Rêxistina Jîyostratîcîk: Bangewaziya Mirovî ya Lezgîn li ser Rewşa Malbatên Efrînî yên Vegeriyane Mala Xwe

Rêxistina Jîyostratîcîk ya Civaka Sivîl a Kurdî vê bangewaziya lezgîn ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk, Hikûmeta Şamê, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navneteweyî û mirovî, her weha ji raya giştî ya Sûriyê, herêmî û cîhanê re dike, li ser rewşa mirovî ya dijwar a hezaran welatiyên Kurd ên ku piştî salan ji koçberiya bi zorê vegeriyane bajar û gundên xwe li Efrînê.

Di encama têkiliyên rasterast yên rêxistina me bi gelek malbatên vegeriyane Efrînê de, eşkere bû ku gelek ji van welatiyan dema ku vegeriyane mala xwe, bi rewşek pir dijwar û xemgîn re rû bi rû mayîne. Gelek ji wan dîtine ku malên wan hatine hilweşandin, zirar dîtine an jî ji hemû amûr û pêdiviyên jiyanê hatine valakirin. Di salên borî de mal û milkên wan rastî talan, dizî û wêrankirinê hatine.

Gelek ji malbatan vegeriyane malên ku ne derî hene û ne pace, ne amûrên malê hene û ne şertên bingehîn ên jiyanê. Hin ji wan jî neçar mayîne ku di nav xirabeyan de bijîn an jî bi xizm û hevalan re bimînin, ji ber ku malên wan ne guncan in ku tê de jiyan were domandin. Her weha zevî, baxçe û daristanên zeytûnê yên ku berê çavkaniya sereke ya jiyana wan bûn, niha hewceyê piştgirî û nûvekirinê ne da ku dîsa bibin çavkaniya jiyanê.

Ev trajedî tenê aliyê maddî nîne. Ev malbat salan koçberî, bêxaniyî, tirs û bêhêvî jiyane. Ew bi hêviya destpêkirina jiyaneke nû vegeriyane welatê xwe, lê gelek ji wan niha jî di nav feqîriyê, kêmkirina karûbaran û nebûna piştgiriyê de dijîn.

Ji ber vê yekê em dibêjin ku mafê vegerê tenê bi gihîştina mal an gundê xwe pêk nayê. Vegera bi ewlehî û bi domdarî hewceyê şertên jiyaneke bi rûmet e. Mirov hewceyê xaniyekî guncan, av, elektrîk, karûbarên bingehîn, şertên kar û çavkaniyên hatinê ye da ku karibe jiyana xwe ji nû ve ava bike.

Rêxistina GeoStrategîk a Civaka Sivîl a Kurdî bawer dike ku hem Rêveberiya Xweser û hem jî Hikûmeta Şamê berpirsiyariya rastîn û rasterast li hember van şert û mercên mirovî hene. Ji ber vê yekê em bang li herdu aliyan dikin ku bi lez bernameyên alîkariyê û piştgiriyê dest pê bikin. Ev bername divê alîkariyên aynî ji malbatên vegeriyane re peyda bikin, di nûvekirina xanî û avahiyan de beşdar bibin, piştgirîya çandiniyê bikin û karûbarên bingehîn li herêmê baştir bikin.

Her weha em bang li Neteweyên Yekbûyî, ajansên wê yên taybet û hemû rêxistinên mirovî yên navneteweyî dikin ku bi lez tîmên xwe bişînin Efrînê da ku hewcedariyên rastîn yên malbatên vegeriyane binirxînin û bernameyên alîkariya lezgîn li gorî mezinahiya vê qeyranê pêk bînin.

Hezaran malbatên ku niha vegeriyane Efrînê ne ji bo qazanc an imtiyazekê vegeriyane. Ew vegeriyane axa xwe, malên xwe û jiyana xwe ya rastîn. Ji ber vê yekê hiştina wan di nav wêrankirin, feqîrî û bêkesiyê de ne tenê pirsgirêkek siyasî ye, lê di heman demê de meseleke exlaqî û mirovî ye.

Em bang li raya giştî, hêzên civaka sivîl, rêxistinên mafên mirovan û hemû aliyên ku bi doza mirovî ya Sûriyê re eleqedar in dikin ku li gel malbatên Efrînî yên vegeriyane bisekinin û piştgirîya wan bikin. Ji ber ku serkeftina vegera wan û domandina wan li welatê xwe şertê bingehîn e ji bo aramiya civakî, aştiya navxweyî û istîqrarê li herêmê.

Dem hatiye ku em ji axaftina li ser vegerê derbas bibin bo pêkanîna şertên rastîn ên vegerê li ser erdê. Gelê Efrînê niha ji gotinan zêdetir hewceyê kiryar, alîkarî û piştgiriyek rastîn e.

Rêxistina Jîyostratîcîk ya Civaka Sivîl a Kurdî

 
7’ê Hezîrana 2026an

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Tişta ku roja Pêncşemê, 7ê Gulana 2026an, derbarê bûyera rakirina zimanê Kurdî ji pankarta nasandina Koșka Dadweriyê li Hesekê qewimî bû, ango bilindkirina tabloya binavkirinȇ ya bȇ zimanȇ kurdȋ li ser avahiya dadweriyȇ, û hin bertekên ku pê re hatin, ji xwepȇșandanȇn nerazȋbȗnȇn ku bi dirêjahiya çend rojan di navbera…

Welatê Me – Taybet

Zimanzan û nivîskarê Kurd Muhemed Ehmed Reşîd ragihand ku çapa duyem a berhema xwe ya ferhengî bi navê “Ferhenga Sobaro” derketiye ronahiyê. Ev ferheng, ku bi şêwazek taybet li gorî rêzbendî (serwayî/qafiyê) hatiye amadekirin, ji bo zimanzan, lêkolîner, helbestvan û hemû kesên ku bi zimanê…

Bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan em heweyên hêja vedixwînin bo ahenga îmzakirina du dîwanan yên:

Mamosta HAÇIM MOSA

Mamosta HIŞYARÊ EMERÊ LE,ÎLÊ

📅 Roja Şemiyê
06.06.2026

🕓 demjimêr 16:00

<p...

Axîn Welat

Dema ku zimanek -kîjan ziman dibe bila bibe- dibe metirsî, wê çaxê helbet pirsgirêk ne di zimên bi xwe de ye, lê di dewleta ku jê ditirse de.

Li vê derê paradokseke kûr heye ku çawa ziman, ew amora herî hêsan ya ku mirov dan û stendinê…