Fewaz Ebdê
-1-
Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.
-2-
Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.
-3-
Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.
-4-
Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe re tîne
dibe zarokek û di nav kenê wan de dibeze.
-5-
Neviyên te, Ezbenî
Stêrin biçûk in
qermîçokan ronî dikin û
pîrbûnê diqulipînin cejn.
-6-
Neviyên te Ezbenî
Ne tenê berdewamiya malbatê ne!
Neviyên te
Berdewamiya yekemîn mendehoşiya te ne
Çaxê te vebîna ku
dil dikare bêhtirî ji carekê
ji dayik bibe.
-7-
Neviyên te Ezbenî
Li ber bayê Europa ji dayik bûne
Du stêrên ji Qula Şehabo ji çavên wan ronî didin
û mistek axa Kendalê Niqarê xwe bi binê bêrîka wan girtiye.