Daxuyanîya Bizava Aştîya Navxweyî Bo Raya Giştî ya Navneteweyî, Sazîyên Mafê Mirovan û yên Dîplomatîk

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank û topên artêş û çeteyên Hikûmeta demkî hatine hilweşandin. Bi van çekên giran bi hezaran avahîyên xelkê sivîl bi ser wan da xerakirine, wan di malê wan da kuştine. Bi sedhezran koçberkirine. Ev hemû tewanên li hember mirovahîyê ne, nakevin çarçoveya pevçûnan, berevajî vê li hember hemwelatyên sivîl ên kurd hêzeka xeternak a leşkerî bi awayek sîstematîk ku hatîye bikaranîn li holê ye. Ev rewş, di mijara parastina ewlehîya sivîlan da rê li ber xetereyên cidî vedike û bi giştî li Sûrîyê, bi taybetî jî li herêmên ku hesasîyeta etnîkî heye zemîna aştîya civakî û bihevra jîyanê bi awayek giran hildiweşîne. BAN di asta berpirsîyarîya navneteweyî û rehenda hiqûqî da balê dikişîne ser xalên li jêrê:
Hewldana çareserkirina kêşeyên sîyasî û civakî yên navxweyî bi rêya hêza leşkerî, bi taybetî jî ku pêkhateyên dîyar bike hedef, nikare bi ti sedemî rewa/meşru bê nişandan. Ev helwest parçebûnê kûr dike, nefretê zêde dike, aştîya civakî tehdîd dike û derfetên ku bingeha yekîtî û îstîqrara civatan pêk tînin ji holê ra dike. Armancgirtin û kuştina sivîlên Kurd ên bêçek, rûbirûbûna wan bi muameleyên hovane, nemirovane ra an jî rezîl nîşandan, parçekirin an avêtina cenazeyan ji bilindahiyan ve, êrîşên li ser rûmeta mirovan an jî koçberkirina bi darê zorê; ev binpêkirinên eşkere yên qanûna mirovî ya navneteweyî ne, di nav da Peymanên Cenevreyê yên 1949an û protokolên wan ên pêvene. Bikaranîna bêserûber a çekên giran li deverên niştecih, bêyî pêwîstiyeke leşkerî ya lezgîn, dibe ku li gorî Statuya Romayê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî sûcekî şer be, nemaze heke delîlên hedefgirtina bi zanebûn an jî îhmalkariya mezin di parastina sivîlan da hebin. Li gorî prensîba “berpirsiyariya fermandariyê”, pêkhateyên fermandariya leşkerî û siyasî rasterast ji kiryarên hêzên bindest berpirsiyar in; ev berpirsiyarî dayîna fermanan, pejirandin an pêşîgirtina li binpêkirinan û cezanekirina sûcdaran jî vedihewîne. Rêxistineka ku xwe wekî “artêşeke neteweyî” pênase dike, ji hêla qanûnî û exlaqî ve mecbûr e ku hemû welatiyan bêyî cudakarî biparêze; parastina sivîlên bêçek ên Kurd di navenda vê mecbûriyetê da ye. Binpêkirina vê erkê têgeha dewlet û serweriya hiqûqê qels dike û di demeke dirêj da, bi awayekî cidî aramiya civakî dixe bin gefê. Nîgeraniyên Derbarê Ewlehiya Civakên Lawaz Bizva Aştîya Navxweyî her wiha nîgeraniyên xwe yên kûr û zêde di derbarê ewlehiya welatiyên Kurd bi giştî û bi taybetî ya Kurdên Êzîdî da diyar dike. Hebûna komên çekdar ên bê dîsîplîn û retorîka tundrew û dûrxistin rê li ber binpêkirinên li ser bingeha nasnameya etnîkî an olî vedike; ev bi tevahî li dijî prensîbên mafên mirovan, pirrengî û jiyana aştiyane ye.
Bangek ji bo Diyalog û Aştiya Civakî Wekî beşek ji berpirsiyariya me ya sivîl, banga me wiha ye:
Divê hemû operasyonên leşkerî li deverên nifûskirî tavilê û bê şert û merc rawestin, ewlehiya hemû welatiyan, bi taybetî jî ya sivîlên Kurd, were misogerkirin, vegera ewle ya hemû welatiyên Kurd bo mal û cihên jiyana xwe were misogerkirin û milkê wan ê taybet were parastin. Divê diyalog û danûstandin tekane rêya çareserkirina nakokiyên sîyasî û ewlehiyê bin, û divê dev ji mentiqa bikaranîna hêz û çekan li dijî welatiyan were berdan. Divê lêpirsînên serbixwe, zelal û bêalî li ser binpêkirinên hatine kirin werin kirin; divê kesên berpirsiyar li gorî standardên navneteweyî yên ji bo têkoşîna li dijî bêcezatiyê hesab bidin. Civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û şandeyên dîplomatîk divê roleke çalak di çavdêriya rewşa mirovî, parastina sivîlan û piştgirîkirina pêvajoyên kêmkirina aloziyê û avakirina baweriyê da bilîzin. Bizava Aştiya Navxweyî bawer dike ku aştiya civakî ne bi zorê, lê bi edalet, wekhevî û rêzgirtina ji bo rûmeta mirovan dikare were bidestxistin. Parastina sivîlên Kurd ên bêçek, ku bi taybetî rastî kuştin, îşkence û binpêkirinên giran ên mafên mirovan tên, pêwîstîyek exlaqî û qanûnî ya ku nayê nîqaşkirin e. Bizava Aştiya Navxweyî (BAN) dê bi biryardarî xebata xwe ya li ser bingeha rêzgirtina dualî û jiyana aştîyane bidomîne; bi armanca kêmkirina pevçûnan, xurtkirina çanda diyalogê û parastina mafê hemû pêkhateyên civakê ji bo jiyaneke ewle, azad û birûmet xebat bike.
Bizava Aştîya Navxwetî (BAN), Ji bo diyalogê, ji bo parastina jiyana mirovan, ji bo aştiyeke dadperwer û mayînde û sazkirina jiyana hevbeş dixebite.
Bizava Aştîya Navxweyî – (BAN) 12.01.2026
*******************************************

