peyv û helbest:Ehmed Tahir
Amadekar song:Alan Tahir
Li pêş me tev xefk û davin
Sed partî ne,hezar navin
Di nav wan de em winda ne
Piratîkê hemû xavin
****
Navê qelew,mal wêran e
Barê kurdan pir giran e
Çep û rastê me xet berdan
Em bûn lîstoka nezan e
****
Çend kursiyê pûç û rizî
Mafê kurdan hate dizî
Fen û pilan û pîlan e
Nan û ava me bûn xwezî
****
Rabin ji xew gelî bira
Nebin dostê hirç û gura
Tev de bikin berxwedanê
Qet guh nedin soz û fira
****
Vêxin mûma azadiyê
Bikin doza wekheviyê
Çand û ziman,xak nîgar
Rûmet nayê bi koletiyê.