinê çêdike û rastiyê dixapîne, loma felsefe ne li heqîqeta Mîtafîzîqî digere, lê belê ew li heqîqetq ya di hundirê civaka mirov de digere. Di pirtûka hevbeş de ya binavê felsefe çi ye herdu Fîlosofên Ferensî Cêl Doloz û Fîlêks Jîtarî danasînek kurt û xweş didin felsefê dibêjin: felsefe hunera çêkirina bêjezaniyane.
piştî ku min hinek danasînên felsefeyê di hemû serdemên borî de pêşkêşkirin, hûn dibînin ku felsefe gelek danasînên wê hene, çimkî ew danasîn bi rewşa giştî ya serdemê çi ya civakî, abûrî, olî, rewşenbîrî, ji alîkî ve girêdayîye, û ji aliyê din ve bi rewşa kesayetiya fîlosofan ve girêdayîye, û hem piraniya mijarên felsefê jî bandora xwe dilîze
Pirs û mijarên sereke di felsefê de çi ne?
Weke min berê zelal kir ku pirsên felsefê pirrin û dawiya wan tuneye, herwiha mijarên felsefê jî pirrin. Wek ku win dizanin her beşek ji beşên zanistiyê mijarek wê heye, mînak babetê fîzya rewşa Made yê û guhertinên wê şirove dike, babetê matêmatîk ê an bîrkarîyê hejmar û rober e, loma ku matêmatîk weke zanist an ilmê pîvan û kantîtê tê naskirin, herwiha saykolociya zanîna pêkhatiyên derûniyê ye,
Lewra ser dawî em dikarin bibêjin ku pirsên sereke di felsefê de girêdayîne bi jiyana mirovatiyê, û jiyana mirov di gerdûnê de û herwiha di rewşa civakê de, pirsên heyîn û neyînê, pirsa azadiyê, pirasa sinc û rewiştê, pirsên desthilatê, lewra dawiya pirsên felsefeyê tunne ne, çimkî girêdayîne bi guhertina jiyana mirovan û pêşketina ku dawî jê retunneye.
Herwiha şaxên felsefê li gorî nerînên kilasîk li ser du perçeyan tên belavkirin perçeyên: teorîk weke mîtafîzîk, heyîn û neyîn. Û perçeyên pratîk weke sinc û rewişt û kovan yan jî siyaset
Lewra em roj zanist pirbûne û jiyan pêşketîye loma em dikarin bibêjin hinek şaxên din çêbûne ewjî girêdayîne bişoreşên ku îro roj cîhan tê re derbas dibe weke şoreşa tiknolocî û şoreşa peywendiyê û têgihiştinê, û veguhestina agahiyan û ya zîreka çêkirî anku çad cî pî

Şîrove (0)