Heft sal derbas bûn lê hîn jî valahiya ku te li pey xwe hiştiye nehatiye dagirtin
Nivîskar: nivîskar
Hişmend Şêxo
Di / 24 / 10 / sala 2019an de gelê kurd û
“Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê” xebatkar û serkirdeyekî mezin oxirkirin ew jî damezrêner û sekreterê partiya me heval Ebdilhemîd Derwîş e.
Mamoste Ebdilhemîd Derwîş hevalekî xebatkar û cefakêş bû , siyasetmedarekî navdar bû di nav gel û tevgera rêzaniya Sûrî , Kurdî , û Kurdistanî de.
Herwiha ew serkirdeyekî çalak û bîrbir bû di çareserkirina pirsgirêk û qeyranên Siyasî de.
Mamoste Hemîd jiyana xwe terxî gelê xwe kir û di rêveçûna xwe de karî bû kûrtirîn peywendiyên diplomasî li ser astên sûrî , kurdistanî , herêmî û navdewletî peyda bike , û ma pabend di tekoşîn û xebata xwe de heya bi kêliya dawiyê ji jiyana xwe.
Heval Ebdilhemîd Derwîş Xebatkarekî Kurdistanî bû , bi dirêjahiya salan ji jiyana xwe ya xebatkarî xebat û tekoşîna wî herdem ji bo xizmet berjewendiyên gelê kurd û doza netewî ya kurdî de bû.
Ew xwedî rolekî çalak bû di damezrandin û pêşxistina peywendiyên kurdistanî de, û bi taybetî bi birayên me re di “Yekîtî Niştimanî Kurdistan” de, û bi hemû aliyên Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê re, herwiha bi hemû şiyana xwe piştgiriya tekoşîna gelê kurd li hemû parçeyên Kurdistanê dikir, lê bi mercê taybetmendiya doza gelê kurd û tevgera netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê.
Ey gelê Azadîxwaz
Em di “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” de bi rêzgirtin li hember bîranîna Heftem ji koçkirina hevalê xebatkar mamoste Ebdilhemîd Derwîş radiwestin û bi bîra xwe tînin wek kesayetiyekî siyasî û hişmend ku rola xwe wek serdarekî karîzmî berz li ser asta niştimanî ya sûrî , û li ser asta netewî ya kurdî û kurdistanî û navdewletî de , koçkirina wî di vê qûnaxa rêzanî ya hestiyar û çarenûsî de ziyanek mezin bû ji gelê kurd re û ji hemû pêkhateyên civaka Sûrî re.
Mamosteyê min : Bi navê Kurd û Kurdistan û bi navê “Partiya Pêşverû” em soz didin ku emê li pey hişmendiya te bin û emê berdewam bin di xebata xwe ya netewî û karê partîzanî de heya ku gelê me ji dagîrkeriyê rizgar dibe û dighê mafên xwe yên netewî di welatekî Azad û Demoqrat de.
Bavê Axtî tu namirî tê herdem di dîroka gelê xwe de bijî
Sed silav li giyanê te ey endezyarê rêzaniya kurdî li Sûriyê
Şîrove (0)