Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û ezmûna herêma Kurdistanê bi navê-Li ser Şopa Azadî- hate nîşandan.

Endamê komîta çalekiyan Marwan Mistefa simînar birêvebir

Danesîna Dr Brahîm Mehmûd bo mêvanên -qeşeng ku bi rastî bijartîbûn – da xuyanîkirin wisa jî pêşgotinek kurt ser Sînemê axivî, got ku :

Em tev dizanin ku Sînema mîna coreyên hunerê yê dine û dive bihtirî wan jî be,dikare biroleke mezin rabe di hişmendî,di ronîkirin,di riswakirina zor û setemê,di avakirina bîr û baweriya niştimanî  wisa jî di rizgarkirina welatan de ..

Bêguman di vê babetê de Sînema dikare bi gelek rêçik û awayan, mijarên giring belge û dîkomentar bike,dikare rehniyê bavêje ser wan xalên veşartî wek:

1-Dikare bibe dengê gelên paşguhkirî ku deriyên fireh pêşberî derberîna wan vedike û dengê wan dighêne tevahiya cîhanê.

2-Xurtkirin û zengînkirina hişmendiyê ku film dibe alîkar di çêkirin û afrandina hişmendiya polotîkî û çivakî wek xwendin û dîtina hawîrdor wisa jî analayizkirina rewşa herêmê ku wan ber biguhartinê ve dehf dide.

3-Danustandin û veguhêzkirina tor û çanda miletan,naskirina kiltor û kevneşopên gelan ku lihevatin û yarmetiyê xurt û bihêz dike.

4-Çêkirin û avakirina Nasnameye miletan.

5-Avakirina raya giştî.

Dawî got ku bêtrî wilo ez nikarim dirêj bikim ji ber ku Sinema bi xwe ne kar û pisporiya mine lome yekser ez rê didim Dr. Brahîm Mehmûd ku bi firehî li ser vê mijara giring biaxivê.

Dr. Brahîm Mehmûd di serî de spasiya YNRKS kir wisa jî ya tevahiya mêvanan bi taybet Beko Topgider birêvebirê KOMKAR ê li Elemaniya û Riyad Eli peyamnêrê KTV.

Got:Simînara min li ser Rola Filmên Dokumentar di tevgerên Rizgarîxwaz de,wisa jî ez ê li ser rewş û tevgera Kurdan daneberhev bikim.

Bi kurtî li ser peydabûna Sînemê axivî,got ku herdû Birayan Louis Lumiere û August 13.02.1895 Wêneyê karkerên Fabrika Bavê xwe girtin û di 28.12.1895an de li Qehwxana Parîsê yekem car Film nîşandan,Film 1 yek deqe bû ,jiber wê sîneme ji destpêkêve Dokûmên tê hejmartin.Û jêpêve Burjwaziyan sîneme jibo Bazirganiyê bi karanîn.

Giringiya Sînemê bi giștî: ku hemȗ cȗreyên Huner di xwe de civand… Filmê Dokumênt bi taybet: Nav lê têkirn Sînema Rastiyê Hemȗ tiști weke xwe tê girtinê… Gotina Lênîn: Ji hemȗ rengên huneran, hunerê sînemê giringtire… Bêguman jibo propagenda Șoreșa Sosyalîzmê bi karanîn.

Dziga Vertof di Dirokê de yekem bȗ piștî Șoreșa Oktober KINO-PRAVDA (Sînema Rastî) weke Rojnameke bi ҫavan dîtî dirust kir ȗ li timamiya Sovyêtê gerand…

Vê yekê Bandoreke gelekî mezin li xelkê kir.. Mane berê hatiye gotinê:

 „Carekê bibîne, baștire ku tu sedcarî bi bihîzê“

Berevajî Fîlmên  dirêj , belge filim armanca wan ewe ku rastiyê bi qasî heye nişan bidin wisa jî bûyerên dîrokî,civakî û zanistî belge bikin.Dîmenên belgefilim dikarin kesan nîşan bidin,bûyerên heyî tomar bikin an jî agahdariyan pêşkêş bikin wek mînak rapora nûçeyan cûreyek ê belgefîlimê ye, wisa jî fîlimên xwezayiyê.

