Doza kurdî li Sûriyê: ji paşguhkirin û tepeserkirinê heta veguhertina nû ya siyasî

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ ҫirȗskeke ku agirê nefret û kînê di dilȇ desthelatdaran de pȇxist û şovenîzma pîs a desthilatdaran derxist holȇ ȗ gur gir. vêce dadgehên awarte û leşkerî yên lezgîn hatin danȋn, ȗ kampanyayên girtinê yên bi hovîtȋ li dijî endam, kadro û rêberên partiyê hatin dest pê kirin, Pêre jî  projeyên nijadperestî ku yê herî diyar jiwan “Jimarberdana Awarte” li parêzgeha Hesekê di sala 1962’an de bû derketin holê.

Ev Serjimȇriya ku tenȇ rojekȇ hate kirin, ȗ belgekirina niștecihbȗnȇ ji sala 1945’an ve kiribȗ merc, Kurd bo sȇ kategoriyan dabeș kirin, hin xwedȋ nasname ȗ hemwelatȋ, ȗ hin ji hemwelatiyȇ hatin derxistin yan nasname ji wan hate kișandin ȗ ew weke”Biyanȋ ango xwediyȇ nasnameya nenaskirȋ”hatin tomar kirin, ȗ hinek jȋ wek”Bȇ Qeyd ango neqeyid kirȋ yan jȋ Qeyd Veșartȋ” hatin bi nav kirin, ȗ hișt ku di nav hin malbatȇn kurd de dabeşiyek ҫȇbȗ ku di heman Malbatȇ de kesin xwedî hemwelatî û hin bêhemwelatî çêbûn, lȇ ya herȋ balkȇș ew bȗ ku heta kesin navdar ên wekȋ Tewfîq Nîzam Eddîn, ku  efserekȋ pile bilind û yek ji damezirȇnerên artêşa Sûriya bȗ ew jȋ ji hemwelatiya xwe hatibû derxistin ȗ nasname jȇ hatibȗ sitandin.. 

Armanca vê îstatîstîkê ne tenê jimartinek demografîk bû, lê belȇ bȇparkirin  sedhezarên kurdan ji mafên wan yên sereke ȗ bingehîn yên karkirin, perwerdeyê, xwedîkirinê û livbaziyê û veguherandina wan bo nișdecih yan rûniştvanên biyanî li ser axa bav û kalên wan bȗ.

Ȗ di heman çarçoveyê de, biryara “Kembera Erebî” ya sala 1974ê hat da ku projeya guhertina demografȋk û paqijkirina etnîkî bi șȇweya wê ya aborî û cîyostratejîk kotayȋ bike,  Ji lewra Hikûmetê dest danî ser zeviyên çandiniyê yên Kurdan ên berdar yan berhemdar yȇn ku bi dirȇjiya 275 kîlometran ji Serȇkaniyȇ heta Dȇrikê ȗ bi kȗrahiya heta 15 kîlometreyan seranserȋ sînorê bi Tirkiyê re dikișȋne, û ew li cotkarên Ereb ên ku ji herêmên gundên Heleb û Reqayê  bi behaneya ku zeviyên wan di bin ava Bendava Firatê de mane hatine anîn belav kirin.

Ev Piroje ne tenê ji bo doza kurdî ji aliyê jeopolîtîk ve hatibȗ arastekirin ku afirandina kembereke ȋzoleker ku têkiliya bi kurdên Tirkiyê re bi bire, lê di heman demê de wê hejar kirina wan ji aliyȇ aborî ve kiribȗ armanc da ku wan neçarî koçberiya bi kotekȋ ya ber bi bajarên mezin ve bike, ku marjînalîzekirin û taxên bê serûber li bendê wan in.

