BEHÎNAME

Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye koça dawî ya helbestevan û wêjevan Mizgîn Hesko radigihîne

Komîteya Birêvrbir ya YGNRKS, û bi navê hemû hevalên Yekîtiya me radigihîne ko helbestevan û nivîskar Mizgîn Hesko koça dawî kir, şeva bûrî li nexweşxaneyeke Elmanya dilê wê rawestiya, ew jî piştî kêferateke dijwar û dirêj bi nexweşiyê re, wilo jî bê rawestan karê xwe yê nivîsandina helbestan dikir, heya ko hejmara pirtûkên wê ên çapkirî gîhan çardeh pirtûkan ji bilî çend destnivîsên din .
Hevala me Mizgîn navekî xuyayî û giring bû di warê helbesta Kurdî de, endama Komîteya biryarder bû ya dana çend xelatên Yekîtiya me, endama Komîteya sernivîser ya kovara (Pênûsa Nû) beşê Kurdî bû, beşdarî hemû mehrecanên helbesta Kurdî dibû, çend xelatên helbesta Kurdî wergirtine, herweha mehrecana helbesta Kurdî ya bê bi navê wê tê lidarxistin, weke rêzgirtinekê ji rola wê û ezmûna wê re .
Bi vê bûyera dilpezîn, em bi dilgermî sersaxiyên xwe pêşkêşî hevjînê wê, zarokên wê, û hemû malbata Hesko dikin, herweha jî ji bo hemû hevalên YGNRKS .
Ne tenê malbata wê û heval û hezkiriyên wê, belkî hemû meydana rewşenbîrî û berhemdarî li seranserî Kurdistanê, helbestevaneke hêja windakirine .
Giyanê hevala me ya hêja şad û aram be, serê we hemyan sax be .
Komîteya Birêvrbir ya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye. 
    01.10.2025

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…