Giringiya Teknika Nû a serdem.. Herkes dikare tiștan bigre.. Lê cûdahiya di navbera belgefîlm û fîlemkê tomarkirî de ewe ku belgefîlm dibin an jî li gorî şert û mercên hişk ên belgekirna rastîn tevdigere, lê fîlimekî tomarkirî tenê tiştên ku li ber kamerayê  diqewimin tomar dike, ji ber vê yekê dema ku filemek wek belgefilm tê çêkirin,derhêner dê bi pîvanên hişk ve girêdayî be.

ȗ gereke Armanc hebê jibo gihandina Nameyeke taybet…..

Girngiya Film Dok. Di Tevgerê Rizgarî xwaz de ȗ ҫawa Miletan bi kar anîne: Weke nemȗne Latîna Amerîkî (Selvador ji nulê 1975 Grupa Sînemê bi zehmetî drȗstkirin, jiber baweriya wan bi ên derve ne dihat… Piștî 4 salan yekem Filmê xwe „ Selvador wê Milet bi serkevê“ li cîhanê belavkirin.. Têkoșerên azadiya wan, ji gelek tiștan xwe mehrum dikirin daku piștgiriya grupa Sînemê bikin…

– Felistin: win hemȗ dizanin Ereba ȗ Europiya Alîkarî dane wan, lê ew jî zu têgehîștin, ku Dokumên giringin ȗ ji sala 1968 an ve Instîtua Filmên Dok. Avakirin.. Gelk filmên wan weke Propoganda xizmeta șoreșa wan kirin

– ȗ Efrîqiya Bașȗr jî bi heman șêweyî…

-Bi kurtî li ser wan; bêguman berjewendiyên siyasî rola wan heye…

-Lê ême kurdan; pêwist nakê ez pir li ser rawestim… Kêmasiyên me di vî warî de jî hene; helbet sedemên wê gelekin; yek ji wan nebȗne dewleta me ye…

-Filmên ku Biyanîyan yan Rojnemavanan  ҫêkirine:

-Filmên Li ser Kurdan… Kurtîyek Dîrokî: Cara yekem, ku kurd di filmekî sînemê de hatine nîșandan, filmê: Grass „Giya“ (bi Inglîzî: A Nation’s Battle for Life oder The Epic of a Lost Tribe)

Bi Erebî:Cenga milet bo jiyanê yan jî afsana êleka widabûyî

-Ev filim belgeyî ye ȗ ji aliyê Derhênerê Emerîkî: Merian C. Cooper und Ernest B. Schoedsack sala 1925 li Iranê hatiye kișandin ê. Bi kurtî ew li ser Iranê bi giștî ye, lê di gera xwe de rastî Eșîreke Koҫer yên kurdên Bextiyarî tên, ȗ jiyana wan li germiyan ȗ zozanan bi hemȗ êș, xweșî ȗ nexweșiyan nîșan didin! Ew weke Filmê Dok. Etnografî ye!

Filmên Li Ermenistanê: Fîlmê “Kurdên Êzîdî” (51 deqîqe ye) di sala 1932/33an de ji aliyê derhêner A. Martîrosyan ve hatiye kişandin.

Kurtebelgefîlma “Li Kurdistanê” (12 deqîqe ye) di 1938ê de li ser herêma “Kurdistana Sor”ê ye û li Azerbaycanê hatiye kişandin.

“Kurdên Ermenistana Sovîyetê” (12 deqîqe ye) kurtebelgefîlmeke, di sala 1947ê de li ser jiyana Kurdan hatiye kişandin. Derhêneriya belgefîlmê Y. Koçaryan kiriye û tevî Hecîyê Cindî sênaro ya filmî hatiye nivîsandin. Ȗ herwise jî Belgefîlmên “Kurdên Ermenistanê” , „ Em Kurdin“ ȗ “Dostê minî qedîmî“ uhw…

1- Filmê (Ew Berî Ares“ Ezfir Șup derhênera a Sofiyetî 1946 Dok.  Yekem Filmê Montaje ȗ bi rêk ȗ pêke Li ser Kurd ȗ Azeriyan .. Hatina Qazî Mihemed bo Bako.. ҫêkiriye

2- Filmê Qadir Nuri „ Kurdistan di nav Agir de“ filmek Montaj bȗ lê Giringiya wê ku kurd bȗ..