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Hemo

Kê ji dil de hezkiribe, êdî bawer nake ku xeraptrîn; jiyana cengêye.

Raste! Şer dikare laşan bêxîne, lê hezkirin jî dikare, rûmetê bêxîne.

Hezkirin di welatê me de wek Çokelatê erzan e: bi kaxetên ciwan tên pêçan, lê zû bi meran de vedidin; li şûna ku merov dilxweş bik, merov dicersîne.

Ger merov bi qurbaniyên evînê hest bibe, hêstirên xwe ji qurbanên qeza û cengan re namînin.

Demekê min kompaniyek li Hewlêrê bi rê ve dibir. Karmendekî me li deriyê min da û got:

Mamoste, keçek Sûrî bi tenê ye, doza kar dike.

Min got:

Başe, ger wisa ye, guneh e, bila kar bike!

Turbîlekê bide dest wê xortê di metbexê de û metbexê bide destê keçikê!

Min jî wisa, bi dilnermî, kompaniyê bi rê ve dibir; ne bi duristî.

Roja din ez çûm kar. Gava ez ketim deriyê bîroya xwe, min dît her tişt pak û li hevhatiye. Ez pêhest bûm ku destekî nû ketîye nivîsgeha min. Min ji karmendekê re got:

Çi bi nivîsgeha min hatî?

Wê bi berkenkî şermokî got:

Ew keça Sûrî ya ku nû ketîye kar, pak kirî.

Hîn em daxfîn. Wê karmenda nû qehwe ji me re anî.

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…