Ziman

Vedîtina regê kar di çawigê D de

Ebdûlazîz Qasim

Di zimanê kurdî de, pênc çawig (rader) hene, ew jî (an, în, din, tin, ûn), lê di axaftina kurdî (zarê kurmancî) de şeş çawig têne dîtin, ku çawigê (rin) li wan zêde dibê, lê di (zarê Soranî) de, çawigê R li ser çawigê D tê hijmartin, mînak:

Kurmancî: Birin, xwarin, …

Soranî: Birdin, xwardin, …

Di zimanê kurdî tîpa (i, الكسرة) çawig nîne, û di rênivîsa Aramî de (rast) de hîç wêneyek nîne.

Di rênivîsa latînî (çep) de, ku şaşîtiyek mezin di vedîtina regê karî de heye, bi taybetî di çawigê D de.

Mînak: standin, çandin, revandin, xwendin (xwandin), ….

Di rênivîsa çep de, tîpa a  î

Şaş: Standin(stîn), çandin (çîn , revandin (revîn) …

Di rênivîsa rast de, tîpa aê, ku ev yek li gorî axaftinê jî dirust e.

Dirust: Standin(stên), çandin (çên , revandin (revên) …

– Dirust: bistêne, bixwêne, biçêne …

– Şaş: bistîne, bixwîne, biçîne ..

Her wiha ku di tawandina navan de jî tîpa A dibê Ê nabê Î.

Mînak:

Welat welêt

Bajar bajêr., …

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Stema xwînmij

Ezîz Xemcivîn Bi dilê te re çavê kesera min şiyar e! Dema bi bihna te bihna xwe dikêşîne. Rewanê te li xwe…