Helbest u Vidyo

SEDEM TU BÛ

Hozanê Girkundê
Ya ku bi hûçikên dilê min girt û derbasî
Hicreya hestên xwe kir tu bû
Ya ku min fêrî noşandina meyê kir
Li sikakên serxweşyê
Giyan ji sînga min revand dîsa tu bû
Ya ku min li bin barana
Bendemamê dihişt û kincên
Xeyala te li xwe dikir erê tu bû
Ya ku girî di çavên min de
Gêj dikir
Û mîna balindekî basik şikestî
Di mija hez kirina xwe de difirand
Bi xwedê tu bû
Ya ku min ji min didizî
Li çola tenahiyê min dibiland
Mîna kenekî bê ken
Li ser rûyê lêvên xwe de ji bîrdikir
Bawer bike tu bû
Ya ku dihêle Ez jiyan bikim
Û xwe bi germahiya hêviyan bipêçim
Tu bû
Ya ku xewê ji min direvîne
Min davêje himbêza asoyan
Li ber sîya
Xewneke bùharî xewa xwe dişkîne tu bû
________________________________________________

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Canê buhiştî

Rewan Oso Tu çûyî, şev bi hesreta te sar û dirêj bûn… Dil jî bêyî te qerisî, li pey çûna te civata…

Çima ez?!

Baran Heso Gelek caran ji xwe dipirsim çima ez?! Gelo bedewiya min bûye belaya serê min ku ez im, di çi zemanî…

Ramana destan

Ezîz Xemcivîn Dema destên min di xatirxwestina destên te de diramin, ji pîvana jana azeriyê dilzar dibin! Gulşeng bi serê lêvan jî…