Ezîz Xemcivîn
Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!
Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!
Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî ji hev nayên vekirin…
Hezkirina ji dil
çiraya vêketî
bi şepêlên nehezan
nayê vemirandin
yarê min…
13.08.2026