Di Sûriyeya Paşerojê de: Cihê Kurdan çi ye?

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî ne, lê belê xwedî dîrokeke pir kevnar in; ew yek ji kevintirîn pêkhateyên neteweyî yên resen ên vî welatî pêk tînin. Û hebûna wan ji hêla dîrokî ve bi erdnîgariyeke diyar û nasnameyeke kûrkok û têkoşîneke dirêj ji bo azadî, rûmet û mafên rewa ve hatiye girêdan.

Tevî vê hebûna dîrokî ya kûr jî, lê ev hebûna kurdan nebûye xwediyȇ nasîneyeke siyasî ya tevahî an nûneratiyeteke yasayî ku giraniya wan a demografîk û rola wan a civakî nîşan bide.

Kurd li Sûriya rastî dîrokeke dirêj a cudakarî û dûrxistinê hatine, bi dehsalan ji polîtîkayên dûrxistin û înkarkirinê êş kişandine. Ev siyaset di “serjimêriya awarte” ya sala 1962an de gihîşte lûtkeya xwe, ku hewl da pêkhateya demografîk a herêma Cezîrȇ bi rêya bêparkirina bi sedhezaran kurdan ji hemwelatîbûnê û ji mafên wan ên bingehîn biguherîne. Ev polîtîk ne awarte bû; ew ji dirêjiya zihniyeta dewletê hatibû ku Kurdan wekî gefeke divê were pûçkirin didît, rêbazeke sîstematîk bû ku beşdarî kûrkirina hestê bi sitem û neheqiyê kir, û nebûna bawerî û mitmaneyê di navbera kurdan û desthilatdarên li pey hev de kûrkok kir.

Kurd li Sûriya ne rewşeke awarte ne, ne jî pirojeyek veqetîner in, lê belê ew hevpişkên rastîn in di welêt de. Her çareseriyeke paşerojê ya ji bo qetrana Sûriya nikare dadperwer an domdar be bêyî naskirin û danpêdana eşkere bi mafên neteweyî yên rewa yên kurdan di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî û demokratîk de.

Pêşeroja Sûriyeyê bi awayekî tund bi şiyana wê ya veguherîna bo welatekî hemwelatîbûna wekhev ve girêdayî ye. Welatekî ku danpêdanê bi pirjimariya xwe ya neteweyî û olî bike, û mafên çandî, siyasî û rêveberî yên hemî pêkhateyên xwe de -û di serî de gelê kurd- garantî bike. Destûrek demokratîk û nenavendî, naskirina nasnameya kurdî û garantiyên beşdariya siyasî ya rastîn bingehên neçar in ji bo avakirina Sûriyake nû.

Na be ku paşeroja kurdan li Sûriya ji çarçoveya herêmî û navneteweyî were veqetandin. Pirsgirêka kurd niha di ecindeyên navneteweyî de heye, lê ev hebûn nayê wateya ku mafên kurdan garantî kirine, ger ku ji hêla helwestek yekgirtî ya kurdan, gotarek siyasî ya hevseng û têkiliyên baş bi hêzên herêmî û navneteweyî re neyê piştgirî kirin. Xwesipartina bi faktorên derveyî tenê ve, têkçûn û windakirin e, û her weha dûrketina ji hawîrdorê hîn metirsîdartir e. Ya pêdivî polîtîkayeke rastîn e ku li ser bingeha yekkirina biryardana kurdî ya serbixwe û avakirina hevpeymanên ku berjewendiyên kurdan bêyî ku girêdayî ti aliyekî bin diparêzin.

Bi vî awayî, têkiliya di navbera kurdan û dewleta Sûriyayê de bi pirsek çaresernekirî ve ku ji serxwebûnê ve nehatiye çareserkirin maye: gelo ҫawa komek dikare bibe parçeyek ji dîrok û erdnîgariyê, û di dilê welat de bijî, lê li dimîne derveyî vegotina dewletê û li derveyî pênaseya wê ya fermî ya nasname û tevlîbûnê?, ȗ di vȇ ҫarҫoveyȇ de Serokê Sûriyê Ehmed El-Şera, biryarnameya yasayî ya hejmar 13 ya sala 2026ê ku van xalên sereke bi xwe ve hilgirtibû (16ê çileya paşîn a 2026ê) derxist:

  • Tekezkirina ku kurd beşeke bingehîn û resen in ji gelê Sûriya.
  • Naskirina zimanê kurdî wekî zimanekî neteweyî, û misogerkirina mafê hînkirina wî û parastina cihêrengiya çandî.
  • Dayîna hemwelatîbûna Sûriyeyê ji hemû welatiyên bi eslê xwe kurd re, tevî yên ku qeyda wan nehatiye tomarkirin, û betalkirina bandorên serjimêriya 1962an.
  • Biryar hate dan ku Cejna Newrozê (21ê Adarê) li seranserê Sûriyayê bibe betlaneyeke bi mûce ya fermî.
  • Qedexekirina her cûre cudakarî an teşwîqkirina li ser bingeha nijad an ziman, û pejirandina gotareke neteweyî ya berhevkar.

Ev biryarname wekî gavek ji bo çareserkirina polîtîkayên berê tê hesibandin, û hinek hedan û aramî kire dilê gelê kurd de, ȗ diyar kir ku hêvî hîn jî heye ku Sûriye wek welatekî yekgirtî ji bo hemû pêkhateyên xwe, tevî kurdan, vegere li ser bingeha hemwelatîbûna tevahî û dadweriya civakî, ku li ser bingeha hevnaskirina hev û guhertina pirrengiyê bê dûrkirin û nijadperestiyê avakiribe.  Jiber ku ev yekemcare ku serokê welatê Sûriya mafên kurdan li vî welatî nasdike, û dê bibe destkeftekî dîrokî, nemaze dema ku di zagona herherî de were pesendkirin û têkeve warê cîbicîkirinê de.

Tevî nîşanên erênî yên ku rêberiya nû li Şamê di van demên dawî de dan, lê liv û tevgerên leşkerî yên li berçavan tên kirin metirsî nîgeran nû dikin. Tevî ku Wezareta Berevaniya Sûriyê agirbestên li pey hev ragihand, pirsgirêk ew e ku van ‘têgihîştinên demkî’ veguherînin aramiya mayînde ku nasnameya kurdî di çarçoveya dewleteke yekgirtî de biparêze.

Di nav gurbûna aloziyê de, Hewlêr wek navenda kişandinê ya dîplomatîk derket holê. Rêberê kurd Mesûd Barzanî navbeynkariyeke asta bilind bi mebesta pûçkirin û vemirandina teqînê bi rê ve bir, û di encamê de Peymana Aştiyê ya dawîn ji 14 xalan pêk hat. Ev peyman dikare bibe nexşeya rêyek ji bo tevlîkirina rêveberî û leşkerî bi garantiyên navneteweyî re ewlehî dide kurdan, ku di ezmûnên berê de kêm bû.

Kurd ne kêmneteweyek demkî ne, lê belê ew beşek resen ji civaka Sûriya ne û beşdarên sereke yên avakirina şaristanî, çand û dîroka wê ne. Û tiştê ku îro diqewime dibe ku bibe kevirê bingehîn di avakirina dewletek hemwelatîbûnê de ku rûmetê ji bo her kesî garantî bike.

Serkeftina “Rêça Hewlêrê” û peymana 14 xalan derfeta dawî ye ji Sûriya re jibo ku xwe ji şemitandina ber bi pevçûn û nakokiyên etnîkî yên wêranker ve dûr bixe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…