Tengezarê Marînî
Di bin şipiya baranê de, şevek dirêj,
Çend darên bi qeşayê birîndar û nexşandî.
Min reşiya qehweyê vexwar, dûmana azadiyê kêşand,
Bêhna wê wekî xunaveke firiqî li bijangên min mabû.
Zivistanê koka xwe berdabû kûrahiya can,
Ev baran çi çoleke bêserûber bû.
Ez ne neynika Cemşîd a cîhanbîn bûm,
Mîna Gornîkî, ez parçe parçe bûm.
Siya berbangê ber bi dûrbûnê ve firiya,
Ez bûm mistek toz di kefa deryavanekî de.
Bûm xwelî, hêdîka li ser spîtiya kaxezê bariya.
Lê nişka ve:
Çavên te,
Hinara geş a ser rûyên te,
Hestiyê gerdena te û bişirîna li ser lêvên te
Serê xwe hildan.