NASÎN

 Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li ber te datînim
Were xanim!
Şûrê êl û olê yê di riya min de çandî
Şaxdayî
Perda tenbûra min diçirîne
Stiranên min.. digurîne
Were!
Vane, qerpol û pîneyên min
Ji hinan re bûne al
Were xanim!
Dîwarê Berlînê herifî û
Dîwarê di hinavên min de ava
Hê avaye
Min
Ji min cuda dike
Bûme evîndarê dînîtiyê
Bi dînîtî li xwe digerim
Were!
Min, bi min bide nasîn
Di kurtejînê de..
Gorekê ji evîna min re
Di dilê xwe de
Bi
ko
le
Were …

2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…

EBDILBAQȊ ELȊ

1-Çarçoveya Erdnîgarî, Stratejîk û Dîrokî

Qamişlo li bakurê rojhilatê Komara Sûriyeya ye, li xaça 37.30 pileyan a bakur û 41.13 pileyan a rojhilat, li bilindahiya nêzîkî 450 metreyan ji asta deryayê. Sînorê wê yê bakur bi Çiyayên Torosê ve tê girêdan, tenê yek kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û…

Rebhan Rezedan (Rabhan Ramadan)

Pêşgotin

Gava ku Hafiz el-Esed di sala 2000î de çû ser dilovaniya xwe, Sûriyeyiyan bêhnfirehiyek kişandin û bawer kirin ku ew serdem û Heyama zordariyê bûye beşek ji boriyê ku êdî venagere. Lê belê, yê ku li şûna wî hat bêtir hov û bi kerta xirabtir bû, bi alîkariya…