Helbest u Vidyo

Ez hiştim

Rewan Oso  
Ev roj bi min bûne sal
por spî bû, bûm wek pîr û kal
ciwan im, lê dane dest min kopal
dijminê Kurdan hiştim bê malRûpelên xweş ji vê jînê
tevî hêvî û vînê
şewitandim hey evînê
xwê avêtin birînêWek bilbilan ez hiştim
di zindanê de ez kuştim
ji kulan ez dilmişt im
her kes çû, lê ez hiştimRûpelên xweş ji vê jînê
tevî hêvî û vînê
şewitandim hey evînê
xwê avêtin birînê

2023

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din