Ferhad Içmo
Seydayê min ez çi bêjim herkes zane mirin tal e
Mirin çûnek bê veger e rêbarînek bê heval e
Mirin tirsa dilê şad e rewan ji ber tim dinale
Jiyan baxê xewnên xweş e mirin tê de ne ti fal e
Zanstiya tevlî rastiyê ji xwedî re bilind al e.
***
Seydayê min serî rake dost û heval tev li vir in
Sed mixabin Seydayê min rojên mirî nazîvirin
Kesên wek te ji milet re her ronak û rê û pir in
Pêtên finda dîroka te bi mirinê venamirin
Li bin axa goristanan gelek hêvî dihêwirin.
***
Çava digrim Seydayê min dibîrtînim rojên berê
Rewanê te li ber ba ket weke tûmê kelemperê
Kenê lêva hîn xuyaye li ser pelên wê defterê
Kê bîr dibir tevlî kefen Tîrêj here ser oxirê
Ê ko sehkir bawer nekir tenê gotin erê erê.
***
Ere jînê serî rake ka te çi kir bi vê kînê?
Pel û pênûs hê dinalin ji ber eşa yek birînê
Ji wan xêzan em têr nebûn çav tê şûştin bi nerînê
Cejn û sersal mane sêwî li ber kêla Mem û Zînê
Bi mirinê em tên sotin kes têr nabe ji evînê.
***
Ji bîr nabe Seydayê min ji bo rastyê tu nîşan bû
Pêncî salî ji ber Beko tu rêbar û perîşan bû
Li ser rêça azadiyê serbilind û xwedîşan bû
Di Payîza helbesta me tu kaniyek bi weşan bû
Geh tu mey bû geh tu ney bû tu serkêşê serxweşan bû.
***
Stêra te bi xwezya ar e ji ezmana xwe berda xwar
Baxê kenê dêm û lêva bêdeng maye xemgîn û sar
Li omîdên dilê riswa berî esir bûye êvar
Pelkê şermîn li ser şaxa gazî dikin Ê Ev e Buhar
Vê Adarê ferman rakir hespê peyvê ma bê siwar
***

Şîrove (0)