Li gel wê, biryarên cihêkar hatin derxistin ku zimanê kurdî li dibistan, rêveberî û dadgehan, û bazirganiya zeviyan û tomarkirina navên kurdî jibo zarokan qedexe kiribȗn. Ȗ liv ȗ tevgera xwendekarên kurd ketibȗ di bin ҫavdȇriya ewlekariyȇ de, bi taybetî di dema Cejna Newrozê ȗ bȋranȋnȇn neteweyȋ de, heta ku hetibȗne  veguhertib bo rojȇn tirs, girtinȇ, ȗ Cejna Newrozȇ ya Neteweyî bȗ yek ji armancên herî berbiçav ên vȇ tepeserkirin ȗ çewisandina sîstematîk, ȗ ev çewisandin di 21’ê Adara 1986’an de bi awayê xwe yê herî eşkere xuya bû, dema ku şehîd Silȇman Mihemed Emîn Adî di xwepȇșandana pirotestoyê ya ku ber bi koșika Komarî ve diçû û daxwaza pîrozkirina Newrozê dikir, bi guleya ewlekariya Sûriyayê ya wê demê ket. piștȋ ku kurd li Șamȇ ji derketina derve jibo pȋrozkirina newrozê hatin qedexekirin.Tișta ku desthilatdar neçar kir ku 21ê Adarê wekî betlaneyeke fermî ” li ser bingeha biryarnameyekê komarî rabigihȋne lê bi navê “Cejna Dayikê” ku ewjȋ  hewildanek bȗ jibo têkbirina nasnameya kurdî bi rȇya bi cih anîna polîtîkaya jibîrkirina bi kotekî.

Îro, piştî hilweşîna rejîma Bees û revîna serokê rejîma têkçûyî bo Moskovayê di şeva 8’ê Kanûna Pêşîn a 2024’an de, cihê kurdan ji paşguhkirin û dûrxistinê veguherî danpȇdan ȗ pejirandina hebûna wan wekî pȇkhateyek yan hêmaneke sereke ji hêmanên gelê Sûriyê li rex hêmana erebî. Ev veguhestina ji qonaxa nenaskirinê ber bi peyrewkirina mafan, bingeha pêşveҫȗnê ye. ȗ ew guherînek kalîteyî ye ku nayê paşguh kirin an jî kêmnirxandin, Her wiha nedȋtin yan ҫavgirtin ji cudahȋ yan ciyawaziya mezin di navbera dema ku li ser sîngên kurdan guleyên zindî dihatin berdan ji bo rȇgirtina li ber wan yan pȇșȋlȇgirtina wan ji pȋrozkirina Newrozê an jȋ gotina sitranên kurdî, Û di nav demeke ku ew bi fermî li koșika komarî di heman boneyê de têne pêşwazî kirin nedadmendî ȗ nejȋ hișmendȋ ye , Herwiha, cudahiya di navbera yên ku projeyên nijadperestane, wekî serjimartin û Kembera Erebȋ û her zordariyên yên neteweyî yên ku di dȋrokȇ de li ser kurdên Sûriya qewimîne ȗ hatine pêk anîne, û yên ku îro xeletiya van pirojeyan dipejirînin û sozȇ didin ku bandorên wan bi yasayî û siyasî ji holê rakin, ew gaveke erênî ye hêjayî pesindanê ye, ji ber ku ew han dide bo berdewamiya xebatê bi desthilata nû re û atmosferek mitmane ȗ pêbaweriya hevbeş a ku demeke dirêj tunebû, çêdike.

lȇ dibe ku hȇ zû be ku mirov qezencên ku heta niha bi tevayî hatin pêkanȋn wek destkeftin neteweyȋ bibȋne. Ji ber ku tiştê ku îro em dibînin, ji nivîsarên teorîk, soz û biryarname, dibe ku tenê peyvên li ser kaxezê bimînin, eger ku pê re bi gavên piratîkî yên berbiçav li ser zemȋnê  neyên avȇtin.

Helbet bidestxistin ȗ qizinckirinani mafan tê wateya misokerkirin û pesenkirina hemȗ mafan di makezagon ȗ yasayan de û pêkanîna wan di piraktȋkȇ de, bêyî ku ev yek bi baha mafên kesên dȋ be yan ziyanȇ bigehȋne kesên dȋ. Ȗ rê li pȇșiya vȇ yekȇ hȇ dirêj û dijwar e, ji ber ku birînên deh salên çewisandin û dûrxistinê bi biryarnameyên demkî yan jî pêşwaziyên pirotokolî qemȗșk na girin ȗ baş nabin, ȗ ev hemû pêwîstî bi diyalogên neteweyî yên cidî û berfireh heye ku qeyrana kûr a mitmane ȗ pêbaweriya ku di salȇn çewsandin û zordariya berdewam de hatiye ҫesipandin ji holê rabike.