3-Filmê „ Padîșahê krêt yê li ser perdê“ Instîtua Kurd parîs u Telvsiyona Ferensî TVA bi hevre ҫêkiribȗn… Giringiya wê Dîroka Kurdan ȗ zilma ku li wan hatiye kirin, di riya Jiyana Yilmaz Güney de nîșan dide …

4-Gelek Dokumênt li ser Șoreșa Kurdistana Bașȗr ȗ Rojhelat hatine ҫêkirinê, lê nebȗne avakirinê bi pîvanên Filmên dok. ȗ bi Armanc yên bi bîr ȗ boҫȗna kurdan nehatine nîșandan…. Ew weke Arșîveke dewlemend maye..

5-Filmên Elemanî, Holendî, Ferensî… Bi taybetî di dawiya salên 70 î ȗ 80 yi de ji sedsala rabirdȗ; giring bȗn lê negihane sewiya sudmendiyê?!! Ҫima?:

A- Jiber ҫêkerên wan ne kurd bȗn ȗ ne bi ҫavên kurdayetî lê dinrîn… (nemȗna min sala 1993 – Reprt. WDR hatibȗn Kurdistanê ji 12 deqe rêportajekî ji bernama „Frühstuck yanî Taștê ҫêbikin..)!

B- Ew ji dervî siyaseta Welatên xwe dernediketin ȗ tenê bi ҫavê Mirovatî di xwestin nîșan bidin, ne wke Pirseke Neteweyî-siyasî ku gereke ҫareser bibê…

 

 

Li serdema nȗ de: Dema TV kurdi ҫêbȗn…

–       Li ser televziyonên kurdî bi Taybet PKK- Tenê xizmeta Idiyolojî kirin..

–       Tevî pêșketina teknîka Nû.. win hemȗ ji min baștir dizanin…Ȗ di van salên dawî de gelek Filmên Dok. Hatine ҫêkirinê, lê dîsan jî pirsa Rizgariya Neteweyî weke Yek milet; yek Welat nehatiye Pêș raya Giștî a Cîhanî…

–       Ji ber wê:

–       Ezê dîsan werim ser daxaza xwe, a ku min hîn berî 36 salan di Têza xwe de (ango Nama Doktorayê) nivîsandibȗ:

gereke tevgera me bingeha Drustkirina Filmên Dok. Yên bi armanc jibo pênasîna Doza me, bi drustî ȗ jibo xizmeta: yek Netew-Yek-Welat bi șêwekî profêsyonal ȗ akadêmî damezrêne….

Filmê min: Li ser Șopa Azadî Bi kurtî li ser ҫêkirina wî:

Naverok ȗ armanca Film:

Min sala 1993 Filmek 58 deqe li ser rewșa bașȗrê Kurdistanê, piștî serhildanê ȗ hîn hemȗ xerabe bȗ, ҫêkir…Piștî 20 salan, 2013 min biryar da careke din filimekî li ser eynî riya ku ez li ser ҫȗbȗm; weke daneberhevekî, ku ҫi guhertin ҫêbȗne, ҫêbikim!

Armanca sereke ewe, ku ez ji dujminan re berî dostan bidim xwiya kirin, ku heger dujminê me destên xwe nexê nav me, ȗ șer li dijî me nekê, em dikarin baș ȗ bi serkeftin welatê xwe bi rêve bibin..

A diwem ji her kurdekî re bidim xwiyan, ku erkê me ewe wan destkeftin li Bașurê welat, bi parêzin ȗ piștgiriya azadya wê bikin..

Dawî jî Dr. Brahîm bi dilekî xweş bersiva hemî pirsên mêvanan da.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Di dȋrokȇ de hatiye zanȋn ku rȇjȋmȇn totalȋter gotara kȋnȇ li dijȋ rikberȇ xwe weke alav jibo reșkirina navȗdengȇ wan bikar tȋnin bi mebesta kontirolkirina wan yan rewakirina tepeserkirina wan, ȗ gotara kȋnê bi awayekî berçav bûye sedema gurkirina agirê zikreșiyê li dijî hin kom, gel û etnîkên bindest li…

Di / 31 / 10 / 2004an de xebatkarê hêja û helbestvanê ciwan heval (Ferhad Çelebî) Endamê komîta navendî ya partiya me bi bûyereke tirafîkê ew û Du birayên xwe koça dawî kirin.

Hevalê Ferhad helbestvan , çêroknivîs û rojnamevanekî çalak bû , bi dirêjahiya salan ji ciwaniya xwe de heya bi…