jilewra em naxwazin tiştên ku piştî hilweşîna rejîmê ji bo Kurdan hatine bidestxistin gelekȋ mezin bidin zanȋn, ji ber ku ev destkeftî hîn kotayȋ nebûye û bi mercên kesane”xweyȋ”û derveyȋ ve girêdayî ye, lȇ diheman demȇ de divê em xwe ji “terorîzma rewşenbîrî” ya ku di hȇle ku em ҫavȇn xwe ji ҫi gava erȇnȋ bigirin ȗ paşguh bikin bi hinceta ku ew ne biqasȋ qurbaniyên hatine dayîn rizgar bikin. Zîhniyeta “hemû tișt an ne tiştek” rȇzaniyek “siyasetek” ne reyalîst e û ne jî xizmeta avakirina mande ȗ paşerojê dike. Lêbelê di beramber de erȇ kirin ȗ qebûlkirina gavên erênî nayê wateya ҫavgirtinȇ ji rexneya avaker ya ku armanca wȇ başkirin, ȗ ҫaksazȋ be, neg armancgirtina kesane.

Li vir em tekez ȗ piştrast dikin ku gelê Kurd li Sûriya miletekî kevnar e ku bi sed salan li ser axa xwe ya dîrokî jiyaye û pirsgirêka kurdî li Sûriyê pirsgirȇka ax û gel e bi hemȗ wateya wȇ ȗ hemȗ pȇwistiyȇn wȇ ji mafan li gor soz, peyman ȗ rȇkeftinȇn navneteweyȋ. ȗ çareseriya herî baş ku dadmendî, aramȋ, ȗ seqamgȋriyȇ pêk bîne, avakirina dewleteke federal a nenavendȋ bi sȋstemeke demokratîk ye ku veguhestina aştiyane ya desthilatdariyê û cihêbûna desthilatan, dadmendiya civakî û wekheviya li pêşberî yasayê ji bo hemû pêkhateyan bêyî cudakarî û dȗrkirin misoger dike, her weha kawdanȇn niha heyȋ yȇn aloz ȗ tevlȋhev li ser asta herêmî û navneteweyî liser me di ҫesipȋnin ku em li ser hevparbûnȇ, ango li ser xalȇn yan faktorên hevpar rȇkbikevin, û li ser qunaxeke veguhêz ku mafên her kesî li ber çavan digire, bêyî ku were dûrxistin an jî bê marjînalîzekirin rawestin.

Ya pêwîst guhdaneke hevseng e ku pejirandina guhertinên erênî bi daxwaza pêkanîna mafên berbiçav re di piratîkê de kom dike, ji ber ku pêşveçûna rastîn bi tișnȇ ku li ser zemȋnȇ diqewime re tê pȋvandin ne tenȇ bi pevname ȗ daxuyaniyan, her weha wekhevȋ ȗ dadperweriya dîrokî û siyasî naskirina bi veguhertinên erênî yên ku pêk hatine di ҫesipȋne. Berawirdkirina dadmen di navbera rabirdû û niha de tenê dikare pȋvan be ji bo destnîşankirina asta pêşkeftina rastîn û sererastkirina riya ber bi paşerojekȇ ve ku li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev û dadmendiya civakî û çandî ji bo her kesî ava be, dûr ji zȇdegaviyên pûç ȗ bȇber ku tenê domandina cûdahiyan û ji nû ve hilberandina mekanîzmayên zordariyê yȇn kevin bi navên nû di afirȋnin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…

Tengezarê Marînî

Di bin şipiya baranê de, şevek dirêj,
Çend darên bi qeşayê birîndar û nexşandî.
Min reşiya qehweyê vexwar, dûmana azadiyê kêşand,
Bêhna wê wekî xunaveke firiqî li bijangên min mabû.

Zivistanê koka xwe berdabû kûrahiya can,
Ev baran çi çoleke bêserûber bû.
Ez ne neynika Cemşîd a cîhanbîn bûm,
Mîna Gornîkî, ez parçe parçe bûm.

Siya berbangê ber bi dûrbûnê ve firiya,
Ez…

Nehrî Goranî

Herdu kevokên
Li nav Gulistana
Sîngê te
her ku şevenga min
dibînin
Sirûda dixwînin
sema dikin
Ji zîndana berbendika
derdikevin
berve min difirin
bihinê direşînin.
Her du çavên te,
her ku
Di tî û bejîya xwe de bim
Li kenara Çavên te
keştiya Şeyîda
bi pêlên di deriya çavên te de
melevaniyê dikin
Di kûrahiya çavên zêtûn î de
xwe…